‘Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e’

  • rojane
  • 09:01 14 Tebax 2022
  • |
img

ENQERE - Prof. Dr. Yasemîn Ozgen diyar kir ku ew di doza Kobanê de bûn şahid ku îşkence û miameleya xerab li Aysel Tûglûk hatiye kirin û wiha got: “Azadkirina Ayselê deynê stûyê me hemûyan e.”

Siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk tevî ku bi nexweşiya demansê ketiye jî 519 roj in di girtîgehê de ye. Leşkerê berê Çevîk Bîr ku bi heman nexweşiyê ketibû hatibû berdan. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di çarçoveya Doza Kobanê de hewl da îfadeya Tûglûk bi zorê bigire. Rastiya ku Tûglûk de di rewşeke ku xwe biparêze de bû bertek zêde kirin. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û welatî daxwaza berdana Tûglûk dikin. Li aliyê din Tûglûk ku bi biryara navberê ya di 15'emîn danişîna Doza Kobanê de hat berdan jî ji ber cezayê di doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hê jî di girtîgehê de ye. 
 
Ji Platforma "Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin" Prof. Dr. Yasemîn Ozgun diyar kir ku wan di danişîna dawî de dîtine ku Aysel Tûglûk nikare îfadeyê bide û wiha got: “Ne tenê me, dozger jî dît. Heta me dît ku ew li pêşberî pirsên bi israr çiqasî zehmetiyê dikişîne. Di dawiyê de ew bi xwe jî neçar man diyar bikin ku Tugluk wê nikaribe îfadeyê bide. Ji ber vê yekê, rastiya ku di dozekê de nikare îfadeyê bide, darizandina di dozên din de jî bêwate dike.” 
 
‘TÛGLÛK DI HEDEFA DEWLETÊ DE YE’
 
Ozgun, bi lêv kir ku Tûglûk siyasetmedareke jin a kurd a navdar e û ji ber vê yekê jî di hedefa dewletê de ye û wiha berdewam kir: “Li welatekî ku sîstema hiqûqê lê nayê pêkanîn, rê li ber sepandina hiqûqa dijmin vedike. Ji ber ku dadger bi israr hewl da pirsan bipirse û got 'ez pirsan napirsim, ez çavdêriyê dikim' û îfade jê girtina bi muameleya nebaş, ev nîşanî me da.” 
 
‘ME ŞAHIDÎ JI ÎŞKENCEYÊ RE KIR’
 
Bi domdarî bal kişand ser tiştên di Doza Kobanê de qewimîn û ev tişt anî ziman: "Me şahidî ji îşkenceyekê re kir, tiştekî tirsnak bû. Bi dewamî got, tevî nerazîbûnên parêzeran jî Aysel di bersivdanê de zehmetî kişand, lerizandina dengê wê... Diyar bû ku Aysel xwe rehet hîs nedikir, lê ez nikarim vebêjim bê ka dadger çima bi israr hewl da ku pirsan bike û got 'ez çavdêriyê dikim'. Ev yek gelek tirsnak bû û bi rastî jî me bi çavên xwe dît bê îşkence û pêkanînên xerab tên çi wateyê.” 
 
‘EM Ê HETA DMME’YÊ BIBIN’
 
Di berdewamê de Ozgun diyar kir ku ger pêwîstî pê hebe ew ê bêhiqûqiya li Tûglûkê hatiye kirin heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me herî dawî li ber girtîgehê daxuyanî da û me her tim gotin em piştgiriyê didin Ayselê. Ev daxuyanî li her dera Tirkiyeyê tê kirin. Ji bo Aysel tavilê serbest were berdan, ji bo hemû girtiyên nexweş bi awayekî lezgîn bên berdan û ji bo nexweşên ku di rewşa Ayselê de ne an jî nexweşiyên wan ên din hene tavilê bên berdan, em hewl didin dengê xwe bilind bikin.” 
 
‘TÛGLÛK DÎL GIRTÎ YE’
 
Ozgun, destnîşan kir ku mafên mirovan ên herî bingehîn ên Tûglûk tune tên hesibandin û wiha lê zê de kir: “Nikare li xwe jî binêre. Pêwîst e ev yek were sekinandin. Ev yek êdî derbasî asta zilmê bûye. Ev êdî hatiye asta ku neyê piştguhkirin. Rewşeke dîl girtinê ye. Divê di zûtirîn demê da bi dawî bibe. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye, şerma mirovahiyê ye. Divê ev yek her tim di rojevê de bê hiştin û dawî li vê yekê were anîn.”
 
‘AYSEL SEMBOLEK E’
 
Ozgun, bi bîr xist ku piştî astengkirina definkirina cenazeyê dayika Tûglûk, nexweşiya Tûglûk derket holê û wiha bi dawî kir: “Aysel bû sembola tiştên ku li ser vê axê rû dane. Eger di dema cenazeyê dayika xwe de rastî lînceke bi vî rengî, êrîşekê nehatibûya, eger tiştên ku faşîzmê dixe nava liv û tevgerê nedîtibûya, dibe ku Aysel îro bi rengekî gelekî bitendurist jiyana xwe domandibûya. Wê karibûya parastina xwe kiribûya. Bi ya min azadkirina Ayselê deynê stuyê me hemûyan e.”
 

Sernavên din

18/08/2022
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin
13:04 Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî
13:00 Komeleya Şêx Seîd dê giliyê Umît Ozdag bike
12:16 Siyasetmedarê kurd Candemîr li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
12:06 Platforma Ked û Demokrasiyê îro bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
11:45 Li Bedlîsê alavekî leşkeriyê teqiya: Ciwanek bi giranî birîndar bû
11:30 Berxwedana dayik û kurê wê didome: Em bibin dengê girtiyan
11:26 Girtîgehê heqê ceyranê ji rojnamegerên girtî xwest
09:20 Ocalan: Sûriye dê çarenûsa AKP’ê diyar bike
09:03 Hejmara 5’an a Kovarê Destarê derçû
09:02 Temûr: Îdianame nîne, dosya di erebeya marketê de tên gerandin
09:02 Ji Aryen Komê projeya ‘Konserên Tamarayê’
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2022'YAN
14/08/2022
23:58 Destûr nedan ku Babayîgît ê di bin çavan de bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike
21:03 Mîhrîcana Şano û Zarokan bi eleqeyeke mezin didome
20:56 Li Amed û Tekîrdagê tundiya zilaman
20:42 Kesên di bîranîna Alankûş de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:27 Di şahiyên gel de banga şikandina tecrîdê hate kirin
17:09 Qeymeqamê ku bi wesayîta fermî li zarokekê dabû weke Muşawirê Hiqûqê hate tayînkirin
16:51 Li Misrê di şewata li dêrê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan