Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e

  • rojane
  • 10:25 17 Tebax 2022
  • |

DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DAD’ê Mûsa Kûlû ku desthilata AKP’ê û MHP’ê weke “berdewama hişmendiya Abdûlhamît” penase kir, wiha got: “Desthilat hewl dide elewiyên xwe biafirîne lê wê bisernekeve.”

 
Êrîşên sîstematîk ên li dijî elewiyan ku her serdemê pêş dixin û polîtîkayên desthilata AKP’ê yên cihekirinê her ku diçe zêde dibin. Xeleka herî dawî ya van êrişan di 30’ê tîrmehê de li Enqereyê bi awayekî hemwext li dijî Komeleya Jiyandin û Dançêkirinê ya Malên Çandê ya Şah-ı Merdan, Mala Cemê ya Dayika Fatma, Komeleya Gund a Gokçebel û Navenda Giştî ya Weqfa Elewî Bektaşî ya Turkmenan pêk hatin. Daxuyaniyên ji aliyê AKP'ê ve ku beriya niha bi hedefgirtina Elewiyan re zemîn ji êrîşan re amade kiribû, piştî êrîşên dawî bal hat kişandin. 
Li gel daxuyaniyên ‘şermezarkirina” êrişê, serdana Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan a li Mala Cemê ya Huseyîn Gazî bû mijara nîqaşê. Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû, daxuyani û serdana desthilatê nirxand. 
 
BERDEWAMA HIŞMENDIYA ABDULHAMÎT E
 
Kûlû, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê her beşa ku weke “yên din” tên penasekirin hedef in û wiha got: “Em bînin bîra xwe ji damezrandina komarê ve hemû beşên civakî yên din ên li welat dijîn bûne hedef. Di serdema Selçûkiyan de li Anatoliyayê ji sedî 80 zêdetir ji civaka êzdiyan pêk dihat. Di nava demê de bi polîtîkayên pişaftinê ev hejmar hate mehandin. Li Osmaniye jî berdewam kir û bi Yavûz Sûltan Selîm gihişt lûtkeyê. Bi 2’yemîn Fermana Mahmût hin tiştên din qewimîn û dema Abdûlhamît hat zêde bûn. Hişmendiya Tayyîp û Bahçelî berdewama hişmendiya Abdûlhamît in. Weke ku herkes dizane kesên Komara Tirkiyeyê bi rê ve dibin dibêjin berdewamî esas e. ” Projeya ku her kesî bike tirk û misilman, bi ferzkirina heman mantiq, heman zîhniyetê û qedandina yên din, tunehesibandin û înkarkirina bawerî, çand û zimanên cuda ev 100 sal in tê meşandin.”
 
‘PERGALA YEK ZILAMÎ DIJMINAN ÇÊDIKE’
 
Kûlû, tifaqa AKP’ê û MHP’ê weke “Dawiya senteza dewleta tirk îslam” penase kir û wiha berdewam kir: “Dema pergala yek zilamî hate asta ku nikare bi rê ve bibe neçar dimîne ku ji xwe re dijminan çêbike. Gelo hûn ê dijminan çawa hilberînin? Hûn ê civakên herî berxwedêr, lêkolîn dikin hedef bigirin û hem olî hem jî netewperestiyê bikartînin. Niha di destê dewletê de ne qozê Sûriyeyê ne jî yê Iraqê maye. Bi êrişkirina derve, çêkirina dijminan hewl dide hundir terbiye bike. Bi vê yekê dixwaze desthilata xwe hineke din li ser piyan bihêle. Ev rewşa bi rê ve nebirinê ye. Herî dawî neçar ma teslîmî Îran û Rûsyayê bibe. Em ji Esed hatin Esad, em ê ji Esad jî werin birayê Esad.”
 
‘HEWLDANA KU ELEWIYÊ XWE BIAFIRÎNE’
 
Kûlû, bi lêv kir ku welat ketiye pêvajoyeke hilbijartinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilat hewl dide elewiyên xwe biafirîne. Ji ber vê yekê bi mirovên ku wan perwerde kirine tînin serê saziyan û hewl didin wê hêzê hinek din kêmtir bikin. Serdana Huseyîn Gazî jî tam berhema vê yekê ye. Hem refleksa civakê ya li dijî vê dît. Li aliyê din jî ji bo elewiyê xwe biafirîne hewcehî bihewldaneke wisa hebû. Wê serbikevin? Qet sernakevin.”
 
‘NEÇARE HEVRÛ BIBE’
 
Kûlû, destnîşan kir ku serdanên desthilatê bêwatê ne divê hevrû bibe û wiha domand: “Derfetê AKP’ê yê hevrûbûnê nîne. Ji bo ku hevrû bibin divê dewlet hemû gunehên xwe qebûl bike. Divê ji Osmaniyê heta Komarê heta serdema niha hemû tiştan qebûl bikin. Divê bi Madimak, Mereş, Dêrsim û Şêx Seîd re hevrû bibe. Derfetê wê yê vê bike nîne. Lê heqîqet li ser piyan e. Îro nebe wê piştî 50 salên din ev pergal, dewlet bi kurdan, elewiyan, çerkezan re bi hemû civakên zilm lê kirin re hevrû bibe.”
 
‘EM DEST JI BÎRA XWE YA ÇANDÎ BERNEDIN’
 
Kûlû, destnîşan kir ku elewî dixwazin tenê bi ziman, bawerî, çand û bîra xwe bijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê weke xwediyên vî welatî ne yên din, kirêgir. Em li vir bûn. Em xwediyên vir ên esas in. Hatin vir me dilê xwe li vekir, me qet nepirsî. Lê wan hewl da me bikin köle, me jî ji bo nebin kole li ber xwe da, îro jî hewldaneke me ya em bi bawerî, çand, ziman û bîra xwe ya dîrokî bijîn heye. Em ê qet dest ji vê yekê bernedin.”
 
MA / Eylem Akdag
 
 

Sernavên din

21/08/2022
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin
09:00 Dayikên Aştiyê: Em dixwazin xeberekê ji Îmraliyê bistînin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2022'YAN
19/08/2022
22:52 Îtiraza ji bo berdana 16 rojnamevanan hat redkirin
20:14 Li Şehbayê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
19:42 Şermezakirina qeyûman: Divê têkoşîna li dijî desteserkirina îradeyê bê bilindkirin
16:25 Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin
16:16 HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir
15:54 Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin
15:49 Ozturk: Ruhê berxwedana Agiriyê li Îmraliyê berdewam dike
15:37 Xwest mirinên li girtîgehan bên lêkolînkirin
14:38 Cenazeyê Bazo Yilmaz e li girtîgehê hatibû qetilkirin bi girseyî hat veşartin
14:00 Li Golên Satê amadekariya operasyonê tê kirin
13:47 Ji bo silametiya lawê xwe çalakî li dar dixe
13:41 'Bila girtiyên nexweş bên berdan’
13:26 OHD di Nobeta Edaletê de ye
13:08 Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin
12:37 Qebûlnekirina tedawiya bikelemçe bûye sedema cezayê hucreyê
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Mizrakli: Em ê fitikekî li yên ku şaredarî kirine saziya rantê bixin
11:54 Ji bo şeva piştgiriya bi çapemeniya azad re bang kirin: Piştevanî şert e
11:28 Ji LaWje klîbek nû: Keçikê
10:26 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ û stranên kurdî kirine delîlên sûc!
10:19 Ji Wanê bertek nîşanî êrişan dan: Çi karê Tirkiyeyê li Rojava heye?
09:55 Li Silopiyayê bi derketina jinan a kolanan re navçe paqij bû
09:45 ‘AKP-MHP êrişên derveyî sînor wekî amûrên siyasî bi kar tîne'
09:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yilmaz ê hate qetilkirin hat wergirtin
09:04 'Dewlet êdî nikare pêşiya têkoşîna kurdan bigire'
09:04 Rojnamevana feminîst Duzkan: Tevgera rizgariya jinê divê bibandortir be
09:03 Cara duyemîn berdana Guven ê ku 30 sal in girtiye hat taloqkirin
09:00 Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:02 Girtiyê nexweşê giran Yilmaz hate qetilkirin
18/08/2022
23:59 Gundên Dirbesiyê û Til Temirê hatin bombekirin
22:50 HRW: Êrişa li ser Rojavayê dê zirarê bide sivîlan
18:11 6 roj in daristanên li Colemêrgê dişewitin
17:04 Li Geverê şahiya gel: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
16:50 Polîsan pankarta ku navê qurbaniyên komkujiyê li ser dinivîsî daxist
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû