Ji bo mafê xwe yê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye, dayika wî jî li ber girtîgehê ye

  • rojane
  • 09:02 28 Tebax 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Girtiyê nexweş Ekîm Polat ku bi îfadeya şahidê veşarî 24 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji bo "mafê tenduristiyê" di greva birçîbûnê de ye û dayika wî Songul Îlker jî li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îlker dixwaze daxwazên kurê wê bên qebûlkirin.
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û di van demên dawî de girtîgeh bi mirina girtiyên nexweş cardin di rojevê de ne. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 65 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji serê sala 2022’yan heta niha 22 jê nexweş 45 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
 
ÇALAKIYÊN DÊ Û LAW
 
Girtiyên nexweş ên ku nayên dermankirin dest bi greva birçîbûnê dikin û malbatên wan jî li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê li dijî binpêkirinan çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Ji girtiyên ku li girtîgehê nayê dermankirin yek jê jî Ekîm Polat ê 24 salî ye. Polat ji ber ku nayê dermankirin 28 roj in li Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê di greva birçîbûnê de ye. Dêya wî Songul Îlker jî ji bo daxwazên kurê wê yên ji bo mafê tenduristiyê û daxwazên wî yên din bên qebûlkirin 12 roj in li ber Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê çalakiya rûniştinê li dar dixe. 
 
SENARYOYA GIRTINÊ
 
Polat dema di sala 2013'an de beşdarî berxwedana Geziyê bûye bombeyeke gazê li lingê wî ketiye û ji ber vê birîndar bûye û hatiye binçavkirin. Polat ku di binçavan de îşkence lê hatiye kirin, piştre hatiye berdan û salek bi şûn de beraet kiriye. Polat di 5'ê Îlona 2016'an de li Îkitelliya Stenbolê hatiye binçavkirin û nêzî 1 mehekê li midûriyeta polîsan hatiye girtin. Di roja 22'yan a binçavkirina wî de li Kuçukçekmeceya Stenbolê kamyonek hatiye şewitandin. Di binçavan de polîsekî ji Polat re gotiye: “Te ev tişt kiriye. Em ê vê bûyerê têxin stuyê te." Paşê şahidekî veşarî îfade daye ku kiryarekî vê bûyerê jî Polat e. Piştî vê Polat di 30'yê Îlona 2016'an de sewqî dadgehê hatiye kirin û hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Metrîsê.
 
24 SAL CEZA
 
Şahidê veşarî ku îfade li ser Polat dabû, paşê li dadgehê diyar kiribû ku îfadeya wî bi îşkenceyê hatiye girtin. Lê belê dîsa jî bi îdiaya “rêvebirê DHKP-C"yê 24 sal cezayê girtîgehê li Polat hatiye birîn. Polat ku nêzî 6 sal in girtî ye ji Girtîgeha Metrîsê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Sîlîvrî, Bandirma, Manîsa Akhîsar û herî dawî jî sirgûnî Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê hatiye kirin.
 
JI MALBATÊ RE NEGOTIN
 
Polat ku beriya bikeve girtîgehê tu pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tune bûne û li Girtîgeha Sîlîvriyê bi vê nexweşiyê ketiye. Polat ku ji ber nexweşiya xwe li Sîlîvriyê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, bi nexweşiya akromegalî (mirovê dêw) ketiye. Lê belê haya malbatê pê nehatiye xistin û bijîşkan ji rêvebiriya girtîgehê re gotine divê Polat ji bo dermankirinê li nexweşxaneyê bimîne. Lê bi hinceta kêmbûna personelên eskerî Polat nehatiye dermankirin û ew cardin şandine girtîgehê. Piştî wextekê nexweşînên Polat zêde bûne. Ji ber nexweşîna akromegaliyê organên wî tim mezin dibin û ji ber vê zirar digihê laşê wî. Di mejiyê wî de ûr çêbûye. Eger emeliyat nebe xetereya mirinê heye. Her wiha çavên wî jî xera bûne, dilê wî, gurçikên wî û madeya wî jî nerihet in û şekir lê peyda bûye û bi KOAH'ê jî ketiye. Ji xeynî vê Polat du caran qeyrana dil derbas kiriye, lê dîsa jî mafê wî yê dermankirinê tê astengkirin. 
 
ALÎ RIZA YILDIRIMÊ ÎŞKENCEKAR 
 
Dayika Polat Songul Îlker têkildarî astengkirina mafê dermankirinê yê kurê xwe û çalakiya xwe ya li ber girtîgehê axivî. Îlker anî ziman ku ji roja kurê wê hatiye Girtîgeha Denîzliyê heya niha ji aliyê midûrê yekem Alî Riza Yildirim ve rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye. Îlker diyar kir ku ji bo astengiyên li pêşiya dermankirina kurê wê bên rakirin çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne û kurê wê jî li dijî desteserkirina mafê tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye û ev yek tenduristiya wî hîn bêtir ber bi xetereyê ve dibe. 
 
'JI BO BIMIRIN ÇI JI DESTÊ WAN TÊ DIKIN'
 
Îlker bilêv kir ku ne pêkan e ku kurê wê di şert û mercên girtîgehê de bê dermankirin û wiha got: "Divê demildest wî rakin nexweşxaneyê û derman bikin. Girtîgeh û nexweşxane hevkariyê dikin. Kurê min diçe nexweşxaneyê lê nayê muayenekirin. Pêdiviya wî bi derziyê heye, lê rayedar dibêjin 'ev derzî li 81 bajaran tune ye.' Min lêkolîn kir, ev derzî heye. Ji bo ku nexweşiya wî pêş bikeve jî derziya şaş lêxistin. Ew şandin polîklînîkên şaş. Pêdiviyên wî yên kantînê nayên dayîn. Ev îşkence ye. Pêwîst e her kes vê rewşê bibîne û bibihîze. Mafê dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, ji bo mirina wan hewldanek mezin heye."
 
'NAXWAZIM KURÊ MIN BIMIRE'
 
Îlker bilêv kir ku wextê kurê wê pir nemaye û wiha berdewam kir: "Ez naxwazim kurê min bimire. Bila daxwazên kurê min rojek berî rojekê bên qebûlkirin. Êdî bila girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin. Tim cenaze ji hundir derdikevin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest didin jî hincetên wekî ''qeyrana dil, ketiye erdê, xwîn çûye ser mêjî' tên derpêşkirin. Yek ji vana jî ne hincet in û divê mirov vê yekê fêm bike. Girtî li hundir ji ber nasnameya xwe ya nijadî tên qetilkirin."
 
'ÊN BI VÊ NEXWEŞÎNÊ ZÊDE NAJÎN'
 
Îlker anî ziman ku kurê wê bi nexweşiya akromegaliyê ye û ev tişt gotin: "Piştî kurê min hat Girtîgeha Denîzliyê, ez hîn bûm ku bi vê nexweşiyê ketiye. Yên ku bi vê nexweşiyê ketine zêde najîn. Piştî emeliyatê jî divê tim di kontrola bijîşk de bin. Ez dixwazim mafê dermankirinê yê kurê min pêk bê."
 
MA / Delal Akyuz
 
 

Sernavên din

01/09/2022
13:10 Malbatên girtiyan: Werin em li ber Edliyeya Amedê dest bi greva birçîbûnê bikin
12:28 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:19 Beriya cenaze di kîsik de bê teslîmkirin leşker bi malbatê gorê didin kolandin
12:17 HDP dest bi xebatên hilbijartinê dike
11:51 Li Erziromê 3 kes hatin binçavkirin
11:31 Kazimî bi Biden re axivî
11:20 Constantini yê Hakan Arslan xêz kir: Wêneyekî zindî bû
10:52 Zilaman 2 jin qetil kirin
10:18 Li Bestayê birîna daran zêde bû: Êdî dar bi TIR'an tên veguhezandin
10:10 Dayika 72 salî ji bo kurê xwe yê nexweş di Nobeta Edaletê de ye
09:45 Tevî hişyariya ‘ez ê bimirim’ jî daxwaza berdana wî hatiye redkirin
09:05 Fîgen Aras: Bingeha şeran desthilat in
09:01 Gelo 6 cenaze di 3 goran de hatine veşartin?
09:00 Jinên li hala zebze dixebitin: Taciz heye, meaş kêm e, mesaî zêde ye
09:00 Gola Wanê bi xetereyek mezin re rû bi rû ye
09:00 ‘Desthilatê xwegihandina tenduristiyê veguherandiye kaosê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2022'YAN
31/08/2022
21:42 Sutçu yê ku bi çekê êriş biribû ser HDP'ê hat berdan
20:04 Dayikên Aştiyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin
18:20 Li herêma ku dar lê tên birîn şewat derket
18:14 Ji bo piştevaniyê qert ji girtiyan re şandin
16:47 Li Bazîdê Platforma Têkoşîna bi Hişbirê re hate avakirin
16:34 Ji Îzmîrê û Denîzliyê ji bo edaletê bang kirin
16:18 Di Doza Kobanê de dadger parastina bi tirkî ferz kir
16:04 Doz li rojnamevan Çaglar û Gultekîn hat vekirin
16:04 Ji bo mitînga li Silopiyayê cihên çûnê hatin diyarkirin
15:49 Faîlê tecawizê bi parastina ‘rezayê’ hat berdan
15:32 Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:32 Li dijî talankirina xwezayê dê li Çiyayê Cûdî meş bê lidarxistin
15:14 Giliyê polîsên ku lêgerîna tazî kiribûn kirin
15:00 ‘Divê Makbûle û Hadî Ozer tavilê bên berdan’
14:34 Li Efrînê dîmenên talankirina daran hatin weşandin
13:44 Lêpirsîna 15’emîn derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin
13:24 Li Kampa Holê 11 kes hatin binçavkirin
13:08 Li Konyayê di navbera malbatan şer: 2 kes hatin kuştin
12:56 Malbatên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin
12:56 Girtiyên nexweş ên giran 4 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
11:42 Zilma li malbata Arslan hatiye kirin li gund jî berdewam kiriye
11:30 ‘Aştî bi azadiya Ocalan dikare pêk were’
11:10 Dayika ku ji bo kurê xwe yê girtî dest bi Nobeta Edaletê kir rakirin nexweşxaneyê
10:43 Rêveberê Tevgera Azadî: Kujerên siyasetmedaran hikûmeta herêmê bi xwe ye
10:31 Nivîskarê Independentê bang kir ku cenazeyên kurdan bên şewitandin
10:13 Karkerê çandiniyê yê Sakaryayê: Ji ber nasnameya me êrişî me kirin
10:04 Hestiyên di kîsan de tên radestkirin: Ji duh heta îro ti tiştek neguherî
09:01 Projeya veguherandina bajêr a li Rezanê hat sekinandin
09:01 Bi hinceta heman şahid û îfadeyan tê xwestin 15 sal ceza lê bê birîn
09:00 Ji Rêvebiriya Xweser Hesen Koçer: Dê tifaqa Tirkiye-Sûriyeyê welêt têxe nava çiravê
09:00 ROJEVA 31'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:43 Welatiyan zilamê ku hewl da dest dirêjî zarokekê bike zevt kirin
07:33 Ataman a di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
30/08/2022
22:23 Dayikên Şemiyê yên hatin binçavkirin hatin berdan
20:18 Çapkin bi dirûşmeya 'şehîd namirin' hat veşartin
19:58 Midûrê girtîgehê bi mirinê gef lê xwar, dayika wî dest bi Nobeda Edaletê kir
19:08 Derbarê midûrê Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de lêpirsîn hat destpêkirin
18:08 Çapkinê ku di qonaxa dawî ya nexweşîna xwe de hat berdan jiyana xwe ji dest da
17:35 Tirkiyeyê îtîraf kir ku Abdûllah Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ bêpar hiştiye
16:38 Sadr ji kolanan alîgirên xwe kişandin, qedexe rabû
16:08 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir û 13 kes kirin binçavan
16:07 Nobeda Edaletê: Dayîna cenaze ya di kîs de şerma mirovahiyê ye
15:59 Li Wanê mirina biguman a jinekê
15:48 YBŞ: Di êrişê de 2 şervanên me birîndar bûn
15:09 Parêzerê malbata Arslan: Dozger bi çavê ‘emaneta edlî’ li cenaze nihêrî
14:59 Li Iraqê hejmara miriyan derket 25’an
14:38 Daristanên gundê Marûnisê 3 roj in dişewitin
14:12 Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin
13:24 Li Bagokê operasyona leşkerî dest pê kir
12:54 Silopiya ji bo mitînga 1’ê Îlonê amade ye
12:53 Malbatên girtiyan: Bila girtiyên me nemirin
12:44 Nîviyê dibistanê veguherandin qereqolê
12:13 Li Kampa Holê operasyon didome: 23 kes hatin girtin
12:09 Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar
11:58 Li Iraqê herî kêm 15 kes mirin, 350 jî birîndar bûn
11:52 Li Girtîgeha Kalkandereyê eşyayên girtiyan nadin wan
11:29 Reyhan Abdî û Delala du mehî hatin girtin!
11:28 Malbata Şenyaşar: Keştiya edaletê wê bigihe bendergehê
11:08 Li gundê Zêvkan operasyon hate destpêkirin: Leşker derdorê bêserûber gulebaran dikin
10:44 Ji bo daxuyaniya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tev li bûnê hate kirin
10:23 Vûrgûn: Dewlet li hemberî girtiyan sûc dike û wan dikuje
09:54 Endamê KNK'ê Ûzûn: OPCW cotstandartiyê dike
09:50 Konsera Îlkay Akkaya hat qedexekirin
09:03 Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda
09:03 Aytaç: Siyaseta 'vîna neteweyî' ya maseya şeşalî dê bibe cihê gelek Erdoganan
09:00 Jinên hezexî 5 sal in naçin şaredariyê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2022'YAN
29/08/2022
22:51 4 roj in tu xeber ji girtiyê ku gardiyanan lêxistiye nayê girtin
22:20 Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kiriklarê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:20 Piştî 7 salan cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
18:55 Çalakiya greva birçîbûnê ya Polat di roja 29'an de ye
18:41 Li Îzmîrê xeleka ji mirovan hat çêkirin
17:47 Li Sakaryayê êriş birin ser karkerên demsalî: 2 kes birîndar bûn
17:21 Tirkiyeyê êriş bir ser gundê Behreva yê Şengalê
17:18 Daxuyaniya KCD'ê ya ji bo Mexmûrê: Berdewama dijminatiya AKP-MHP'ê ya li hemberî kurda ye
16:31 Li Bexdayê qedexeya derketina derve hate ragihandin
16:17 Komeleya Jinan a Starê: Hûn nikarin bi tundiyê serî bidin tewandin
16:16 Esnafên Bazarcixê bertek nîşanî krîza aborî dan: Êdî bes e
16:09 Ji Mexmûrê bertek nîşanî êrişê dan
15:48 Di Doza Kobanê de daxwaza parêzeran hat redkirin
15:39 Li Bazîdê ji bo têkoşîna bi tiryakê re bang hate kirin
15:30 BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da
15:12 Baroya Amedê giliyê berpirsên ku cenazeye Arslan di kîs de dabûn kir