Di dema sewqa ji bo ATK'ê 4 rojan xwarin nedane Bazo Yilmazê hat qetilkirin

  • rojane
  • 09:03 28 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Derket holê ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de hat qetilkirin, di sala 2021’ê de gava sewqî ATK’a Stenbolê hatiye kirin, bi hinceta ku "pereyê wî" tune bûye di rê de cendirmeyan 4 rojan xwarin nedaye wî. 
 
Hat hînbûn ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) ku di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 2'yan hat qetilkirin, di dema sewqkirina Saziya Tiba Edlî (ATK) de 4 rojan xwarinê nedane wî. 
 
Hat diyarkirin ku Yilmazê di 8'ê Sibata 2021'ê de ji ber nexweşînên xwe yên giranbûyî sewqî Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatiye kirin, di 4 rojên rêwîtiyê de tu lazmatiyek wî nehatiye bicîanîn. Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand nîşeyên ku Yilmaz bi xwe nivîsîne. Di vê nîşeyê de ku hevalên qawîşê yên Bazo Yilmaz gihandine malbatê, hatiye nivîsandin ku di rêwîtiyê de cendirmeyan bi hinceta "pereyê wî tune ye" xwarin nedane wî. Nîşeyên ku Yilmaz ew nivîsîne ev in: 
 
‘XWARIN XWARIN TIŞTEK NEDAN MIN'
 
“8.02.2021 saet 08.00: Derketina ji Rihayê. 
   16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin, tiştek nedan min.
   20.00: Li Bolûyê xwarin xwarin, tiştek nedan min. 
   24.00: Li Metrîsê mam. (Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Metrîsê)
09.02.2021     : Li Metrîsê nîvro û êvarî xwarin dan.
10.02.2021 saet 08.00: Ji Metrîsê ber bi Tiba Edlî ve (Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî)
   11.00: Vegera ji Tiba Edlî. 
   19.00: Em li Sîncana Enqereyê razana, dîsa xwarin tune.
11.02.2021 saet 11.00: Derketina ji Sîncana Enqereyê.
   16.00: Li Pozantiyê xwarin xwarin. 
   19.00: Li Baxçeyê Osmaniyeyê çay vexwarin. 
   23.00: Em gihaştin Riha T2'yan."
 
‘JI BER PERE TUNE XWARIN JÎ TUNE'
 
Yilmaz, tiştên ku di wê rêwîtiyê de hatine serê wî û ew nivîsandine ji hevalên xwe yên odeyê re jî gotine. Yilmaz, di nîşeyên xwe de diyar kiriye ku di roja ewil a rêwîtiyê de li Pozantiyê sekinîne û gotiye: "Em çar rojan çûn û hatin, xwarin nedan min. Dema ku li Pozantiyê, nîvro ji bo navrojê navber hat dayîn, cendirmeyan derî vekir û ji min pirsîn bê ka pereyê te heye yan na. Ji ber ku ne mimkun e ku pereyê nakît bi girtiyan re hebe, min got tune ye. Peywirdar ji min re got, 'pere tune be, xwarin jî tune ye.' Wan xwarin xwar, lê nedan min. Rojên din jî bi hinceta ku pereyê min tune ye xwarin nedan min.” Yilmaz wê demê ji bo malbata wî li ber nekeve ji hevalên xwe yên odeyê rica kiriye wan nîşeyan bi çapemeniyê re parve nekin. Yilmaz piştî sewqê bi salekê hevdîtin bi xizmên xwe re kiriye û behsa vê sewqa navboriye kiriye û gotiye: “Salek derbas bû lê min pir zehmetî kişand. Di rê de tasek av jî nedan min. Ez birçî çûm, birçî hatim.”
 
‘DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Li gorî xala 4’an a Rêziknameya Derbarê Îaşeya Personelên Girtîgehan û Mehkûm û Girtiyan de: “Xweyîkirina personelên li ser kar û girtî û hikumxwaran wekî hev e. Ji bo personelan xwarin û tabldotên taybet nayên dayîn. Ji bo girtî û hikumxwar û perosnelên sewqî dadgeh û nexweşxaneyê tên kirin kûmanya tê dayîn." Çendî di rêziknameyê de wiha hatibe nivîsandin jî, lê bi awayekî "kêfî" xwarin nedane Yilmaz. Yilmazê ku di dema sewqkirinê de 4 rojan xwarin nedane wî, ATK rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. 
 
‘LI SER SEDYEYÊ MIRINA BI KELEMÇE’
 
Yilmazê ku li girtîgehê tenduristiya wî xirab bûye, di 13'ê Tebaxê de rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Têkildarî rewşa Yilmaz parêzerên wî cardin ji bo sewqî ATK’ê bê kirin serî li dozgeriyê dane. Dozgeriyê jî biryar daye ku Yilmaz sewqî Lijneya Pisporiyê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bê kirin ku Yilmaz di 8'ê Sibata 2021'ê de sewqî wê hatibû kirin û ATK'ê rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dabû wî. Lê belê bi hinceta "ewlehiyê" dema sewqkirina wî nehatiye ragihandin. Gava Yilmaz di 18'ê Tebaxa 2022'yan saet di 23.45'an de jiyana xwe ji dest daye, hatibû îdiakirin destê wî bi sedyeyê ve kelemçekirî bûye. Hatibû hînbûn ku berî Yilmaz jiyana xwe ji dest bide bi rojekê dê cardin sewqî Serokatiya ATK'ê bihata kirin. Di forma epîkrîzê ya nexweşxaneyê de mirina Yilmaz wekî "mirina xwezayî" hatiye tomarkirin. 
 
‘NIKARE ÊDÎ GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE'
 
Li girtîgehê hevalên odeyê yên Yilmazê ku bi amûra oksijenê jiyana xwe didomand, di 20'ê Sibatê de faksek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê re şandine û gotine: "Bazo Yilmaz ev demeke dirêj e di halekî wisa de ye ku hema bibêje tenê dikare çend pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne. Di nava nivînan de ye. Em hevalên wî ku her tim li cem wî ne, em naxwazın rapora wî ya 'dikare di girtîgehê de bimîne' lêpirsîn bikin. Lê belê tiştam dizanin ev e ku qethiyen nikare demek din jî di girtîgehê de bimîne." 
 
NEXWEŞIYA PIŞIKA KRONÎK, ASTIM
 
Bazo Yilmaz di 12'ê Kanûna 2016'an de ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tevî 284 kesan hatibû binçavkirin. Yilmaz tevî ku nexweşiya pişikê ya kronîk (COPD) û astimê pê re hebû jî 25 rojan di hêwaneke sporê ya şert û mercên wê xirab de di binçava de mabû û paşê tevî 80 kesan hatibû girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

01/09/2022
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir