Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê

  • rojane
  • 09:00 31 Tebax 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer destnîşan kir ku ger rejîma Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re tifaqekê çêbike, dê welêt têkeve nava çiravê û ev yek dê ewlehiya hemû cîhanê ber bi xetereyê ve bibe.
 
Piştî ku Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ra kir, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Di êrişên Tirkiyeyê yên bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) de 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî birîndar bûn. Bêdengiya Rûsya û hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li ber vê yekê, wekî ku destûra êrişan ji bo Erdogan hatibe dayîn tê şîrovekirin. Her wiha Erdogan li gel peyamên wekî dikarin hevdîtinê bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad re dide. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî ragihand ku pêwendiya wan bi rêjîma Sûriyeyê re heye.
 
Cîgirê Hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer, êrişên di demên dawî de zêde bûne û geşedanên dawî yên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.
 
 
ROLA RÛSYA Û DYA'YÊ YA DI ÊRIŞAN DE
 
Hesen Koçer, bilêv kir ku li pişt van êrişan Rûsya û Amerîka hene û got, êrişên Tirkiyeyê ji destpêka şoreşê ve berdewam dikin. Koçer got: "Bi alîkariya DAIŞ'ê êriş kirin, bi alîkariya hin hêzên din êriş kirin. Lê dîsa jî tu encam bi dest nexistin. Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê aloziya heyî gurtir kir. Ji aliyekî ve destwerdana şoreşa Sûriyeyê kirin. Şêweyê êrişan guherandin. Êrişên ewil jî bi alîkariya DAIŞ'ê hatin kirin. Piştre jî Tirkiye bi xwe ket dewrê. Ev êriş bêyî DYA'yê nayên kirin. Dewleta tirk bi tena serê xwe nikare êriş bike. Ji ber ku qada hewayî di bin kontrola van hêzan de ye. Di bin kontrola Rûsya û DYA'yê de ye. Tirkiye bi teknîka xwe bawer e. Bi hêza teknîkî şer dike."
 
Koçer ragihand ku di tifaqa bi Tirkiyeyê re soza "Qada hewayî ji bo we vekiriye, hûn li ku derê bixwazin dikarin lêxin, lê em nahêlin hûn wekî hêzeke eskerî derbas bibin" hatiye dayîn.  Koçer bal kişand ku di êrişan de sivîl, cihwarên dînî û çandî bûne hedef tên girtin û wiha got: "Dixwazin bi van êrişan herêmê vala bikin. Dixwazin çeteyên girêdayî xwe li van bajaran bi cih bikin. Siyaset, dîplomasî, aborî û artêşa Tirkiyeyê ji bo tunekirina bakurê Sûriyeyê xizmetê dikein. Fobiya wan li hemberî kurdan heye. Li ku derê kurdekî bikujin, kêfxweş diin. Bi vê yekê piştgiriyê ji hêzên navneteweyî digirin. Berpirsiyarê van mirinan jî Rûsya ye."
 
POLÎTÎKAYA REJÎMÊ
 
Koçer bal kişand ser hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de jî û diyar kir ku tifaqeke gengaz dê zirareke mezin bide herêmê. Koçer got: "Pêwendiya MÎT'ê û îstîxbarata Sûriyeyê ji bera berê de didome. Ji bo wan Rêvebiriya Xweser talûke ye. Hem Tirkiye hem jî rejîma Sûriyeyê Rêvebiriya Xweser wekî dijminê xwe yê sereke dihesibînin. Di vî warî de hevkar in. Rejîma Sûriyeyê bi xwe jî li ber lîstina bi demografiya Sûriyeyê ranabe. Ji lew re polîtîkayeke li ser şikandina vîna gelê Sûriyeyê tê meşandin. Dixwazin bi siyaseteke hevpar Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qels bikin û ji holê rakin. Ez vê tifaqê tenê bi vê yekê re girênadim. Erdogan di sala 2015-2016'an de bi awayekî eşkere got, 'Beşar Esed dîktator e, sed hezar mirov kuştin, divê li dadgehan bê darizandin, sûcê şer kir.' Lê piştî ku polîtîkaya wî ya 'çokşikandinê' bi ser neket, vê carê rabû got, 'tu derdekî me bi Sûriyeyê re tune ye, derdê me tenê bi hin hêzên li wir re heye.' 180 derece li dora xwe zîvirî. Ev durûtî ye. Siyaseteke gelek bêexlaqî meşandin."
 
REJÎMÊ HIŞYAR KIR
 
Koçer îşaret bi wê yekê kir ku dê Sûriye bi tifaqeke gengaz a bi Tirkiyeyê re têkeve nava çiravê û got: "Dewletek nikare bi dewleteke ku êrişê tîne ser wî rehevalbendiyê bike. Li tu derî nehatiye dîtin ku dewlet rabe bi dewleteke ku welatiyên wê dikuje re tifaqê çêbike. Divê rejîma Siryeyê baş zanibe ku tifaqa bi bi Tirkiyeyê re tifaqa bi DAIŞ'ê re ye."
 
‘TIRKIYE DIVÊ JI SÛRIYEYÊ DERKEVE'
 
Koçer bilêv kir ku Tirkiye polîtîkaya parçekirina herêmê dimeşîne û got: "Her êrişeke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinûve vejandina DAIŞ'ê ye. Her êriş ji bo xurtkirina DAIŞ’ê ye. Bila bê zanîn ku DAIŞ bi wî destî girtiye. Lewma em li dijî vê tifaqê ne. Kî bi Tirkiyê re vê tifaq bike, nikare behsa ewlehî, aramî û yekîtiya axa Sûriyeyê bike. Ev tifaq gelek xeternak e. Beriya her tiştî divê Tirkiye ji Sûriyeyê derkeve."
 
'ME BIXWESTA MEYÊ SÛRIYEYÊ PARÇE BIKIRA'
 
Koçer bal kişand ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve yekparebûna Sûriyeyê diparêze û got: "Herin li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de binêrin. Zimanê wan tirkî ye, hişmendiya wan tirkî ye, pereyê wan ê Tirkiyeyê ye. Tenê zelalkirina sînor û radestkirina van deran maye. Em naxwazin parçe bikin. Ev derew e. Eger me bixwesta Sûriyeyê parçe bike, heya niah me yê ew parçe bikira. Stratejiya me û pergala me ya siyasî ne parçekirin, parastina yekparbûna axa Sûriyeyê ye. Me bi hezaran şehîd, birîndar dan û em hê jî ji bo parastina axa Sûriyê didin. Lewma divê hikûmeta Sûriyeyê siyaseta me û felsefeya me fêm bike."
 
'DÊ TIFAQ SÛRIYEYÊ PARÇE BIKE'
 
Koçer destnîşan kir ku ji bo hilbijartinên pêşwext pêwîstiya Erdogan bi "serketinê" heye û got, ev êriş ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê pêk tên. Koçer got: "Tirkiye dı nava xwe d epeqıyaye. Vê yekê jî bi êrişa li ser derve pêk tîne. Dixwaze gel ber bi xwe ve bîne û ji bo vê jî dixwaze di warê eskerî de bi ser bikeve." 
 
Koçer anî ziman ku ger Sûriye hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl bike, ev dê bibe sedema parçebûna welêt. 
 
‘CÎHAN DI XETEREYÊ DE YE'
 
Koçer anî ziman ku divê gel li dijî êrişên muhtemel ên dewleta Tirkiyeyê xwe birêxistin bikin û wiha got: "Divê em şerê gel ê şoreşgerî pêş bixin. Ew bi hêzên navneteweyî re bûn tifaq. Ev hêz wê me neparêzin. Ji ber vê yekê divê em xwe biparêzin. Kes nikare gelê ku dest ji axa xwe bernade û wê diparêzw têk bibe. Dixwazin bajaran bombebaran bikin û vala bikin. Dixwazin bi awayekî berfireh êrişî wan bikin. Li hemberî van êrişan divê em xwe biparêzin. Şerekî taybet li dijî me tê meşandin. Divê bi çanda berxwedaneke neteweyî têkoşin bê kirin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin. Em ê bi hêza xwe têbikoşin. Em bêrûmetiyê qebûl nakin. Em dibêjin ger îstiqrar û ewlehiya Bakurê Sûriyeyê xera bibe, dê ya hemû cîhanê xera bibe. Ji lew re DAIŞ li vir e. Bi hezaran DAIŞ'î li vir di zindanan de ne. Me ji bo parastina mirovahiyê 12 hezar şehîd û 25-30 hezar birîndar dane. Lê îro ger mirovahî li ber van êrişan xwe li nebihîstinê deyen, tenê ne Sûriye, dê ewlehiya hemû cîhanê ber bi xeteriyê ve biçe.”

Sernavên din

04/09/2022
16:19 7 partî û rêxistin: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
16:08 ‘Em ê heta dawî vîna xwe biparêzin’
15:12 Baroya Şirnexê û Colemêrgê ji bo Semra Guzelê daxuyanî da
15:02 DAKAP: Bila desthilata mêr baş bizanibe ku em jin serî natewînin
13:35 Bûldan: Semra Guzel serê xwe netewand, ji desthilatê re bû ders
12:27 Malbata Şenyaşar: Em tenê edaletê dixwazin
12:26 Li Zapê helîkoptereke din hate xistin
12:06 DFG: 2 rojnamevanên din hatin girtin, hejmara rojnamevanên girtî derket 79'an
11:31 ‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’
10:50 Bi çekê gef li rojnamevanan xwarin: Divê rêxistinê pîşeyî deng derxînin
10:03 Li Wanê bikaranîna hişbirê zêde bûye: Li ber deriyê dibistanan tê firotin
09:08 Rojnamevanê girtî Ataman: Lêgerîna tazî li min kirin
09:06 Li girtîgehê silavdayîn jî hatiye qedexekirin!
09:05 Li dijî lîsteya terorê 23 hezar îmze berhev kirine
09:01 Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin
09:00 29 sal derbas bûn: Hem êşa wî hem jî serbilindiya wî mezin e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2022'YAN
03/09/2022
22:55 Parlementera HDP'ê Semra Guzel hat girtin
22:17 Semra Guzel: Xwestin serî bitewînim, lê min netewand
20:12 Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
18:59 Îfadeya Semra Guzelê ya li dozgeriyê bi dawî bû
18:49 Binçavkirina Semra Guzelê şermezar kirin
16:59 Di çalakiya malbatên girtiyan de tundî û binçavkirin
16:36 Li Zapê helîkopterek Skorsky hat xistin
16:32 Li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê banga berdana girtiyên nexweş kirin
16:32 Li Êlihê li kujerên Sîncar, Kiliç û Ozdemîr hatin pirsîn
15:26 Hewldan ku serê Semra Guzel bitewînin
14:57 Erdogan, bi Putin re axivî
14:51 Dayikên Şemiyê dê giliyê polîsên êriş birin ser wan bikin
13:43 Hat îdiakirin ku li Hezexê 2 leşker bi ‘xeletî’ birîndar bûne
13:24 Baroya Mêrdînê: Divê ji bo kuştina Kara lêpirsîn bê destpêkirin
13:17 Xizmên Windakiriyan xwestin kujerên Hatîce Atalay bên dîtin
12:58 Meclisa Jinan a HDP’ê: Semra Guzel îradeya me ye
12:51 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma
12:05 Semra Guzel sewqî edliyeyê kirin
12:05 Rojnamevanên gefa kuştinê li wan hat xwarin: Em li ser karê xwe ne
11:31 MÎT'ê 3 hunermendên Efrînî li Stenbolê revandin
11:04 Li 4 bajarên mezin rapirsî: HDP yekemîn e, AKP têk diçe
10:46 Ji Malbata Şenyaşar bo Bozdag: Di hiqûqê de cotstandartî heye
10:37 Girtiyê nexweş ku li ber mirinê ye hat tehliyekirin
10:24 ÎHD: Divê rayeya bikaranîna çekan a polîsan bê sînordarkirin
09:34 Parêzerên ku bi Guzel re hevdîtin kirin, îdiayan derewandin
09:07 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'ê: Armanc çareserkirina pirsgirêkan e
09:06 Dîroka bajêr bi xalîçeyan dide nasîn
09:04 Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê qedexeya Walîtiya Amedê de biryara binpêkirinê da
09:02 Rapora otopsiyê ya mirina bi guman: Bila bi lêpirsîna edlî bê ronîkirin
09:01 Încîn: Girtîgeh divê ji aliyê heyetên serbixwe û bêalî ve bên kontrolkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2022'YAN
02/09/2022
21:24 Semra Guzel hat binçavkirin
21:20 Genel-Îş: Dest nedin nanê karkeran
20:48 Kesên li Bazîdê hatin binçavkirin hatin berdan
17:34 ÎHD’a Rihayê ‘Nobeda Aştiyê’ da destpêkirin
16:15 Li girtîgehê mirina biguman
15:57 ‘Bila derbarê polîsên gef li rojnamegeran xwaribûn de lêpirsîn bê destpêkirin’
15:57 Gulîzar Kahraman: Ez naxwazim bêm kuştin
15:06 Bi dozgerê Girtîgeha Kiriklarê re hevdîtin kirin: Bila tecrîd bê rakirin
14:40 Sancar bertek nîşanî kuştina li Midyadê da: Bêcezahiştin bûyeran zêdetir dikin
14:37 Polîsan êrişî kesên li dijî hişbirê daxuyanî didan kir
14:25 Daxwaza di 1’ê Îlonê de derket pêş: Ji bo Abdullah Ocalan azadî
14:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
13:53 Lêpirsîna rojnameger Deger bi biryara neşopandinê bi encam bû
13:34 Polîsan li Wanê bi demançeyê gefa kuştinê li rojnamevanan xwar
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:14 Parêzer Sarica: Heke Tirkiye ‘mafê hêviyê’ pêk neîne wê danekirin bikevin rojevê
13:05 Ji şahidê veşarî yê Doza Kobanê îdiayên kopî bike-bizeliqîne
12:47 Emîne Şenyaşar: Heya edalet neyê ez ê ji vir ranebim
12:47 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:41 Şaredariya CHP’î piştî bertekan ji bo konserê eywan da
10:40 Li Cizîrê ciwanekî hewl da ku xwe bikuje
10:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Hakan Arslan bi meşaleyan meşiyan
10:11 Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt
09:39 Artêşa tirk êrişî nûçegihanên ANHA'yê kir
09:08 Birayê girtiyê nexweş Yalçin: Ev meseleya hemû civakê ye
09:06 'Oldarên piştgiriyê didin AKP'ê zilma wê rewa dikin'
09:04 'Neqşerêya Tifaqa Ked û Demokrasiyê amade ye'
09:02 'Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê muxalefeteke rast bike'
09:01 Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Bolûyê 'mafê sohbetê' qedexe kir
09:00 ROJEVE 2'YÊ ÎLONA 2022'YAN
01/09/2022
22:10 Ciwanê ku polîsan gule berdabûyê jiyana xwe ji dest da
22:02 Li Kadikoyê bi sedan kesî li dijî şer îşaret bi aştiyê kir
19:41 Ji Enqereyê peyama 1'ê Îlonê: Tevgera aştiyê peywîreke jiyanî ye
18:45 Doza Kobanê: Faîl li derve ne lê dozger tune ye
18:44 Sancar: Divê em tifaqa dijî şer ava bikin
17:37 Bûldan: Pêkanîna aştiyê bi rakirina tecrîdê mimkin e
17:26 Di Nobeta Edaletê de daxuyaniya 1’ê Îlonê: Aştî li Îmraliyê ye
16:57 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Şaredariya Silopiyayê kir
16:55 ÎHD dê dest bi çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ bike
16:44 Li gelek bajaran daxuyaniya 1’ê Îlonê
16:21 Polîsan li Midyadê ciwanek bi giranî birîndar kir
16:10 Delala du mehî li girtîgehê bêşîr û bêav maye!
16:10 Jinan pankarta ‘Bila Aysel Tûglûk bê berdan’ bi Pira Malabadî ve daliqandin
15:47 Polîsan ji malbatên girtiyan re got: Daxwazên xwe di mitînga HDP’ê de bînin ziman.
15:43 Polîsekî gef li parêzerek Doza Kobanê xwar
15:41 Li Amedê 468 sazî û dezgehan banga aştiyeke mayinde kirin
15:27 Baroya Amedê: Divê daraz di êrişên nijadperest de bi rola xwe rabe
14:56 Malbata Şenyaşar ‘Pêşengeha Edaletê’ vekir
14:41 Doza Kobanê: Banga me li dijî hovitiya DAIŞ’ê kirî ne sûc e
14:19 Li Colemêrgê binefserek hate kuştin
14:03 ‘Wê lawê min bikujin’
13:34 Siyasetmedarê kurd Abdûrrahman Yildirim jiyana xwe ji dest da