‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan

  • rojane
  • 13:29 16 Îlon 2022
  • |
img

AMED - Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglû bi hinceta îfadeya “şahid” hatibû girtin. Piştî ku şahida behsê xeberê îfadeya xwe red kirî, Turkoglû hate berdan. 

Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglû, li ser îfadeya şahida vekirî Kezban Kuday ku digot “perwerdeya îdeolojîk dide” hatibû girtin. Derheqê Turkoglû de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin û danişîna ewil a dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, endamên PM û MYK’ê û Halîde Turkoglû jî di nav de, bi giştî 10 kes di çarçoveya îfadeyên Kuday de hatibûn girtin. Turkoglû û parêzer Resûl Temûr di danişînê de amade bûn. Şahid Kezban Kuday jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Her wiha Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û gelek HDP’iyan jî danişîn şopand. 
 
Turkoglû li dijî îdiayan parastina xwe kir û da zanîn ku di dema tawanbariyên tên kirin de endama PM’a HDP’ê û Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê bû. Turkoglû, diyar kir ku her partiyên siyasî di çarçoveya rêznameya xwe de perwerdeyan didin. Her wiha Turkoglû destnîşan kir ku bi heman îdiayê beriya niha jî hatibû binçavkirin lê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Di berdewamê de Turkoglû daxuyand ku perwerdeyên tên dayîn, perwerdeyên rêznameyê ne û tawanbariyên tên kirin jî red kir. Turkoglû, got ku şahida bi navê Kezban Kuday nas nake û îfadeyên wê ji ber xwe ve hatine çêkirin. 
 
ŞAHIDÊ ÎFADEYÊN XWE RED KIR
 
Li ser vê yekê dadger pirsa îfadeyan ji şahid Kezban Kuday kir. Li ser vê yekê şahid wiha got: “Ez Halîde Turkoglû nas nakim. Tenê çend carekan li hinek deveran rast hatim. Me wisa hevdîtin kir. Min derheqê wê de tu îfade nedane. Min beriya niha negotiye ku perwerdeyên rêxistinî dide. Dema li HDP’ê dixebitiyam çende caran bi awayekî rasthatî min ew dît. Min tenê îfadeyên di hizûra parêzeran de dayîn qebûl kirin. Min derheqê bersûc de tiştekî wiha negotiye. Ez nizanim bê ka di nava HDP’ê çi kar dike.”
 
Dozger jî destnîşan kir ku “Dê şertê kontrola edlî kêm bimîne” û xwest ku rewşa girtî ya Turkoglû bidome. 
 
‘BÊYÎ PARÊZER AGAHÎ LI ÎFADEYA KUDAY HATINE ZÊDEKIRIN’ 
 
Parêzer Resûl Temûr jî got ku îfadeyên şahidan li dosyayê nehatine zêdekirin û her çende ku di îdianameyê de nav û paşnavê miwekîla wî derbas bibe jî, di girteka îfadeyê de tenê weke nav anku Halîde derbas bûye. Bi domdarî Temûr daxuyand ku 16 rûpelên ewil ên îfadeyên şahid di hizûra parêzerê taybet de hatine girtin lê 14 rûpel bêyî agahiya parêzer lê hatine zêdekirin. Temûr, parastina xwe wiha domand: “Kuday ev 14 rûpel îmze nekiriye. Lê di 16 rûpelên ewil de jî derheqê miwekîla min û navên din de tiştek negotiye. Girteka îfadeyê li dijî usûl û hiqûqê ye. Ez dixwazim miwekîla min were berdan.”
 
Dadgehê biryara berdana Turkoglû da û danişîn taloqî 9’ê kanûnê kir. 
 

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû