Li Amedê ‘qeyûmê nepen’ 4 mûçeyan werdigire

  • rojane
  • 10:50 14 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Abdullah Çîftçî ku weke Qeymeqamê Sûrê, qeyûmê Şaredariya Sûrê, Sekreterê Giştî yê DBB’ê û Wekîlê Cîgirê Walî bi giştî 4 mûçe werdigirt, niha jî weke Cîgirê Walî hate tayînkirin. Tê gotin ku Çîftçî dê li şûna qeyûmê DBB’ê Alî Îhsan Su, dê şaredariyê weke “qeyûmê nepen” birêve bibe.
 
Di 12’ê tebaxê de bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di Rojnameya Fermî de biryarnameyek hat weşandin. 12 qeyûmên li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin jî di nav de, bi vê biryarnameyê re cihê 329 qeymeqaman û 11 midûrên emniyetê hatin guherandin. Yek ji van qeymeqamên peywira wî hatiye guherandin jî Qeymeqamê Sûr a Amedê Abdullah Çîftçî ye ku bû Cîgirê Waliyê Amedê. 
 
Qeyda Çîftçî li Sason a Êlihê ye û weke qeyûm hatibû tayînkirin. Di 11’ê îlona sala 2016’an de weke qeyûmê Şaredariya Sûrê hatibû tayînkirin. Qeymeqamê Sûrê Bîlal Ozkan di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de bûbû namzetê parlamenteriyê yê AKP’ê û Çîftçî li şûna wî hatibû tayînkirin. Çîftçî, di heman demê de weke qeyûmê şaredariyê jî hate tayînkirin. Çîftçî, 14 parselên diketin nava sînorê Zanîngeha Dîcleyê ku milkiyeta wê ya şaredariyê bû, dabû ber firotinê û bi vî awayî ketibû rojevê. Çîftçî, qadên çandiniyê bo çêkirina xaniyan vekir û bi bihayê 44 milyon û 123 hezar TL’an da îhaleyê. Îhale, di encama hewldanên rêxistinên civaka sivîl de hate betalkirin. 
 
XERCKIRINÊN DI DEMA ÇÛYÎNÊ DE 
 
Qeyûm Çîftçî, di 14’ê sibata 2019’an de 70 hezar û 210 TL pere da Qursa Qur’anê ya Nûrû Ahmediye ku li Kolana Bariş a li Cehdeya Melîk Ahmet a Sûrê ye. Mehek piştre anku du hefte beriya hilbijartinê de, bi hinceta lênihêrîn û sererastkirinê 420 hezar û 772 TL pere dan Navenda Piştgiriya Malbatî ya li heman kolanê. 
 
ŞAREDARÎ 152 MILYON TL DEYNDAR KIR
 
Piştî ku HDP’ê di hilbijartina 31’ê adara 2019’an de şaredarî dîsa bi dest xist, derket holê ku Çîftçî Şaredariya Sûrê 152 milyon TL’an deyndar kiriye. Gelemperiya deynê şaredariyê jî ji bo lêçûnên ewlekariyê û çêkirina rêyên xeyalî hatine kirin.
 
Piştî ku Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ji peywirê hate girtin, Çîftçî di 21’ê kanûna 2019’an de li şûna wê weke qeyûm hate tayînkirin. Du roj bi ser tayînkirinê re derbas nebûbûn ku Çîftçî, Midûrê Kar û Barên Çandî û Civakî ya Şaredariya Sûrê Mehmet Baytar tayînî Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîda Jînê kir. Jinên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, îstîfa kirin. 
 
JI BO QEREQOLAN BI BIHAYÊ 76 HEZAR TL’AN AL KIRÎN
 
Qeyûmê ku bi hezaran lîre pere bexşî miftitî, qursên Qur’anê û Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî dikir, di 17’ê tebaxa 2018’an de ji bo Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya li ser rêbeja Amed-Çewlikê, bi bihayê 76 hezar û 700 lîreyan al dan dirûn. Her wiha Çîftçî lêçûnên ji bo pergala kamerayan a Qereqola Cendirmeyan a Ozeklî jî pereyê şaredariyê xerc kir. Qeyûmê ku ji bo kamereyan 19 hezar û 881 TL pere xerc kirin, ji bo heman qereqolê bi bihayê 23 hezar û 600 TL’an konteynerên prefabrîk kirîn. 
 
