Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin

  • rojane
  • 10:13 31 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Yek ji karkerên li Sakaryayê rastî êrişa komeke ji 30 kesî hat Mehmet Karakaş, diyar kir ku ji ber kurd in rastî êrişeke bi vî rengî hatine. 
 
Di 27’ê Tebaxê de karkerên çandiniyê yên ji Amedê ji bo berhevkirina findiqan ji Amedê çûn taxa Çamlica ya navçeya Hendek a Sakaryayê, rastî êrîşa komeke ji 30 kesî hatin ku xwediyên zeviyan û xizmên wan jî di nav de bûn. Di êrişê de du zarokên ku temenê wan 15 û 18 salî bûn birîndar bûn. 
 
Yek ji karkerên çandiniyê yê rastî êrîşê hat Mehmet Karakaş ji Ajansa Mezopotamyayê re qala tiştên qewimîn kir. Karakaş, diyar kir ku baxçeyê findiqan bipal e û ji ber tûrikên ji aliyê jor ve dihatin gêrkirin kevir bi lingê hevalên jin ketiye û anî ziman ku ew hişyarkirine ku tûrikan di aliyekî din de gêr bikin. Karakaş, anî ziman ku ji ber li zarokekî ku kete erdî nêrîn niqaşa di navbera wan de derketî mezin bû û got: “Dû re ciwanek daket xwarê û êrişî zarokên me kir û ketin navbera wan. Me nehişt ku veguhere şer.”
 
Karakaş, da zanîn ku aliyê din bi gotina “em ê li jêr hev bibînin” gef li wan xwarine ew jî piştî paydosê di vê pêvajoyê de derbasî mala bê dêrî û pac ku hêj înşaete û lê diman bûne û wiha berdewam kir: “Dema em derbasî malê bûn, me lê nêrî komeke ji 20-30 kesan pêk tê li ber derî disekinin. Min jî ji bapîrê wî ciwanî re got ‘xêre ev mirov çima hatine’. Wî jî got ji ber kişandina tûrikan hatine. Pişt re me lê nêrî ku apê wan û 3 ciwan hatin xwarê û gotin ‘zarokê bi navê Ferhat hebû wî bînin’. Dema me got we xêr e gotin ‘em ê li wî bidin’. Dema me sedemê wê ji wan pirsî got ‘çima ji min re gotiye lan’. Her duyan jî ji hev du re gotin. Dû re wan hemûyan êrişî me kirin. Em jî nêzî 20 kes bûn di nava me de jin û zarokên di bin temenê 15 salî de hebûn. 30 kesan êrişî me kirin. Bi pêhn, kulm, daran û çi dîtin li me xistin. Me jî di wê kêliyê de dar girtin û li gorî wan mudaxile kir.”
 
‘PEREYÊ ME JÎ NEDAN ME’
 
Karakaş, bi lêv kir ku piştî bûyerê cenderme hate wir, giliyê wan li Fermandariya Cendermeyan a Hendekê kirin û wiha pê de çû: “Di yek ji xizmên wan de şikestin heye, zarokekî me yê di bin 15 salî de jî ji serê xwe birîndar bû. Dû re me mala xwe bar kir û em di bin parastinê de ji wir dûr ketin. Em 23 rojan ji wan re xebitîn. Pereyê me jî nedan me. Me giliyê wan kir lê wan jî gilî li me kiriye.”
 
‘ÊRIŞÎ NASNAMEYA ME KIRIN’
 
Karakaş, bal kişand ku zêdetir karkerên kurd rastî êrişên wisa tên û wiha lê zêde kir: “Divê kurdên me neyên vê herêmê û nexebitin. Ez difikirim ku ji ber nasnameya me ya kurdbûnê êrişî kirin, cihekarî heye. Em dibînin dema karê wan bi me xelas bi çavê hevaliniyê nanêrin. Em bi rastî rewşên wekî ‘Karê we xelas hûn ê kengî ji vir biçin’ re rûbirû dimînin. Ez cara ewil çûm wê derê wan jî em wisa pêşwazîkirin.”
 
‘EM DIXWAZIN BÊN DARIZANDIN’
 
Karakaş, xwest ku kesên êrişî wan kirin bên darizandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Me rapora lêdanê girt û giliyê wan kirin. Wê pênşema pêşiya me ji aliyê Serdozgeriya Komarê komekê bişînin navçeyê. Îfadeya zarokê di bin 15 saliyê de qebûl nekirine û wê komekê bişînin û dîsa îfadeya wî wergirin.”
 

Sernavên din

04/09/2022
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da