Delîla Suham Şengalî: Jinan bi Neteweya Demokratîk xwe ji nû ve afirand

  • rojane
  • 09:02 17 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsa Têkiliyên Derve ya TAJÊ Delîla Suham Şengalî anî ziman ku jinên êzidî xwe li dora pergala Neteweya Demokratîk birêxistin dikin û got ku jinên êzidî bi vê pergalê xwe ji nû ve afirandin û niha pêşengtiya civakê dikin. 
 
Di sala 2014'an de DAIŞ'ê bi hevkariya hin hêzan êrişî Şengalê kir. Di êrişên DAIŞ'ê de jin hedef girtin û bi hezran jinên êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin girtin û gelek ji wan jî li bazaran hatin firotin. Tê diyarkirin ku ji wan jinan heta niha hezar û 207 jin di destê DAIŞ'ê de ne û 3 hezar û 554 jî hatine rizgarkirin. Êzidiyên ku di dîroka xwe de rastî komkujiya herî mezin dihatin bi berxwedaneke cewherî li dijî DAIŞ'ê têkoşîyan. Di dawiya vê berxwedanê de Şengal ji dagirkeriya DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Gelê Şengalê li dijî hemû êriş û zextan xwe bi xwe bi rê ve dibe. Şengalî ji aliyekî vedigerin ser axa xwe, ji aliyekî ve jî jiyanek nû ji bo xwe ava dikin û li hemberî êrişan li ber xwe didin.
 
Şengaliyên ku rêveberiya xwe ya xweser ava kirine li hemberî hemû êrişên derve bi hêzên xwe parastina xwe dikin. Beriya fermanê jî jin rastî tundiya mêr dihatin û di malê de dihatin hepskirin. Jinên êzidî ku bêîrade û bêrêxistin hatibûn hiştin di sala 2014'an de piştî fermanê bi avakirina Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin kirin û di her qadê de cihê xwe girtin. Ji qada leşkerî heta qada siyasî jin pêşengtiyê dikin. Li Şengalê niha jin li dora Rêveberiya Xweser xwe bi rêxistin dikin û heta niha di bin sîwana Rêveberiya Xweser de gelek saziyên jinan hatin avakirin.
 
Bi avakirina Rêveberiya Xweser re Şengal her roj rastî êrîşan tê. Jin li dijî tundiya mêr li dora Rêveberiya Xweser xwe birêxistin dikin. Berpirsa Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham Şengalî rêxistinbûna jinan a li Şengalê û tundiya li ser jinan a li Başûr her diçe zêde dibe nirxandin. 
 
'XWE JI NÛ VE AFIRANDIN'
 
Delîla Suham Şengalî anî ziman ku beriya fermanê jî jinên êzidî rastî her tundiyê dihatin û got ku piştî fermanê guhertinên gelek cidî çêbûne û wiha axivî: "Heger em rewşa Şengalê ya beriya fermanê û niha bidin ber hev, em ê ferqekî gelekî mezin bibînin. Beriya fermanê jinên êzidî ji gelek qadan hatibû dûrxistin. Em dikarin ji bo qada aborî, siyasî û civakî mînak bidin. Jinên êzidî di van qadan de pir kêm cihê xwe digirtin. Bi taybetî jî di nava malê de sînordarkirin hebû. Di nava malê de, mafê jinê hatibûn binpêkirin. Jinên êzidî der heqê jiyana xwe de nikaribûn biryarê bistinin. Wê çawa jiyan bike, xeyalên wê çi ne û dixwaze çi bike. Îradeyek ji wan re nehatibû hiştin."
 
Şengalî wiha domand: "Di navbera beriya fermanê û niha de gelek guhertinên cidî çêbûne. Ji ber vê yekê jî gelek jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ'ê. Di vê çarçoveyê de gelek jin bêîrade hatin hiştin. Heger jinên êzidî bikaribûna xwe biparêzin û di nava civakê de temsîliyeta wan hebûna ev tişt wiha bi hêsanî çênedibû. Jinên êzidî di sala 2014'an de bi çavên xwe gelek tişt ditin. Piştî ku rêxistibûyina xwe ava kirin, di her qadê de cih girtin. Di warê siyasî û gelek qadên din de xwe bi rêxistin kirin. Xweseriya niha ku li Şengalê hatiye avakirin, jin tê de cihê xwe digirin. Di her asteke wê de xwedî erk in û xwedî ciheke taybet in. Rêxistinbûyina jinên êzidî, di şexsê jinê de guhertinên gelek mezin çêkirin. Rêxistinbûyin û guhertina jinên êzidî wekî mîladekî bû. Ji ber ku di dîroka civaka êzidî de, jinên êzidî xwedî îrade ne, pêşengê civaka xwe ne. Bi demê re ev îradebûn ji destê hat derxistin. Piştî fermanê bi guhertin û vegûhertinê jinên êzidî gihîştin cewhera xwe yê berê. Jinên êzidî xwe ji bêrêxistinbûyinê û bêîradebûnê jinûve afirand û ber bi azadiyê ve dimeşe." 
 
LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ NE
 
Şengalî diyar kir ku piştî fermanê jinên êzidî jinûve xwe afirandin û wiha dom kir: "Di sala 2014'an de dema ku ferman li ser civaka êzidî hat kirin, herî zêde jin bûne qurban û jinan zehmetî kişand. Bi hezaran ji wan dîl hatin girtin. Çarenûsa bi hezaran jinên êzidî ne diyar e. Tundiya di dema fermanê de û beriya fermanê jinên êzidî ew dîtin, li tu deverên dinyayê nehatiye ditin. Hemû kiryarên derveyî exleqê mirovî li ser jinên êzidî hat meşandin. Di sedsala 21'emîn de di şexsê jinên êzidî de ev tundî li baweriyekê hat kirin. Ê ku herî zêde zehmetî dîtin jinên êzidî bûn. Tundiya herî mezin jî ew bû ku bi darê zorê wê ji baweriya wê dûr bixe. Bi darê zorê baweriya wê guhertin. Em vê wekî tundiya herî mezin a li ser jinên êzidî dibînîn."
 
Şengalî destnîşan kir ku piştî fermanê jinên êzidî li dijî her cureyê tundiyê, di her qadên jiyanê de cihê xwe girtine û xweparastina xwe ava kirine û wiha got: "Bi taybetî jî di nava xebatên TAJÊ de cihê xwe girtin. Di warê aborî de ji bo jinan proje tên çêkirin, di qada siyasî de temsiliyeta xwe dikin. Jinên êzidî vediguherin cewherê xwe yê berê. Ji bo karibin civaka xwe bi rê ve bibin, ji bo ku civaka xwe azad bikin tedikoşin. Îro bi pêşengtiya jinên êzidî civaka êzidî xwe bi rê ve dibe. Êdî civaka êzidî gihîştiye wê astê ku xwe diparêze. Xwe dide îspatkirin ku ew bi rêxistinbûyin û hêza xwe axa xwe diparêze."
 
NETEWEYA DEMOKRATÎK Û AZADIYA JINÊ
 
Şengalî bal kişand ser Pergala Neteweya Demokratîk û got ku li Şengal û Mexmûrê ku pergala netewya demokratîk tê pêkanîn, jin xwe bi rêxistin dikin, lê di cihên ku PDK'ê ew bi rê ve dibin tundiya li ser jinê di asta herî jor de ye.
 
Şengalî wiha got: "Li Şengalê êdî jin li her qadê ne. Li Şengalê pergala hevserokatiyê jî êdî hatiye rûniştandin. Di nava qada leşkerî de jin pêşengtiyê dike. Li vir hemû şaxên neteweya demokratîk jin hene û pêşengtiyê dikin. Li Şengalê civaka êzidî bi Pergala Neteweya Demokratîk xwe bi rê ve dibe. Ev li Rojavayê Kurdistanê jî heye û li Şengalê jî civak xwe li ser wî esasî bi rê ve dibe. Ya di vê de israr dike û dixwaze wê ava bike, dijberiya wê ya li hemberî hişmendiya zilam a zordar e. Dema ku em li Rojavayê Kurdistanê, Mexmûr, Şengalê û bajarên Başûrê Kurdistanê yên mîna HEwlêrê didin ber hev, em dibînin ku ferq û cudahiyeke mezin heye. Li Zaxo, Hewlêr, Dihokê jin ji cewherê xwe û îradeya xwehatine dûrxistin. Bi rojane li Başûrê Kurdistanê di asta herî bilind de jin rastî tundiyê tên. Her meh yan jî her roj jinek tê qetilkirin. Di nav pergala PDK'ê û me de cudahî heye. PDK nahêle jin di qadên jiyanê de cih bigirin û ev dibe sedem ku tundiya li dijî jinan zêde bibe. Lê li cihên ku Pergala Neteweya Demokratîk lê hatine avakirin jin pêşengtiya gel dikin û xwe bi rêxistin dikin. Cihê ku Rêveberiya Xweser lê hebe kes nikare êrişî jinan bike. Ê ku tundiyê dikin jî bi awayekî adil tên darizandin. Saziyên dewletê yê jinan li Şengalê tune ne. Lê saziyên Rêveberiya Xweser ên jinan hene. Ji ber ku tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye, Rêveberiya Xweser xwedî li jinê derdikeve û mafê jinê diparêze. Ji ber wê jî em dibêjin li hemberî pergalên desthilatdar Pergala Neteweya Demokratîk."
 
Şengalî anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo civakan wekhevî û azadî ye û wiha got: "Bi taybetî jî ji bo jinan îradeyeke azad e. Ji ber wê jî ferq û cudahiyeke gelek mezin di navbera herêmên ku ji hêla desthilatdaran ve tên brêvebirin û cihên ku bi Pergala Neteweya Demokratîk tên birêvebirin de heye. Cihê ku Pergala Neteweya Demokratîk lê heye, civak xwe bi xwe xwe bi rê ve dibe. Lê cihê ku faşîzm lê hebe îradeya civakan, îradeya jinê nayê naskirin."
 
'JIN VEDIGERIN SER AXA XWE'
 
Şengalî diyar kir ku tevî hemû êrişan jî jin axa xwe terk nakin û ev tişt gotin: "Niha ji bo ku jinên êzidî vegerina warê xwe gelek xebat tên meşandin. Bi taybetî jî TAJÊ ji bo îradekirin û rêxistinkirinan jinan xebateke gelek xurt dide meşandin. Ne tenê ji bo êzidiyên Şengalê, di hemand demê de em ji bo yên ku li kampan dimînin jî xebatan didin meşandin. Jinên êzidî ku di kampan de dimînin li ser wan êrışeke mezin heye. Şereke gelek taybet li ser wan didin meşandin. Ev şerê taybet ku îro tê meşandin jî li ser civakê di astekî bilin de tê kirin. Ji ber van polîtîkayan şûna ku êzidî vegerin warê xwe, berê xwe didin koçberiyê. Yê ku warê xwe terk dikin jî zilam in. Ên bi axa xwe ve girêdayî jin in. Her wiha yê ku vedigerin û axa xwe tercîh dikin jî jin in. Bi welatê xwe ve girêdayî ne, zû bi zû nikarin axa xwe terk bikin. Lê hewledanên polîtîkayên şerê taybet ew in ku jinan ji axa wan dûr bikin û nehêlin xwe birêxistin bikin. Ji hêza jinê ditirsin. Ji ber wê jî em wekî TAJÊ ji bo ku jin vegerin ser axa xwe û xwe bi rêxistin bikin di warê projeyên aborî de û berfirehkirina birêxistinkirinê de xebatên xwe didin meşandin."
 

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû