21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e

  • rojane
  • 09:04 28 Tebax 2022
  • |
img
 
MÊRDÎN - Sekreterê TMMOB'ê yê Mêrdînê Aydin Aslan diyar kir ku qezaya li Dêrikê ku 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû, ji ber îhmalkariyê pêk hatiye û got, proje nehatine pêkanîn, heman xetere li hemû navçeyan heye û canê gel "erzan" tê dîtin.
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê Tebaxê de 2 TIR’ên ku ji Tesîsên Etî Bakir a Cengîz Holdînga bar hilgirtibûn û bi rê ketibûn, di rê de qeza kiribûn û bûbûn sedema mirina 21 kesan. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Dêrikê jî derbarê qezayê de biryara "qedexeya weşanê" dabû, lê derketibû holê kur di qezayê de gelek îhmalkarî hene. Derketibû holê ku Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) ji bo rêya ku qeza lê çêbûbû pêşniyaz kiribû ku rê li ber wesayîtên tonajgiran bê girtin, lê pêşnîyaza wê ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrikê û Amîrtiya Polîsan a Dêrikê ve nehatibû bersivandin û bi vî awayî çûnhatine wesayîtên tonajgiran dewam kiribû. Her wiha hat hînbûn ku projeya rêya hawirdorê ya Dêrik-Şemrexê jî 18 meh berê temam bûye, lê hê jî dest bi çêkirina wê nehatiye kirin. 
 
TMMOB: BILA RÊ JI TIR'AN BÊ GIRTIN
 
Baroya Mêrdînê di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de îşaret bi wê yekê kiribû ku berpirsiyarî tenê ne ya ajokarên her du TIR'an e û gotibû, heçî kesên îhmala wan di vê bûyerê de heye hemû bên darizandin. Lijneya Koordînasyona Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê jî, îhmalkariyên di qezayê de yek bi yek bi rêz kiribûn û bang kiribû ku rêya di nava Dêrikê re derbas dibe ji bo çûnhatina TIR'an bê girtin. 
 
JI BO HEMÛ NAVÇEYÊN BAJÊR TALÛKE YE
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê Aydin Aslan, têkildarî îhmalkariyê di qezayê de û tevdîrên divê bên girtin de axivî. Aslan destnîşan kir ku tenê Dêrik hemû navçeyên bajêr bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Aslan anî ziman ku çavkaniya pirsgirêkê "helwesta dudilî ya dewletê ya li hemberî herêmê" ye û got, îhmala sereke ya li Dêrikê ew e ku piştî qezaya ewil, li herêmê tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin. Aslan bilêv kir ku ev yek rê li ber qezaya duduyan vekiriye. Aslan da zanîn ku rê kontrol kirine û dîtine ku têkildarî rê hin pirsgirêk hene û got, lewheyên hişyariyê kêm in û wesayîtên tonajgiran ên di rê de diçin û tên bêyî tevdîr bên standin destûra wan hatiye dayîn. 
 
‘HELWESTEKE DUDILÎ'
 
Aslan anî ziman ku Cengîz Holdîng xwezaya herêmê talan dike û di gelek waran de dibe cihê pirsgirêkan û got, ji bo Cengîz Holdîng bar veguhêzîne tesîsên Etî Bakirê ji Amedê heta Şemrexê pergala rêhesiniyê hatiye çêkirin û got: “Eger karibin vê bikin, dikarin ji bo wê rêyê jî tevdîran bigirin. Dikaribûn tevdîran bigirin. Mixabin canê gelê me erzan dibînin. Di hin rewşan de, tiştên dualî çêdibin. Pêkanîneke li vir û ya li bajarekî din ne wekî hev e. Dikaribûn vê yekê li gor çûnhatina TIR'an çêbikirana. Qet nebe dikaribûn rampeyeke revê çêbikirana. Ger rampayeke revê yê bi qasî 50-100 metreyî dûrê Dêrikê hebûna, dê pêşî li ber vê karesatê bihatana girtin. Lê ji ber ku li hemberî gel xwedî pêşdarazî ne, wê wekî amûrek gefê bi kar tînin."
 
PROJE TUNE ÎCRAET TUNE!
 
Aslan da zanîn ku hemû wesayîtên tonajgiran di nava bajêr re derbas dibin û dibin sebeba qezayan û got: “Lê di bin navê 'projeya rêya hawirdorê' de her tim ewarekirinek heye. Mixabin nayê pêkanîn. Yên ku pesnê xwe bi gelek rêyan didin, tenê rêyên li ber çavan çêdikin. Dibêjin em ê ranteke çawa bi dest bixin, çawa rayan bi dest bixin. Ji bo Artuklûyê jî ev nêzî 5 sal in dibêjin 'proje heye' lê nayê pêkanîn.”
 
‘JI BER KU RANT TUNE YE NAYÊ ÇÊKIRIN'
 
Aslan bilêv kir ku sedema nebûna kontrolê ew e ku TIR ên kê ne û barên kê dikişînin. Aslan got: “Ev bêhiqûqîtî û bêedaletî li her derê heye. Îro dema karek bê kirin an jî xizmetek bê kirin, gava tê de rant tune be nayê kirin. Ma gere li Artûklû, Qoser an jî Dêrikê felaket rû bidin? Li Artûklûyê TIR di nava bajêr re derbas bibin. Rêya Hevrişimê rêyeke navneteweyî ye, rojê belkî bi hezaran TIR diçin û tên û hemû jî di nava bajêr re derbas dibin." 
 
PÊŞNIYAZ
 
Aslan anî ziman ku li hemberî qezayan Pergala Kontrola Elektronîkî pêkan e û ev pêşniyaz kirin: "Zêdekirina kontrolê, lênihêrîna wesayitên tonajgiran, tesbîtkirin û çareserkirin pirsgirêkên rêyan, cîbicîkirina projeyên rêyên hawirdorê û di nava bajêr re qedexekirina çûnhatina wesayîtên tonajgiran." 
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

01/09/2022
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir