‘Pergala îşkenceyê ya Îmraliyê hatiye tescîlkirin'

  • rojane
  • 09:01 17 Îlon 2022
  • |
WAN- Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke ku aliyên wê yên navneteweyî jî hene û got ku, tecrîd bi biryara DMME'yê hatiye tescîlkirin û veguheriye biryareke darazî.
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê cezayê muebeda giran lê hatiye birîn, 23 sal in bi awayekî dijwar û giran tê tecrîdkirin. Ocalan ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber jê nayê girtin. Her wiha parêzerên wî ji sala 2011'an heya niha tenê di navbera 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kirine. 
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18'ê Adara 2014'an de biryara xwe ya ji bo serlêdana têkildarî cezayê muebbeda giran ê li Ocalan hatiye birîn, dabû. Dadgehê biryar dabû ku cezayê hetahetayê li dijî xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Piştî ku ev biryar nehatibû pêkanîn Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 9'ê Tebaxê de ji bo pêkanîna biryara DMME'yê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) dabû. Tirkiye ku bersiva komîteyê dabû gotibû ku hikumxwarinên cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn dibe ku bi awayekî şertî bên berdan, lê hin îstisna hene ku hin sûc derî vê yekê ne. Bi vê biryarê re Tirkiye mafê hêviyê yê ji bo Ocalan binpê kiriye.
 
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Wanê Parêzer Cemal Demîr, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mafê hêviyê nirxand.
PERGALA TECRÎDÊ: PLANKIRÎ YE
 
Demîr bibîr xist ku Ocalan ji ber di meseleya kurdî, Rojhilata Navîn û gelek meseleyên cîhanê de xwedî fikrên bibandor e tê tecrîdkirin û wiha got: “Ji roja ku birêz Abdullah Ocalan xistine Îmraliyê, tecrîdkirina wî bi israr tê domandin. Ev tecrîd ne tecrîdeke asayî ye, pergaleke pir kûr, berfireh û plankirî ye."
 
PIRALÎ YE
 
Demîr anî ziman ku ji ber ku Tirkiye biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya derbarê Ocalan de pêk neaniye û li hemberî vê tu mueyîde nehatine pêkanîn pergala tecrîdê bi awayekî girankirî didome û wiha got: "Heta îro derdorên siyasî; bangên HDP'ê û pêkhateyên kurd ên bi vî rengî bi tu awayî nehatine bersivandin. Li aliyê din, çendî CPT gelek caran serdana Girava Îmraliyê kiribe jî, lê raporên têrker û daxuyaniyeke berbiçav nekiriye. Lewma mirov dikare bibêje ku pergala Îmraliyê tenê ne pergaleke neteweyî ye, pergaleke navneteweyî ye jî ku gelek hêlên wê hene. Ji lew re li cîhanê pergaleke wiha tune ye ku pêwendiya bi malbatê, parêzeran û wasî re bê qutkirin." 
 
PERGALA ÎMRALIYÊ
 
Demîr destnîşan kir ku pênaseyên "Pergala Hiqûqê ya Îmraliyê" û "Pergala Îşkenceya Îmraliyê" ku di demên dawî de ji aliyê hin saziyên hiqûqî û parêzvanên mafan ve hatine kirin, pênaseyên di cih den ne û wiha got: "Ji destpêkê ve pergala îşkenceya Îmraliyê dihat gotin. Bi rastî, ev pênaseyek e ku bi biryarek dadwerî ya navneteweyî hatiye tescîlkirin. Derdorên hiqûqî yên têkildar vê yekê wekî nêrîneke hiqûqî anîn zimên, lê ev nêrîn êdî veguheriye biryareke darazê. Bi biryara binpêkirina mafan a DMME'yê ya der barê Ocalan de, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê veguherî hukmekê."
 
PERGALEKE PIRALÎ
 
Demîr destnîşan kir ku li cîhanê mînakên bi vî rengî yên pergala Îmraliyê hene û wiha dewam kir: “Li Giraba Robenê 27 salan dîlgirtina Nelson Mandella, mînakek e. Dema ku em Pergala Îmraliyê û vê bidin ber hev, di navbera rejîma înfazê ya Girava Robenê û Girava Îmraliyê de ferqeke mezin heye. Îmralî pergaleke pir taybet û piralî ye. Aliyên wê yên derûnî û fîzyolojîk hene. Ji ber weziyata birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ku qasek berê jî me gotibû; Li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rêberekî girîng e. Ew xwediyê ramanên balkêş e ji ber ku cîhan şahidî kiriye ku gelek tiştên ku wî gotine rast derketine. Lewma hêlên wê yên îzolekirina ji civakê, qutkirina ji civakê, çewisandin, teslîmgirtin û şikandina vînê hene. Tenê ne hiqûqnas, divê derûnas jî tevkariyê li vê pênaseyê bikin." 
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Demîr diyar kir ku DMME’yê bi qenaeta ku cezayê muebbedê yê giran dijî hiqûqê ye û îşkence û muameleyeke xerab e, mafê hêviyê derxistiye holê û wiha got: “Ji ber vê yekê diyar kir ku divê pêkanîna cezayên muebeda giran ji holê bên rakirin. DMME’yê pênaseya mafê hêviyê, awayê wê û çarçoveya wê bi her awayî daniye. Biryarên DMME û PMME'yê ne takekesî ne. Dema biryarek derdikeve holê îçtîhad e û di heman rewşan de ji bo her kesî tê pêkanîn. Yanî gotina 'em ê Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê muaf bigirin' tiştekî bêhiqûqî ye. Ger nêrîneke bi vî rengî ya Tirkiyeyê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hebe, ev bi tu awayî ne nêrîneke derbasdar e."
 
LI DIJÎ PEYMANÊ YE
 
Demîr destnîşan kir ku bersiva Tirkiyeyê ya li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê yê Ocalan de nikare bibe nêrîn û pêkanînek û wiha got: "Tişta ku Tirkiye dibêje, dibe ku daxwaza ragihandinê yan jî daxwaza muafkirinê be. Yanî derdorên hiqûqî dikarin vê daxwazê nîqaş bikin, lê ev yek bi xwe jî dijî peymanê ye. Ev daxwaz nayê pêkanîn. Daxwazeke wiha ne daxwazeke qanûnî û rewa ye.”
 
Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e Tirkiye demildest biryara DMME’yê bi cih bîne û di çarçoveya mafê hêviyê de rê û rêbazên hiqûqî pêk bîne. Ev hem bendewariyeke civakî ye hem jî erkeke qanûnî ye.”

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû