Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne

  • rojane
  • 15:29 16 Îlon 2022
  • |
img
ERZIROM - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku girîngtirîn mîsogeriya demokrasiyê, demokrasiya herêmî ye û wiha got: “Hêza sereke ya demokrasiyê ava bike, tifaqên ku me ava kirine û piştgiriya gel e. Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re çû serdana Şaredariya Qereçobanê ku di bin rêveberiya partiya wan de ye. Şande, ji hêla Hevşaredar Halît Ugun û xebatkarên şaredariyê ve hat pêşwazîkirin. Piştre jî şande derbasî avahiya partiyê bû. Sancar, di dema serdanê de pirsgirêkên navçeyê gundar kir û bi partiyiyan re sihbet kir. Piştre jî Sancar di merasîma avêtina hîm de bangî gel kir. 
 
Mîthat Sancar, destnîşan kir ku desthilatdariya heyî rejîma zext û zilmê ye û wiha got: “Mînaka herî şênber a xespê, xespkirina vîna gel e. Vê desthilatdariyê jî vîna gel bi qeyûman xesp kir. Rejîma qeyûm ku ji sala 2016’an heta niha di meriyetê de ye, niha li seranserî welêt berbelav bûye û bingeha rêveberiyeke despotîk ava kiriye. Me wê demê jî got ku rejîma qeyûm tenê bo gelê kurd û şaredariyên HDP’ê nîne. Mixabin ku ev gotina me rast derket. Di sala 2016’an de dest danîn ser şaredariyên me lê nekarîn vîna me têk bibin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de hem me gelemperiya şaredariyên xwe dîsa standin, me qeyûm paqij kirin û li bajarên rojava jî bi desthilatdariyê da windakirin. Bi vê yekê re me bingeha hêviyê ava kir. Wan jî hêza me dît. Me 65 şaredarî bi dest xistin û lê bi sextekariya KHK’ê hinek ji destê me standin. Piştre jî bi saya rejîma qeyûm tenê 6 şaredarî di destê me de hiştin.” 
 
ŞAREDARTIYA GELPARÊZ
 
Bi domdarî Sancar diyar kir ku desthilatdarî tirsiya ku HDP modeleke rêveberiyên herêmî ya gelparêz ava bike û ji bo seranserî welêt bibe mînak. Sancar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hemû kêmasiyan jî me ji bo gel xebat meşandin. Wan şaredariyan ji bo ciwan, jin û tevahiya gel û xizanan saziyên xizmetê ava kirin. Ji bo pêşxistina çanda me û bi hev re jiyana hemû çandan, me xebat meşandin. Ev, şaredariyên gelparêz bûn. Ji vê tirsiyan û bi rêya qeyûman dest danîn ser. Lê têkoşîna me xelas nebû û kesek nikare vîna me têk bibe. Yek ji sedema hebûna me ya li vê derê ew e ku dest bi xebatên van xizmetan bikin. Ji bo şaredariyên xwe bi milyaran lîre çavkaniyan vediqetînin lê ji gel didizin û xizmetê nakin. Em ne ji bo dizîna ji gel lê ji bo xizmeta gel têdikoşin û dixebitin. Bila ev xizmetên em îro li vir didin destpêkirin li gel pîroz bin.” 
 
‘EM Ê NEXŞERÊYÊ RAGIHÎNIN’
 
Di berdewamê de Sancar got ku ew baş di wê ferqê de ne ku têkoşîna heyî nikarin bi tena serê xwe bidomînin û wiha derbirî: “Rêya çareseriyê ew e ku li dijî rejîmeke wiha despot, rêveberiyeke wiha zalim û talanker, em tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Em dixwazin hemû derdorên demokrasîxwaz, edaletxwaz bînin ba hev û vê têkoşînê bi hev re bimeşînin. Encama vê ya herî şênber jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Me ev tifaq ava kir û em ê di 24’ê îlonê de li Stenbolê bi şahiyeke mezin ragihînin û nexşerêya wê aşkera bikin. Lê em ê tenê bi vê bisînor nemînin. Demokrasî li herêmê tê avakirin û heke li herêman demokrasî nebe, li navendan jî nabe. Lewma divê em demokrasiyê li herêman birêxistin bikin. Divê hemû hêzên demokrasiyê bên ba hev û van xebatan bimeşînin.” 
 
‘EM Ê NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ NÎŞAN BIDIN’
 
Sancar, di berdewamê de bal kişand ser hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê û ev nirxandin kir: “Em dixwazin bi vê tifaqa mezin bikevin hilbijartina meclisê. Em ê hêza gelan û vîna wan bikin navnîşana çareseriyê ya vî welatî. Ji bo destpêkên nû yên avakirinê, hilbijartin derfeteke mezin e. Heke em bên ba hev, dê hêzeke mezin derkeve holê. Wê demê kesek dê nekare vê hêzê jinedîtî ve bê û dê hîn bibin ku nikarin bêyî vê hêzê tiştekî bikin. Vê têkoşîna me du caran têkçûnên mezin bi vê desthilatdariyê dan jiyîn. Di 7’ê hezîrana 2015’an de û di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an ên li Stenbolê de. Em ê niha jî bi wan bidin windakirin. Em ê ji bo serkeftinê bixebitin. Em ê bi vê rejîmê bidin windakirin lê dê bi vî welatî, bi demokrasî, aştî, edalet û gelan bidin qezenckirin. Yek ji armancên me ew e ku li deverekê bi vê rejîmê bidin windakirin û li hêla din jî pêşî lê bigirin ku yên mîna wan nekarin bibin desthilatdar. Anku em naxwazin heman feraseta di bin navên partiyên cuda de me birêve bibin. Em hem li dijî vê rejîmê ne û hem jî li dijî yên dixwazin rejîma kevin bînin jî ne. Em destpêkeke nû dixwazin ku şer, xwîn û talan tê de nebe û demokrasiyeke xurt ava bike.” 
 
GEL HÊVIYA XWE DIBÎNE 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez coş û kelecana we baş dibînim. Şandeyên me li gelek deverên vî welatî digerin û rastî vê coşê tên. Gelê me dibîne bê ka hêvî li ku ye. Bi rastî jî HDP gel e. Tevî dozên kompasê, zext, dozên girtinê û operasyonan jî nekarîn bi gel serî bidin tewandin. Berevajî wê, gel ki dijî zordestiyê heta dawiyê li ber xwe dide. Têkoşîna me, têkoşîna demokrasiyê ye. Têkoşîna jiyana birûmet e. Têkoşîna aştiyê û jiyaneke azad û wekhev e. Em amadekariyên hilbijartinên parlamenteriyê dikin û bêguman ji bo hilbijartina serokkomariyê jî rê û rêbazên me hene. Lê yek ji rojevên me yên herî girîng jî hilbijartinên adara 2024’an e. Ji bo vê jî divê em baş bixebitin. Divê gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar em amadekariyên Adara 2024’a bikin. Dê ji bo avakirina demokrasiya herêmî bibe hilbijartineke dîrokî. Lewma divê em kedeke mezin bidin. Bi vê yekê re jî dawî li polîtîkayên despotîk, zalimane û şer bînin.”
 
Piştî axaftinê jî Sancar vekirina xebatên şaredariyê kir û hîmê xizmetan avêt. Piştre jî li navenda navçeyê çû serdana esnafan. 
 

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû