Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin

  • rojane
  • 10:34 16 Îlon 2022
  • |
ENQERE - Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku ji bo sepanên li Îmraliyê bingeheke qanûnî ya li ser axaftin bê kirin nemaye û wiha got: “Heke Tirkiye bersivê nede, ji bo ku mafê hêviyê di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de bimîne em ê di nava hewldanan de bin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara sala 2014’an de cezayê bêyî tehliyeya bişert a heta hetayê weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) nirxand. Di biryara "Ocalan 2” de hat gotin ku bi bêparhiştina ji “mafê hêviyê” re qedexeya îşkenceyê hatiye binpêkirin. Tirkiyeyê li dijî vê biryara binpêkirinê tu gav neavêtin û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî li ser vê yekê di 9’ê tebaxê de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) da. Tirkiyeyê bersiv da serlêdanê û li xwe mikûr hat ku Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar hatiye hiştin. 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî lixwemikûrhatina Tirkiyeyê û cotstandartiya hiqûqê ya li dijî Ocalan nirxand.  
Ozturk Turkdogan, bersiva Tirkiyeyê weke “lixwemikûrhatina rastiya her kes pê dizane” pênase kir û wiha got: “Tirkiyeyê cezayê mirinê ji hiqûqa xwe derxistiye. Sererastkirinên derheqê cezayê muebbeta giran de teqez nayên qebûlkirin. Ji ber ku di van sererastkirinan de cezayê girtinê yê heta mirinê tê dayîn. Lewma ev rewş bi serê xwe îşkence û nêzikatiya xerab tê nirxandin. DMME vê rewşê weke binpêkirina xala 3’yemîn a PMME’yê dinirxîne. DMME dibêje ku sûcê kesekî çi dibe bila nabe ku heta mirinê di girtîgehê de bimîne. Di rewşeke wiha de Tirkiye neçare ku mewzûata xwe biguherîne ji ber ku aliyekî PMME’yê ye.” 
 
‘DIVÊ MEWZUAT BÊ GUHERANDIN’
 
Bi domdarî Turkdogan das zanîn ku biryara “mafê hêviyê” ya DMME’yê ji biryara derheqê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de cudatir e û wiha pê de çû: “Di biryara xwe ya bo Ocalan de guherîneke de mewzûatê de dixwazin. Mewzuata Tirkiyeyê li dijî PMME’yê ye. Lewma divê li gorî peymanê tevbigere. Ji bo vê jî divê xalên bi taybet jî bo Ocalan hatine çêkirin werin rakirin. Her wiha divê xala 25’emîn a înfaza qanûnan û xalên din û xala 17’emîn a TMK’ê teqez bên guherandin. Tu desthilatdarî nikarin ji vê birevin.” 
 
‘MIRINA BI DEMÊ RE HATIYE VEHÊLANDIN’
 
Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku bi vê sererastkirina taybet ji bo Ocalan hatiye çêkirin re 4 hezar kes jê bandor bûye û wiha derbirî: “Tirkiye neçare ku gavekî biavêje. Me weke rêxistinên civaka sivîl di serlêdana Qural 9.2’yan de hejmara kesên ‘cezayê muebbeta giran’ xwarin jî xwestibû lê bersivek nedan. Me gelek caran ev daneye ji Wezareta Edaletê xwestin lê bersiv nedan. Divê cezayê muebbeta giran ku tê wateya ‘mirina ji demê re hatiye vehêlandin’ bê rakirin.” 
 
‘HIQÛQA DUMEND DI BERÊ DE JÎ HEBÛ’
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Turkdogan bi lêv kir ku heta ji bo girtiyên siyasî çareserî neyê peydakirin, pirsgirêkên heyî dê pêl bi pêl mezintir bibin û ev tişt anî ziman: “Dîroka hiqûqa dumendî ya li Tirkiyeyê pir kevn e. Ji sala 1920’an vebûna Meclisê heta niha li gorî aliyan hiqûqeke taybet heye. Di 27’ê nîsana 1920’an de qanûna ‘xiyaneta li welêt’ qebûl kirin û Dadgehên Îstîklalê ava kirin. Di van dadgehan de bi hezaran mirovên bêguneh hatin kuştin. Cezayên mirinê înfaz kirin. Bi taybet jî ji ber muxalîfên rejîmê û serhildanên kurdan hatin avakirin. Hiqûqa dumendî her hebû û qet xelas nebû. Bandora wê li TMK û qanûnên din jî kirin. Hiqûqa dumendî hêj berdewam e.” 
 
'SEPANAN VEDIGUHERÎNIN QANÛNAN’
 
Turkdogan bi lêv kir ku bi Ocalan re di rejîma înfazê de jî bandora hiqûqa dumend çêbûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem cezayê mirinê radikin û hem jî mirovekî ji mafê hêviyê bêpar dihêlin. Ji vî alî ve bi sererastkirineke di qanûna înfazê de ‘Qanûnên Ocalan’ ku qanûnên herî giran in anîn. Her wiha di CMK’ê de gelek xalên ku hevdîtina parêzer-miwekîl asteng dikin anîn. Sepanên ewil jî li Îmraliyê ketibûn meriyetê. Cara ewil di 2004-2005’an de hevdîtin êdî qeyd dikirin. Îro di CMK’ê de ev sepan kirin qanûnek. Sepanên derheqê hevdîtinê de, bêparhiştina girtiyekî ya ji mafê hevdîtin, telefon, ragihandin û hwd. Ev sepan tevek jî ji ewil li Îmraliyê hatin ceribandin.” 
 
‘JI HÊLA QANÛNÎ VE TIŞTEKÎ WERE AXAFTIN NÎNE’ 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku li Girtîgeha Îmraliyê li derveyî her tiştekî, rewşeke ku kesek jê neagahdar li holê ye û wiha pê de çû: “Mirov nikare ji vê re bibêje hiqûq û rewşekî qanûnî. Bêqanûniyek li holê ye. Hewl didin vê rewşê li gorî qanûnê saz bikin lê zêde beloq dike. Wek mînaka cezayê voltayê, gelek tiştên trajîkomîk hene. Ji ber van sepanên hikûmetê, tiştên li Girtîgeha Îmraliyê pêk tên bi tevahî polîtîk in. Me gelek caran ji bo bicihanîna qanûna li Îmraliyê serlêdan kirin lê hikûmetê guh neda. Lewma ji hêla qanûnî ve êdî tiştekî were axaftin nîne.” 
 
‘PIŞTÎ KU DADGEHÊN BILIN XWEDÎ LÊ DERNEKETIN...’ 
 
Di berdewamê de Turkdogan da zanîn ku di keyfiyeta di darazê de berpirsyartiya dadgehên bilind jî heye û wiha dom kir: “Piştî biryara jinûvedarizandina Ocalan, di dema dayîna heman cezayê de ji serlêdanên bo Dadgeha Bilind û DMME’yê hatine kirin de encamek derneket. Hem Dadgeha Bilind a li Tirkiyeyê û hem jî DMME xwedî li hiqûqê derneket. Heke dadgehên bilind xwedî li hiqûqê dernekevin, êdî pêşî li pergala hiqûqê û keyfiyatê nayê girtin. Tişta ku em jê re dibêjin necezakirin jî ev e. Daraz pir zêde di bin bandora desthilatdariyê de ye. DMME jî ji ber giraniya pirsgirêka kurd, bi qasî tê xwestin xwedî li Konseya Ewropayê dernakeve. Ev pêvajo jî bandorê li hev dikin.”
 
