Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne

  • rojane
  • 12:56 31 Tebax 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzer Halîl Coşkûn diyar kir ku li Girtîgeha Kiriklarê girtiyên nexweş ên giran di bin tecrîdê de tên ragirtin û da zanîn ku girtî ji bilî daxwazên xwe ji bo ku bêhestiyariya di raya giştî de bişkînin dest bi greva birçîbûnê kirine.  
 
Girtiyên nexweşên giran ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Îzmîrê tên ragirtin, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûn di 28’ê tebaxê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyên nexweş nivîskar Zekî Bayhan, Ramazan Çelîk û Yucel Kizmaz ku di çalakiyê de ne ragihandin ku ji bo girtiyên nexweş ji girtiyên din cuda neyên girtin, jora cihên hewadarkirinê bi têlan neyên girtin û hemû aktîvîteyên spor û civakî neyên sînordarkirin wan dest bi çalakiyê kirine. Girtî li bendê ne ku li dijî binpêkirinên mafan hemû rayagiştî û rêxistinên sivîl ên civakî bihestiyarî tevbigerin. 
 
BI MUWEKÎLÊN XWE RE HEVDÎTIN KIR
 
Berdevkê Komîsyona Girtîgehê yê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê parêzer Halîl Coşkûn, bi muwekîlên xwe Zekî Bayhan û Ramazan Çelîk re yên di çalakiya greva birçîbûnê de ne di 28’ê tebaxê de hevdîtin pêk anî. Parêzer Coşkûn diyar kir ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û neçareserkirina rêveberiya girtîgehê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û heta daxwazên wan neyên bi cih wê çalakiya xwe bi dawî nekin. 
 
Coşkûn, da zanîn ku girtiyên ku li girtîgehên Egeyê tên ragirtin ji hev tên dûrxistin, tê xwestin têkiliya di navbera wan de bê qut kirin û wiha got: “Tiştên tên kirin bi fermanên Wezareta Karên Hundir tên kirin. Heta niha hemû girtî li cem hev bûn, di kanûnê de jî girtiyên ji heman sûcî tên girtin divê di odeyên li rex hev de bên ragirtin. Bi van pêkanînan li dijî kanûnên xwe derdikevin. Mafên girtiyên nexweş ên tedawîkirin, ragihandin, name û sporê bi awayekî keyfî tên astengkirin. Îro li tu dera Tirkiyeyê têkildarî pandemiyê tu bergirî nînin lê aktîvîteyên civakî yên girtiyan bi vê hincetê tên astengkirin. Giliyên ku dikin jî ji aliyê rêveberiyê ji holê tên rakirin. Esas mafê xwe ragihandina edaletê yê girtiyan tê astengkirin. Girtî li dijî van binpêkirinên mafan gelek çalakî kirin lê ji ber nehatin çareserkirin neçar man bikevin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
​Parêzer Halîl Coşkûn 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HEMAN ODEYAN DE NE
 
Coşkûn, bi lêv kir ku girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka herî mezin girtiyên nexweş di heman odeyê de tên ragirtin. Her 3 muwekîlên me yên girtiyên nexweşên giran ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne di heman odeyê de tên ragirtin. Her sê girtî jî nikarin li xwe binêrin. Ev yek jî weke ku her yek ji wan di hucreyeke yek kesî de tên ragirtin e. Ev girtî bi taybetî li heman odeyê hatine bi cih kirin. Bi vî awayî lênêrîna hevalên wan jî tê astengkirin.”
 
‘DIBE KU DI HER KELIYÊ DE MIRIN ÇÊBIBIN’
 
Coşkûn, girtiyê nexweşê giran Abdûllah Ece ku li Girtîgeha Kiriklarê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û wiha lê zêde kir: “Rêveberiya girtîgehê ji mirina Ece ders negirt û şert û mercên tecrîdê girantir kir. Daxwazên girtiyan gelek makûl in û qanûnî ne. Heke ev pêkanîn berdewam bikin di be ku di her kêliyê de mirin çêbibin.”
 
DAXWAZ
 
Coşkûn, daxwazên her 3 girtiyên nexweş ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne wiha rêz kirin: “Rakirina têlên li ser odeyan, bi hevalên xwe re di korîdorên nêz de bînin bahev, hevalên ku bikarin li girtiyên nexweş binêrin bînin cem wan û astengiyên li pêş pêkanîna xebatên civakî bên rakirin.”
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Coşkûn, bi lêv kir ku sedemeke din a ketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş, berteka li dijî raya giştî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan rast e rast berteka li dijî hemû raya giştî, partiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan e. Divê tiştên li girtîgehan diqewimin bên bihîstin. Daxwazên girtiyan mirovî ne. Em ji vir bang li rêveberiya girtîgehê dikin ku li gorî hiqûqê tev bigere û raya giştî li dijî bipêkirinên mafan bihestiyar be.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

04/09/2022
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da