Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye

  • rojane
  • 10:43 31 Tebax 2022
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah  diyar kir ku li  Herêma Kurdistanê ewlehiya siyasetmenderan nemaye û got: “Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan pêk tîne. Kujerên li ser navê Tirkiyeyê li vir hikûmeta herêmê ye."
 
Li Herêma Federe ya Kurdistanê bi êrişên Tirkiyeyê re pêvajo veguherî pêvajoya şer. Li herêmê li gel kûrbûna aloziya aborî ya li herêmê pirsgirêkên navxweyî û sûîqestên li dijî  siyasetmedarên kurd ên li herêmê dewam dikin. Li Herêmê li dijî siyasetmedarên kurd êrişên sûîqestê berdewam dikin. Siyasetmedar Zekî Çelebî yê ji bajarê Wanê herî dawî di 18'ê gulanê de di kargeha xwe de di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Piştî 3 meh di ser qetilkina Çelebî re derbas bû, vê carê jî endamê Tevgera Azadî Mamoste Şemal (Suheyl Xurşîd Ezîz) li Kifrî li ber deriyê mala xwe di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. 
 
Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser êrişa çekdarî ya li dijî endamê wan Mamoste Şemal û sûîqastên li siyasetmedarên herêmê pêk tên ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
Rêveberê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah
 
'SIYASETMEDAR TÊN ARMANCKIRIN’ 
 
Ebdullah da zanîn ku Mamoste Şemal bi 5 guleyan hatiye qetilkirin û ev agahî dan: "Di 28’ê tebaxê de saet 13.30’an mamoste Şemal dema vedigeriyaye malê li ber deriyê mala xwe bi 5 guleyan hate qetilkirin. Di kamerayên ewlehiyê yên li herêmê de 2 kesên ku rûyê wan vekirî hene. Lê belê ji bo girtina van kujeran tu hewldaneken asayîşê nîne. Ji ber wê jî heta niha tu kes nehatiye girtin. Êdî ewlehiya vê herêmê nemaye. Siyasetmedar, komên demokratîk û sazî û partiyên din ên di qada têkoşînê de çalak in, ji bo ewlehiya xwe û malbatên xwe serî li dewletên derve didin. Hikûmeta herêmê ji bo berjewendiyên  xwe yên şexsî herêm vegûherandiye qada terorîzmê. Terorîzma li vê derê dibe sedemê van bûyeran. Ev der yek ji wan cihan e ku îstîxbarata Îran û Tirkiyê herî lê zêde ye. Ev her du dewlet, siyasetmedarên ku li herêmê tedikoşin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin wekî asteng dibînin. Li herêmê têkoşîna demokratîk ji xwe re weke astengî dibînin. Ji ber vê yekê teror li vir pêş dikeve û siyasetmedarên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dibin hedefa wan."
 
'KUJER LI VIR HIKÛMET E'
 
Ebdullahî diyar kir ku di her êrişa li dijî siyasetmendereke herêmê de hikûmeta Herêmê li pişt heye û got: “Dewleta Tirk dixwaze ku li Musulê Mîsak-î Milli pêk bîne. Dewlet bi awayeke aşkere jî  dibêje ku pêwîste li Mûsilê peymana xwe ya netewî pêk bîne û di vê çarçoveyê de xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike. Şehîd mamoste Şemal yek ji têkoşerên têkoşîna azadiyê ye û ev nêzî 30 sal in bênavber têdikoşe. Ew dîroknas û erdnîgarekî jêhatî bû, di pirtûkên xwe de hebûna Kurdistanê li Kerkûk û Mûsilê bi zelalî nivîsandiye. Ji ber vê yekê bû hedef. Erdogan bi êriş û kuştina siyasetmedaram herêmê wêran dike. Lewma Tirkiye bi alîkariya hin hêz û rayedarên Herêma Kurdistanê van kuştinan pêk tîne. Bi salane li Tirkiyeyê li dijî kesên têkoşer ev çalakiyên terorê pêk anî ne. Ji ber wê jî li vir rehetir pêk tîne. Kujerê li vir li ser navê Tirkiyeyê tevger dike, hikûmeta herêmê bi xwe ye."
 
'LI HERÊMÊ EWLEHÎ NEMAYE'
 
Mihemed Ebdullahî da zanîn ku li herêmê ewlekarî nemaye û wiha got: "Li Herêma Kurdistanê tiştek bi navê ewlekariyê êdî nemaye. Li her devera cihanê ewlekariya gel tiştek pêwîst e, lê li vir berovajî wê ye. Têkiliya MÎT û PDK'ê ya li vir pir xurt e. Pêşî PDK hevalên me dixe bin çavderiyê, piştre li wan digere û dixwaze ku bi wan re bixebite. Heke qebûl nekin vê carê gefa kuştinê li wan dixwin. Mînaka vê ya herî berbiçav a zelal Zekî Çelebî ye, kujerên wî diyar in, lê asayîş wan diparêze, vedişêre û eşkere nake. Ev nîşan dide ku pêwendiya hêzên ewlehiyê û îstixbarata li vir bi MÎT'ê re heye."
 
 
 

Sernavên din

04/09/2022
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da