KESÊN NELIRÊTÎ DIKIRIN XELAT KIR
 
Rêveberiya HDP’ê bi sedema ku karê kevirên parke yên bi bihayê 9 milyon TL’an pêk ne anîne, derheqê kesên bi navên A.E., N.A., H.E. ve M.T. de lêpirsîna nelirêtiyê dabû destpêkirin. Ev kes ji hêla qeyûm Abdullah Çîftçî ve hatin xelatkirin. Çîftçî, kesê bi navê N.A. ku ji ber nelirêtiyê ji kar hatibû derxistin weke wekîlê Midûrê Karên Darayî, A.E. weke wekîlê Midûrê Karên Fenê û H.E. û M.T. jî weke karmendên bipeyman girte kar. 
 
PROJEYA BI 60 HEZAR TL’AN DERKET 400 HEZARAN
 
Projeya ku hevşaredarên HDP’î di çarçoveya “bitenduristkirinê” de ji bo her kolanê 60 hezar lîre veqetandibû, di serdema Çîftçî de pêşkeşî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hate kirin û ji bo her kolanê biqasî 400 hezar TL pere hat dayîn. 
 
Her wiha Çîftçî navê Taxa Kitilbil a Sûrê jî weke Taxa “Fetîh” guherand û ji ber vê mijarê jî bûbû rojev. 
 
LÊÇÛNÊN MÎHRÎCANA KEZEBÊ
 
Çîftçî, Şaredariya Of a Trabzonê weke şaredariya bira ragihandibû û bi wê şaredariyê re îhaleya Mîhrîcana Kezebê lidar xist. Îhaleya ku ji bo Of’ê bi rêya bazariyê hatiye dayîn, bi bihayê 440 hezar û 300 TL’an dan Kargeha Lîmîted a Înşaet Xurek û Organîzasyon Peydarkirin Pîşesazî û Bazirganiyê. Peyman, di 3’yê hezîranê de hat lidarxistin û rojek piştre jî mîhrîcan dest pê kir. Mimkin nîne ku heta mêvanên Amedê jî di rojekê de bigihijin Of’ê lê nayê zanîn bê ka amadekariyên mîhrîcanê çawa hatine temamkirin. 
 
RÊYA MEDRESEYA HÎZBÛLLAHÊ QÎR KIRIN
 
Medreseya bi navê “Kuliyeya Şêx Ehmed Şorşîbî” ya Yekitiya Alim û Medreseryan ku girêdayî Hîzbûllahê ne, di 12’ê tîrmehê de li Taxa Çarikliyê hate vekirin û qeyûm Çîftçî rêya vê medreseyê qîr kir. 
 
ÇAR MÛÇEYÊN CUDA WERDIGIRE
 
Çîftçî ku hem qeymeqamê Sûrê û hem jî qeyûmê şaredariyê ye, ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Alî Îhsan Su ve weke Sekreterê Giştî yê Şaredariyê hate tayînkirin. Gelemperiya kar û barên li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûm Çîftçî birêve dibe û her wiha wekîlê Cîgirê Walî bû. Çîftçî ku çar mûçeyên cuda werdigire, bi biryarnameya dawî re weke Cîgirê Waliyê Amedê hate tayînkirin.
 
DÊ ŞAREDARIYA AMEDÊ WEKE ‘QEYÛMÊ NEPEN’ BIRÊVE BIBE 
 
Ji peywira Cîgirê Waliyê Amedê zêdetir, tê gotin ku qeyûm Çîftçî dê di bin navê “Sekreteriya Giştî” de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li şûna qeyûm Su weke “qeyûmê nepen” birêve bibe. 
 

Sernavên din

18/08/2022
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan