Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin

  • rojane
  • 13:50 12 Îlon 2022
  • |
img
ENQERE - Zarokê bi navê Abdulkarîm Xelef di encama êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Kobanê de hate qetilkirin. Malbata Xelef da zanîn ku leşkerên artêşa tirk li ser sînorê Kobanê bi çekên giran êrişî karkeran kir. 
 
Hêzên artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 16’ê tebaxê de êrişî Kobanê, Til Temir, Tirbespiye, Minbic û Kobanê kirin. Di encama êrişan de zarokên bi navên Abdulkarîm Xelef (14) û Ebid Mihemed Hecî (12) hatin qetilkirin. Malbata Xelef têkildarî êrişê bi North Press Agency (NP) re axivî. 
 
Li gorî nûçeyê, malbata Xelef çû serdana gora zarokê xwe û şîna zarokê xwe digire. Di dema vegerê de jî yek bi yek hemû endamên malbatê li wêneyê Xelef dinihêrin, digirîn û êşeke giran dijîn. Dayik û bavên Xelef jî li ser dilorin. 
 
Dema Xelef li çoltarê başûrê Kobanê pezê xwe diçêrand, di 14 saliya xwe de bi bombebarana artêşa tirk hate qetilkirin. Malbatê wêneyê Xelef bi dîwar ve kiriye û gora wî jî li goristana li çoltarê gundê Sirrînê ye.  
25 roj beriya bûyerê, malbata Xelef konên xwe li nêzî gundê Zorova yê li rojavayê Kobanê vedan. Malbata Xelef di her demsalên havînê de ji bo çêrandina pezê xwe ji gundê xwe yê Ebû El Safayehê koçî çoltarê Kobanê dikin. Ber bi zivistanê ve jî dîsa vedigerin gundê xwe. 
 
LEŞKERAN GULE LI ZEVIYAN REŞANDIN
 
Birayê Xelef ê 16 salî Ehmed Xelef da zanîn ku wî û birayê xwe li cihekî nêzî sînorê Tirkiyeyê pezê xwe diçêrand û bûyer wiha vegot: “Di wan kêliyan de dest bi êrişê kirin. Leşkerên tirk ên li qereqoleke nêzî sînor, gule li karkerên çandiniyê reşandin. Min û birayê xwe jî ber bi qada kampê ve baz da. Karker jî di nava tirs û xofê de direviyan. Her ku em nêzî qada kampê bûn, êrişa wan jî girantir bû. Ez û birayê xwe ketin binê kon. Di wê navberê kurxalê min ji bo ku bizane rewşa me çi ye hate cem me. Tam di wê navberê de 3 bombe li pêşiya kon ketin. Şarapnaleke ji van bombeyan li zikê birayê min ket û kuşt. Di carekê de kete erdê. Me hewl da xelas bikin lê dilê wî sekinî bû. Ez jî sivik birîndar bûbûm. Kurxalê min Abdî Derwêş jî bi giranî birîndar bû. Me bi alîkariya cîranên xwe, Derwêş û cenazeyê birayê min birin Nexweşxaneya Emel a Kobanê.” 
 
TIŞTÊN DI DEMA ÊRIŞÊ DE PÊK HATIN
 
Têkildarî êrişê jî Ehme Xelef ev agahî parve kirin: “Di wê êrişê de birayê min hat qetilkirin. Yek jê pitik û yek jî jin, bi giştî 4 kes jî birîndar bûn. Her wiha 30 mîhên me hatin kuştin. Traktora me hate teqandin. Di heman demê de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Kurxalê min niha tê dermankirin lê lingekî wî jê bû.” 
 
JI BO HEMÛ SÛRIYEYÊ KARESAT E
 
Bavê Xelef ê 42 salî, Muhammed Xelef jî bûyer wiha vegot: “Ev karesateke mezin bû ku bandor li hemû sûriyeyiyan kir. Dema êriş dest pê kirî, ez li kurê xwe geriyam. Êrişeke giran li ser Kobanê hebû û min jê re got ku ber bi gund ve bireve. Lê xet hatin birîn. Kurê min kesekî rûken û biaqil bû. Ez êdî nikarim li vê devera kurê min lê hatiye kuştin bimînim.” 
 

Sernavên din

16/09/2022
20:37 Lî Sîlopiyayê 8 kes serbest hatin berdan
20:09 Greva birçîbûnê ya li Kiriklarê didome: Girtî zihîf bûne
19:53 Li Kerboranê jinek hat qetilkirin
17:40 Olûç: HDP ne qufil, mifte ye
17:05 Name ji rojnamevanên girtî re şandin: Em ê vê taritiyê ji holê rakin
16:54 Li Stenbolê 9 kesên daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê dikirin hatin binçavkirin
16:53 ÎKK a TMMOB a Amedê: Bila îhaleya firotina taxê bê betalkirin
16:08 Ji bo ‘Meşa Cûdî’ ketin rê
15:53 Fermandarê Hêzên Hewayî yê Iraqê: Ji bo parastina sînoran hemû planên pêwîst amade ne
15:45 Ji Erxeniyê bo Meşa Cûdî bang kirin
15:36 Li herêma Besta dîmenên nû: Bi hezaran dar hatine birîn
15:29 Sancar li Qereçobanê bang kir: Dê gel demokrasiyê ava bike û dawî li rejîma despot bîne
15:21 Li Kercewsê dozgerê hewl da întîhar bike birîndar bû
15:12 Dozger xwest ku kujerê malbata Dedeogûllari Lutfu Keleş bê berdan
14:43 Nûnerên rêxistinên civaka sivîl: Bila girtiyên nexweş bên berdan
13:42 Nûnerê DBP’ê yê Mêrsînê Încî hate girtin
13:29 ‘Şahid’ îfadeya xwe red kir û Turkoglû hate berdan
13:09 Di pevçûnên navbera Azerbaycan-Ermenistanê de zêdetirî 200 leşker hatin kuştin
13:09 Sancar serdana Şaredariya Qereçobanê kir
12:57 DFG û MKGP: Em bi hempîşeyên xwe re di nava piştevaniyê de ne
12:24 Emîne Şenyaşar: Bila dozger dozê ne li min lê doza nexweşxaneyê veke
11:59 Doza Demîrtaş ji bo parastinê hat taloqkirin
11:45 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:42 Bavê wê anîbûn li ber HDP’ê: Fermandara YJA-Starê Laçîn jiyana xwe ji dest da
11:12 Meşa ber bi Cûdî ve: Em ê qirkirina tê kirin raxin ber çavên raya giştî
10:55 Jinên ermen xwe bi xweparastinê birêxistin dikin
10:34 Turkdogan: Em ê ji bo ‘mafê hêviyê’ di nava hewldanan de bin
09:52 Çavdêrê Siyasî Kerîmî: PDK saziyeke dewleta tirk e
09:46 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Talan, şer û tecrîd girêdayî hev in
09:32 Reuters: MÎT û Îstîxbarata Sûriyeyê li Şamê civiyan
09:19 Ciwanên enternasyonalîst: Niha dem dema azadiya Abdullah Ocalan e
09:04 Rojnameger Ozdemîr: Rizgariya Iraqê bi rêya sêyemîn pêkan e
09:02 'Ha darek hat birîn ha mirovek hat qetilkirin'
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2022'YAN
15/09/2022
19:00 Tifaqa Ked û Azadiyê: Xwezaya Kurdistanê ne bi tenê ye
18:12 Li Colemêrgê operasyona eskerî hat destpêkirin
16:31 Bozdag: Em ê rewşa Aysel Tugluk sibe nîqaş bikin
16:27 Nobetên Edaletê: Bila ji girtîgehan darbest dernekevin
16:25 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Berpirsyar desthilatdariya siyasî ye
15:49 Bersûcê cînayeta Kurkut: Heke bersûcên rast bihatina guhdarîkirin niha her tişt aşkera bûbûya
15:41 HDP’ê têkildarî tundiya li Guzelê hatibû kirin, gilî kir
15:23 Danişîna Ozgur Gundemê hate taloqkirin
15:20 Doza Apê Mûsa: Ji bo me nexelas!
15:06 DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist
14:38 Sercerdevanê bersûc got ‘me li ser navê dewletê kuşt’
14:08 Danişîna doza xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate taloqkirin
14:02 Li Şirnexê milyonek û 148 hezar TL cezayê pereyan li ‘nêçîrvanên qaçax’ hat birîn
13:56 NY: Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer e
13:42 Malbatên Girtiyan: Dewlet zilmê li kurdan dike
13:09 Danişîna Doza Anter taloqî rojek piştî roja demborînê kirin
12:54 Ji ber axafitina kurdî gef li girtî xwarin!
12:41 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Danişîna doza xelatê JIN TV’yê hate taloqkirin
12:20 Li Êlihê kesek hat binçavkirin
12:19 Karkerê bi birîndarî ji êrişa nîjadperest xelas bûyî: Ji ber axaftina bi kurdî xwest me bikuje
12:17 Ferît Şenyaşar ‘çalakiya bêdengiyê’ li dar xist
11:57 Kujerê Hêlînê berdan, dayika wê dest bi tekoşîna edaletê kir
11:49 Bîlançoya şerê 5 mehan hat parvekirin
11:33 Aykol: Heta piştrast nebin ku dê girtî bimre, bernadin
11:16 Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin
10:50 Li Hezexê kesekî întîhar kir
10:43 Hevberdevka HDK’ê Demîr: Hilbijêrên HDP’ê bi veşarî dengê xwe nadin ‘muxalefetê’
10:14 Ji bo 16 rojnamevanên kurd wê li 5 bajaran çalakî bên lidarxistin
10:03 Hevseroka KNK’ê Mûrad: Divê aliyên kurd bi ruhê neteweyî bersivê bidin êrişên Tirkiyeyê
09:28 Li Mêrsînê 10 personelên şaredariyê hatin binçavkirin
09:08 Hilbijartiyên şirnexî ji bo Meşa Cûdî bang kirin
09:07 ‘Saziyên navneteweyî ji bo tecrîda Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê datînin'
09:05 Ekolojîst dê di 17'ê Îlonê de li Cûdî bin
09:04 Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe
09:02 Hunermendên Botanê: Em qedexeyan esas nagirin
09:01 Ciwanê kurd ê li qişleya eskeran êrişî wî kiribûn sûcdar hat hesibandin!
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2022'YAN
14/09/2022
22:18 Elqeyeke mezin ji bo konsera Koma Herayê
19:41 'Hevdîtina bi Ocalan re dê bi kêrî Tirkiyeyê bê'
17:36 Li Amedê mirineke biguman
16:50 Di pirtûka Selimnâmeyê de peyva ‘Kurdistan’ sansûr kirin
16:29 Nobeta Edaletê: Heta tecrîd ranebe demokrasî pêk nayê
15:59 Rojnamevan Aygul hate berdan
15:44 Gunay: Civakên Tirkiyeyê mecbûrên du tifaqan nînin
15:38 Li Erxevanê elewî civîyan: HDP deriye heqîqet, edalet û azadiyê ye
15:28 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyanî da
14:56 Komîsyonên HDK’ê û HDP’ê yên Ekolojiyê: Em ê di 17’ê îlonê de li Cûdî bin
14:54 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî talana ekolojiyê em dengê xwe bilind bikin
14:43 Doza rojnamegeran ji ber guhertina şandeyê hat taloqkirin
14:42 Rapora Girtîgeha Eregliyê: Girtî di odeyên yekkesî de tên ragirtin
14:08 Serokê Giştî yê Dev Îşçî-Senê Orûç hate binçavkirin
14:07 Ji 22 welatan 350 parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:54 Malbata Şenyaşar: Yên ku di nava soza wan de edalet neyî bila nebin namzetên desthilatdariyê
12:43 Li Sûrê avahiyên nû pêşkeşî kargehên bazirganiyê hatin kirin
12:33 Malbatên girtiyan: Em ji bo girtiyan çareseriyê dixwazin
12:25 'Meşa Cûdî dikare bibe gava hevpar a têkoşîna ekolojiyê’
11:55 Şamî: Pêngava li Kampa Holê heta digihije armanca xwe dê bidome
11:46 HDP bi kedkarên çapemeniyê re civiya
11:39 Li Silopiyayê 5 kes hatin binçavkirin
11:38 Gundiyên ku ev 4 sal in bi tankêran avê dikêşin: Ne bi xema MARSÛ’yê ye
11:21 Li wesayîta karkerên kurd da û ji bo xwe xelas bike got ‘terorîst hene’
10:53 Nivîskar Çelîk: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê Ocalan bê astengkirin
10:31 Mezrayên Cizîrê di bin dorpêça polîs û leşkeran de ne
10:19 Li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê çi diqewime?
10:15 Çalakiya xwendekaran a ‘Sîwana me asîman e’ di roja 4’an de didome