Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn

  • rojane
  • 09:04 21 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Hunermend Onûr Evîn ji bo danasîna albuma xwe ya nû ya bi navê "Em Nadin" serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenboê daye ku konserekê li dar bixe, lê şaredariyê bi hinceta "tadîlat heye" hêwan nedaye wî. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî beşdarî astengiyên li hemberî çand û muzîka kurdî û hunermendên kurd bû. Serlêdana hunermendê kurd Onûr Evîn a ji bo konserê ku di 16'ê gulanê de ji bo danasîna albûma xwe ya bi navê "Em Nadin" serî li şaredariyê daye ji bo hêwanê, ji aliyê Midûriyeta Şaxa Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta "Hêwanên me heya heyama 2022-20223'yan di talîdatê de ne" hat redkirin. 
 
Têkildarî mijarê Evîn ji ajansa me re axivî. Evîn diyar kir ku wî ji bo albûma xwe ya nû xwestiye li Stenbolê konserekê li dar bixe, lê hêwan nedane wî. Evîn got: “Me di 16’ê gulanê de ji bo konserekê ji Midûriyeta Şaxa Çalakiyên Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin hêwanek xwest. Dema me serlêdana xwe ya ewil kir şaredariyê bi hinceta 'Hûn nikarin serlêdana takekesî bikin, hûn dikarin bi rêya komeleyan bikin' daxwaza me red kir."
 
CAREKE DIN SERLÊDAN KIR
 
Evîn anî ziman ku di 2’yê Tebaxê de cara duyemîn serlêdan kirine û wiha berdewam kir: “Me ji Şaredariya Mezin pirsî ku bê çima hêwanên gel li gel tên girtin û çima hêwanan nadin me. Di serlêdana yekem de ku me kir şaredariyê got hûn nikarin serlêdana ferdî bikin û di serlêdana me ya duyemîn de jî gotin 'hevalên me agahiyên şaş dane we, we jî karibû bi daxwaznameyekê serlêdan bikira.' Me di 2’yê Tebaxê de daxwazname da şaredariyê. Sê roj bi şûn de bi telefonê li me vegeriyan û gotin, 'Hêwanên me heya heyama 2022-2023'yan di tadîlatê de ne, lewma em nikarin cih bidin we.'" 
 
POLÎTÎKAYEKE DURÛ
 
Evîn bibîr xist ku di demên dawî de li dijî muzîka kurdî êrişeke sîstematîk tê kirin. Evîn detsnîşan kir ku pergal dixwaze hunermendê xwe biafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hunermendên gel in û hunera li nava gel eda dikin. Ev bîst sal in faşîzma AKP-MHP'ê bi awayekî cidî li ser muzîk, huner û çanda kurdî disekine û wan asteng dike. Ev tenê bi desthilatdariyê ra nehat sînordarkirin. CHP û Ekrem Îmamoglû gotibûn, 'Hemû gelên kurd, laz, çerkez û elewî wê di bin rêveberiya me de wekhev bin û xwedî şert û mercên wekhev bin.' Lê piştî di hilbijartinê de bi ser ketin, hêdî hêdî rûçikê xwe yê rast nîşan dan. Divê demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên durû berdin.”
 
POLÎTÎKAYEKE DIJKURDÎ
 
Evîn destnîşan kir ku zextên li ser kurdî tenê ne li ser muzîka kurdî ne li ser çand û ziman jî didomin û wiha pê de çû: Şaredariya Mezin, tiştên ku di dema hilbijartinê de soza wan dabû bila pêk bîne. Yan na wê tu ferqa wê û yên AKP'î ji hev tune be. Divê bizanibin ku dê di hilbijartina yekem de jî biçin. Albûma ku me çêkir beriya her tiştî bersiva zext û qirkirin û tahdeya li ser xwezaya Kurdistanê ye. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, di warê hilbijartinê de bifikar e, ev jî dibe sedema polîtîkayeke dijî kurdî û kurdan."
 
EM DOZA MAFÊ XWE DIKIN
 
Evîn got: "Em hunermend doza mafê xwe dikin. Em dixwazin çand û hunera bi awayekî azad eda bikin. Îro bi dehan rêvebir hene, lê wê sibê tune bin. Lê hêwan, gel û civak mayinde ne. Divê vê rastiyê paşguh nekin."
 
MA/ Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

25/08/2022
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin
23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin