‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’

  • rojane
  • 11:30 31 Tebax 2022
  • |
img
AMED/STENBOL – Dayikên Aştiyê ku bi laçikên xwe yên spî bûne remza aştiyê gotin: “Ji bo aştî were ser vê axê tekane rêya wê azadiya Ocalan e. Em ê dest ji doza xwe ya aştiyê bernedin.” 
 
Dayikên Aştiyê ku bi çalakî, daxuyanî û laçikên xwe yên spî bûne remza aştiyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku divê demildest aştî were ser vê axê û şer bi dawî bibe. 
 
30 SAL IN BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞE 
 
Raîfe Ozbey a endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, 65 salî ye û 30 sal in ew ji bo aştî pêk were têdikoşe. Ozbey destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî wê qet dest ji doza atşiyê bernedeye û got: “30 sal in em di nava têkoşînê de ne. Ji 15 salan zêdetir e ez Dayika Aştiyê me. Me di van 30 salan de çi dît û çi nedît. Kuştin, zilm, zordestî, girtin, koçberî û şewitandina gundan… Lê dîsa jî me got aştî û em ê her bêjin atşî.”
 
AŞTÎ BI DESTÊ OCALAN DIKARE WERE 
 
Ozbey bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd sûcê li hember mirovahiyê ye. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Heke serokê me berdana wê aştî û çareserî pêk bihata. Lê serdest ji bo berjwendî û ranta xwe nahêlin aştî pêk were. Em ê tu demê destûr nedin ku laçikên me yên ji bo aştiyê reş bibin.  Divê ji bo xatirê aştiyê dawî li şer were.” 
 
'EM Ê DEST JI DOZA AŞTIYÊ BERNEDIN’ 
 
Endama Melisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran (62) ku heta îro 5 caran hatiye binçavkirin û 106 lêpirsîn derbarê wê de hatine destpêkirin jî bi salan e ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşe û got êşa herî mezin kurd û dayikên kurd dikişînin û ew ê gavek jî ji bo aştiyê paşve neavêjin û dê her tim daxwaz û doza wan her aştî be. 
 
'JI XEYNÎ AŞTIYÊ ÇAREYEK ME NÎNE'
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Feleknas Karabaş jî anî ziman ku ji bilî aştiyê tu çareyek wan tune ye û xwest di 1’ê Îlonê de her kes ji bo aştiyê dakeve qadan û daxwaza aştiyê bike. 
 
DÊ BI LAÇIKÊN XWE BIÇIN QADÊ 
 
Dayika Aştiyê Bedia Gokgoz jî êrişên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û got: “Dixwazin desteftiyên kurdan tune bikin. Çima ji bo tevahiya dinyayê aştî heye û ji bo kurdan tune ye? Çima qirkirinê bi ser kurdan ve tînin. Çima her tim kuştin û şer ji bo kurdan rewa ye? Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe wê aştî were. Em hemû di tecrîdê de ne. Em ê li dijî şer ji bo xatirê bi laçikên xwe spî li qadan bin.” 
 
‘BIRÊZ OCALAN TU CARÎ ŞER NEXWEST’ 
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî da zanîn ku aştiya cîhanê ji bo wan tiştek pîroz e û tevî ewqas sal in şer didome jî kurdan ji bo aştiyê paşve gav neavêtiye û tevgera kurd tu carî dest ji aştiyê bernedaye. Bugday destnîşan kir ku helbet wê rojekê kurd bigihîjin mafê xwe û daxwaziyên wan bicih werin û got: “Kurdan ji bo aştî û azadiyê bedelên mezin dan. Kurdan tu demê şer nexwestiye. Rêberê vî gelî birêz Ocalan tu carî şer nexwest. Em bi felsefeya wî dijîn. Wî her tim ji bo gelan aştî xwest. Em dibêjin êdî bes e bila aştî pêk were. Ji bo aştiyê em ê di 1’ê Îlonê de li Kadikoyê tev li çalakiya aştiyê bibin.” 
 
 ‘EM LI DIJÎ ŞER, AŞTIYÊ QÎR BIKIN’ 
 
Dayika Aştiyê Behiye Duman jî xwest her kes di 1’ê Îlonê de tev li çalakiya aştiyê ya li Kadikoyê bibin û wiha got: “Kurdan qetil dikin. Gorên me tarûmar dikin. Zarokên me qetil dikin. Miriyên me ji goran derdixin û winda dikin. Dijminatiya kurdan dikin. Werin em her kes li dijî şer ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin.” 
 
 

Sernavên din

04/09/2022
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da