‘HÛN NIKARIN HETA HETAYÊ QEDEXE BIKIN’
 
Têkildarî astengkirina hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re jî Tukdogan ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin biryarên ku mafekî heta hetayê qedexe dikin derxînin. Mirovek qet bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye û her tim qedexe heye. Ev tiştekî çawa ye? Hûn çawa dikiarin ji bo 3 heta 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bînin? Mirovek çawa  nikare bi malbata xwe re hevdîtinê bike? Sedema vê çi ye? Ji vê re dibêjin keyfiyet. Dadgehên Bilind her tim dikarin pêşî li keyfiyetê bigirin. Komîteya Wezîran a Ewropayê di sala 2009’an de biryara Ocalan xist rojeva xwe. Di sala 2021’an de jî ‘mafê hêviyê’ xist rojeva xwe. Rewşa dadgehên bilind ev e; zêde ji krîzên siyasî bibandor dibin.”
 
‘DÊ HEWLDANÊN MIN BIDOMIN’
 
Ozturk Turkdogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiyeyê hêj jî bersiva serlêdana me ya ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nedaye. Em ê heta dawiya meha îlonê rewşê bişopînin. Heke bersivê bidin em jî dê nêrînên xwe parve bikin. Bersivê bidin jî nedin jî em ê nêrînên xwe dubare vebêjin. Em ê vê mijarê di rojevê de bihêlin. Ne diyar e dê bersivê kengî bidin lewma divê raya giştî hinek bêhnfireh be. Her wiha serdana Komîteya Jêr a Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (SPT) a Neteweyên Yekbûyî (NY) girîng e. Me bi wan re hevdîtin kir û raporên xwe yên derheqê îşkence û nêzikatiya xerab de pêşkeş kirin. Cihê ku biçin serdana wan me jê re got. Me xwest ku biçin Girava Îmraliyê jî. Bêguman ew bernameya xwe amade dikin lewma em nizanin bê ka dê biçin an na. Heke parêzer û malbat di demekî nêz de li Îmraliyê hevdîtinê nekin, divê CPT biçe serdana Îmraliyê.” 
 
MA / Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

22/09/2022
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin
12:52 Rejîma Îranê çalakvaneke din jî qetil kir
12:46 OHD û Komeleya Jinan a Rosayê çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:30 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi 10 hezar kesan ‘Nexşe rê’ aşkere bike
12:22 Xizmên girtiyan: Heta hemû girtiyên nexweş tên berdan em ê çalakiya xwe bidomînin
11:46 Li Geverê îşkence li gundiyan kirin û sîxûrtî lê ferzkirin
11:33 Derhênera fîlmê Kobanê Yaşar: Kesên li ber xwe dan senaryo nivîsandin
11:15 Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê 24 bajar rabûn ser pêyan
11:00 Galaya fîlmê ‘Qet’ hat kirin
10:40 Parêzer Theune: Tirkiye li Îmraliyê sûc dike
10:30 Serdozgeriyê ji bo malbata Dedeogûllari wiha got ‘malbata ku tê îdiakirin kurd in’
10:15 Pûtîn seferberiya leşkerî îlan kir
10:00 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû
09:55 Niştecihên Taxa Fabrîkayê ku qeyûm dabû ber firotinê: Em ê dev ji taxa xwe bernedin
09:08 Mayinê destekî wî jê kir
09:07 Girtiyê ku şarapnel di laşê wî de û 2 caran anjiyo bûye nayê berdan
09:05 Zarokê ku ji ber teqîna cismekî leşkerî birîndar bûbû doza destê xwe dike
09:01 Keya bi hinceta 'guran' li ber çavê midûriyetê bi hezaran dar birîn!
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'YAN
20/09/2022
23:59 Temel: HDP tifaqa dîrokî ya gelên Tirkiyeyê ye
23:52 Fînala Tûrnûvaya Kemal Kûrkût: Ciwan dê di hilbijartinê de golê bavêjin desthilatê
23:24 Îraniyan ji bo Jîna Emîniyê çalakî li dar xistin
23:15 Hunermend Çat ê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
19:42 Parêzerên ewropayî: CPT demildest divê biçe Îmraliyê
19:02 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn: Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî dê pêk bên
17:00 Têkildarî girtiyê di çalakiya grevê de geşedaneke nû
16:52 Ji 18 rêxistinan bo Şilêr Rasûlî û Mahsa Amînî daxuyaniya hevpar
16:31 Li Êlihê qeza çêbû: 12 kes birîndar bûn
16:25 Hengawê ragihand ku rejîma Îranê 5 kes qetil kirine
16:21 Cenazeyê Ozer piştî 7 salan radestî malbata wî kirin
16:08 Di doza Dedeogûllari de daxwaza girtina bersûcan hat redkirin
16:05 HDP li Aydinê bi jinan re hat cemhev
15:56 Dayikên Şemiyê ji bo danişînê banga tev li bûnê kirin
15:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:45 Malbatên girtiyan: Daxwazan bi cih bînin
15:23 ‘Divê înfaza nexweşê penceşêrê Durmaz were taloqkirin’
15:22 AYM’ê daxwazên HDP’ê red kir
15:18 Derket holê ku jina winda hatiye qetilkirin
15:14 Paylan ê HDP’î: Avahiyên 'tîpa girtîgehê' yên li Sûrê xiyaneta li dîrokê ye
14:56 DBP: Em têkoşîna gelê rojhilatê Kurdistanê silav dikin
14:19 Li Nisêbînê eleqeyeke zêde nîşanî Bûldanê dan
13:40 Tecawizkarê ku hatibû berdan li ser îtîrazê hate girtin
13:35 Îhaleya firotina taxê hate betalkirin
13:30 Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyan ne rewşeke wisa ye ku bi demê re bê vehêlandin
12:50 Bi sedema şala kesk, sor û zer 6 hezar TL cezayê pereyan dan
12:07 Îbrahîm Ayhan hat bibîranîn
11:50 Îmîr, desteserkirina Xwebûnê bir rojeva Meclisê
11:46 Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Esen: Destdanîna ser rojnameyan pêkanînên salên 90’î ye
11:45 Malbata Şenyaşar: Heke edalet nebe nan jî tune ye
11:34 Apê Mûsa li kolana lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn: Em roj bi roj mezintir dibin
11:31 Serokê Baroya Amedê Eren: Inyeta wan nîne ku cînayeta Elçî ronî bikin
11:15 Hevrêya çapemeniya azad MA 5 salî ye
10:59 Derket holê ku Gul ê Soylû digot ‘hat bêbandorkirin’ li girtîgehê ye
10:58 Dê giliya kesên ku îxmala wan di êrişa nijadperest de hene bê kirin
10:43 Li Pîranê operasyona leşkerî hat destpêkirin
10:39 Doza Anter sibe ye: Dibe ku doz bi necezakirinê biencam bibe
10:20 Tûran: Divê ne ATK raporên nexweşxaneyê esas bên girtin
09:08 Koalîsyona Edaleta Avhewayê: Em bi hev re dikarin ji heqê qedexeyan derkevin
09:06 Polîsê ku li parêzer qelibandiye bi rapora 'hişê wî ne li serê wî ye' hatiye berdan
09:06 Dayika Sîbel Balaçê: Li benda mirina keça min in
09:05 ‘Çopên ku li Newala Hespistê tên rijandin gefê li hawirdorê dixwin'
09:05 Girtiyê nexweş Hadî Ozer li benda biryara ATK'ê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2022'YAN
19/09/2022
23:59 Gobadî ji bo Amîniyê bang li Barzaniyan û Talabaniyan kir: Çima hûn bêdeng in! Hûn ji çi ditirsin?
23:59 HDP'ê êrişa li ser gelê Rojhilatê şermezar kir: Têkoşîna jinê dibe ronahî ji bo tevahiya cîhanê
23:19 Rojhilatê serî hilda
22:47 Cenazeyê girtî Keve yê jiyana xwe ji dest da hat veşartin
21:48 Li zozana Marûnûsê şivanek birîndar bû