Komkujiya Dîgorê: Ne zîhniyet, faîl hatin guhertin

  • rojane
  • 09:02 14 Tebax 2022
  • |
img

QERS - Bi ser Komkujiya Dîgorê re 29 sal derbas bûn ku di encama gulebaranê de 17 sivîl hatibûn qetilkirin. Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak diyar kir ku ji wê rojê ve tene faîl hatin guhertin û bi lêv kir ku hişmendiya ku komkujî pêk anî, nehatiye guhertin.

Di salên 1993'yan de leşkeran li navçeya Dîgor a Qersê ji welatiyan xwestin bibin cerdevan. Bi ser gelek malan de girtin û îşkence li welatiyan kirin. Di 14'ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatiyên li dijî van zextan meşiyan û xwestin çalakiyê li dar bixin, lê leşker û hêzên polîsan ên taybet li ser welatiyan gule reşandin. Di êrişê de zarok, jin-ciwan, kal û pîr jî di navde 17 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Bi ser komkujiya Dîgorê re 29 sal derbas bûn. Weke her komkujiyê kesên ku Komkujiya Dîgorê jî pêk anîn nehatin cezakirin û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber komkujiyê Tirkiye mehkumî tazmînata madî û manevî kir. 
 
Parlamenterê DEP’ê Mahmût Alinak ku di nava parlamenterên ku çûbûn Qersa komkujî lê qewimî de bû, tiştên qewimîn û piştî komkujiyê vegot.
 
‘KESÊN DIXWESTIN XWÎNÊ BIDIN DIHATIN ASTENGKIRIN’
 
Alinak, bi lêv kir ku dema li Meclisê bû agahiya Komkujiya Dîgorê wergirt û wiha got: “Dema komkujiya Dîgorê pêk hat, ez ‘qaşo’ parlamenter bûm. Roja komkujiyê dema ez li odeya xwe ya Meclisê bûm, Dîgorî li bi telefonê li min geriyan. Di denge wan de tirs û xof hebû. Digotin tîmên taybet gel gulebaran kirine û gelek mirî û birîndar hene. Birîndar rakiribûn nexweşxaneyên Qers û Erziromê. Gotin ku polîsên nexweşxane dorpêçkiribûn, kesên dixwestin xwînê bidin asteng dikin. Ji min dixwestin mudaxileyî vê rewşê bikim. Di telefonê de deng û qêrînên jinan dihat. Ez zû li Waliyê Qersê geriyam û xwest ku dayîna xwînê ya birîndaran pêk were. Walî dilnerihet bû. Piştî agahiyên ku miduriyeta polîsan bi wî re parvekiribûn dubare kirin, got ez ê polîsên li nexweşxaneyê paş ve bikişînim.”
 
‘ÎŞKENCE HATE KIRIN’
 
Bi domdarî Alinak, bi bîr xist ku ji kesên hatibûn binçavkirin re îşkenceyên mezin kirin û wiha berdewam kir: “Em êvarî bi hevalên xwe re kom bûn û biryar da ku şandeyekê bişînin Dîgorê. Dema em diaxivîn, gelek telefon dihatin. Midurên polîsan telefonên me ranedikirin. Ji ber vê yeke ez jî her tim li Walî digeriyam. Ne zehmet bu ku mirov fêm bike walî di nava bêçaretiyekê de bû. Diyar bû ku înîsiyatîf bi temamî derbasî destê tîmên taybet bibin. Ev trafîka telefonê heta serê sibê berdewam kir. Roja din em balafirê çûn Erziromê ji wir jî derbasî Qersê bûn. Walî, bersiva pirsên me nade, bi awayekî vekirî nebêje jî ji hevokên wî dihat fêm kirin ku tîmên taybet komkujî pêk anîne. Midurê polîsan jî weke makîneyeke derewan dixebitî. Bersivên ku didan pirsên me bi nakokiyan tejî bûn. Digot ‘PKK’ê gule berdan, hêzên me jî bersiv da’ û leke nedianî ser hêzên dewletê.”
 
‘LI DÎGORÊ BÊDENGIYA MIRINÊ’
 
Alinak, da zanîn ku piştî ji walitiyê veqetiyan derbasî nexweşxaneyê bûn, nexweşxane bi birîndaran tejî bû û wiha lê zêde kir: “Mirov hemû bi guleyan birîndar bûbûn. Gelek birîndar hebûn. Piştî ku me serdana hemûyan kir em çûn Dîgorê. Dîgor di nava bêdengiya mirinê de bû. Mirov di camekanên dikanên xwe bi çavên tirs li me dinêriyan. Ji ber ez Dîgorî bûm min hemû nas dikirin. Hewayekî xofê ketibû ser bajêr. Em jî ji bo cesaretê bidin gel ji cadeya mezin a bajêr meşiyan û çûn qeymeqamtiyê.”
 
‘HEWLDAN KOMKUJIYÊ BIAVÊJIN SER PKK’Ê’
 
Alinak, bi lêv kir ku midurê polîsan îdia kir ku PKK’iyan ji girê bilind ê xelasiya cihê bûyerê gule berdane wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê şahidan digotin ku girê behsa wî tê kirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin û nedihiştin çûkek jî bifire. Heke nepêkan be ku PKK’î ji nav hêzên dewletê guleyan berde, faîl tîmên taybet ên ew gir dorpêç kirine. Her wiha weke ku midur îdia dike heke PKK’iyan gule berdabin hêzên dewletê û di navbera wan de şer derketiye divê kesên hatibin kuştin û birîndarkirin hebin. Lê ne ji PKK’iyan ne jî ji hêzên dewletê ne kuştî ne birîndar hene. Me ev nakokî ji Waliyê Qersê pirsî bersiva me neda.”
 
‘MIROV BI ERDÊ RE KAŞ KIRIN’
 
Alinak, da zanîn ku dema ji bo biçin cihê komkujî pêk hatî derketin rê polîsan bi gotinên “Hewce bike em ê bi ser Meclisê de bigirin, ji Meclisê seran bigirin” gef li wan xwarin û wiha pê de çû: “Li gundên ku em diçûnê hin birîndaran gotin piştî bûyerê tîmên taybet bi qontaxan hewl dane ku wan bikujin. Piştî bûyerê gelek mirî û birîndar ji bo bibe îbret lingên wan bi panzeran ve girêdabûn û bi kaşkirinê anîbûn bajêr. Me rapora derbarê komkujiya Dîgorê de ku bi dîroka 23’yê tebaxa 1993 ji Serokkomartiyê, Serokatiya Meclisê, Serokwezirtiyê, Wezareta Dadê û ji çapemeniyê re şandin. Li ser hewldanên me yên biisrar derbarê tîmên taybet ên komkujî pêk anîn de li Dadgeha Cezayê Giran a Qersê doz hate vekirin. An ku dewlet careke din li ser sûc hatibû girtin.”
 
‘TENÊ FAÎL HATIN GUHERTIN’
 
Alinak, da zanîn ku dadgehê lêkolîna balistik li ser guleyan nekir, ji ber ku çekên lûle dirêj ku gule avêtibûn yên dewletê bûn û got: “Hişmendiya ku li Dîgorê komkujî pêk anî û hişmendiya piştî çend salan li Roboskê, Nisêbîn, Sûr, Cizîr, Silopiya û gelek cihên din komkujî pêk anî heman hişmendî ye. Ev hişmendî hişmendiyeke ji Koçgirî heta Geliyê Zîlan, heta Dersimê heta roja me didome ye. Yekane tişta hatiye guhertin faîl in.”
 
 

Sernavên din

18/08/2022
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan