Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir

img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ev 3 sal in bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin û wiha got: “Ji bo dewleteke demokratîk û hiqûqê, banga me li tevahiya raya giştî ew e ku di mijara tecrîda girankirî ya dermirovî ya li Îmraliyê bihestiyar tevbigerin.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî qedexeya hevdîtinê ku ev 3 sal in didome, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. 
 
‘HEVDÎTIN BI AWAYEKÎ DERHIQUQÎ TÊN ASTENGKIRIN’
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku miwekîlê wan ev 3 sal in ji mafên xwe yên ku di qanûnên navxweyî û gerdûnî de hatine destnîşankirin nikare sûd bigire. Bi domdarî hat gotin ku piştî hevdîtina parêzeran a di 27’ê tîrmeha sala 2011’an û 2’yê gulana sala 2019’an, hemû serlêdanên bi daxwaza hevdîtinê tên kirin bi awayekî derhiqûqî tên astengkirin. 
 
‘GREVAN TECRÎD HETA ASTEKÎ ŞIKAND’
 
Buroyê diyar kir ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û ev tişt parve kirin: “Greva birçîbûnê li girtîgehan jî berbelav bû û bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Greva birçîbûnê ev tecrîda girankirî heta astekî şikand.” 
 
‘ÎRADEYA SIYASÎ LI ÎMRALIYÊ DIYARKER E’ 
 
Parêzeran bi bîr xist ku di hevdîtinên parêzeran ên di nava 3 mehan de Ocalan ji raya giştî re ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane amade ye û daxuyanî wiha domiya: “Her wiha greva birçîbûnê bi dawî kir. Demekî kin piştî hevdîtina parêzeran a di 2’yê gulana 2019’an de, wezîrê edaletê bixwe di 16’ê gulana 2019’an de derket pêşberî kamerayan û da zanîn ku ji bo hevdîtinên parêzeran ên li Îmraliyê pirsgirêkeke hiqûqî nema ye. Lê mixabin piştî hevdîtina di 7’ê tebaxa 2019’an de, hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin red kirin. Ji wê rojê heta niha li Îmraliyê tenê yek hevdîtina parêzeran çênebûye. Grevên birçîbûnê yên wê demê hatine kirin û daxuyaniyên wezîrê edaletê yên piştre nîşan didin ku di esasê xwe de li Îmraliyê ne hiqûq lê polîtîkayên îradeya siyasî diyarker e. 
 
KIRASÊ QANÛNÊ LI QEDEXEYAN KIRIN
 
Ji hevdîtina di 27’ê tîrmeha sala 2011’an heta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an, di nava 5 salan de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê ji hêla rayedaran ve bi hinceta ‘rewşa hewa xerabe’ yan jî ‘keştî xerabe ye’ hatin redkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmehê OHAL hat ragihandin û Dadgeriya Înfazê ya Bursayê weke karê destpêkê biryar da ku hevdîtina parêzaran a li Îmraliyê bê qedexekirin. Di demên piştre jî bi awayekî derhiqûqî, bi biryarnameke OHAL’ê pêşiya van qedexeya hate vekirin û hewl dan kirasekî ‘qanûnî’ li van qedexeyan bikin. Bi vê yekê re di pergala hiqûqê ya tirk de cara ewile ku bi vesazkirineke nû re nûnertiya şexsan a li ser parêzeran hate bisînorkirin -li Îmraliyê di fiîliyaetê de bi tevahî hate rakirin-  Ji bo ku nîşan bidin bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bandoreke çiqas neyînî li ser pergala hiqûqê dike, em dixwazin vê bibêjin; vesazkirina ku ne mafê parêzeran ê şexsan lê parastina parêzeran a miwekîlan qedexe dike, di sala 2004’an de bi hedefgirtina miwekîlê me Abdullah Ocalan hatibû derxistin. Çawa ku ev xala qanûnê kete meriyetê, ji bo 15 parêzerên Ocalan biryara qedexeya hevdîtinê ya heta salekê hat dayîn. Di demên piştre de jî bi hinceta vê qanûnê gelek caran ji bo hevdîtina parêzaran a bi birêz Ocalan re biryarên qedexeyê hatin derxistin. 
 
HIQÛQÊ LI GORÎ CEZAYAN ÇÊDIKIN
 
Wezîrê edaletê di sala 2019’an de got; ‘Li pêşiya hevdîtina Ocalan a bi parêzerên xwe re êdî tu pirsgirêkeke hiqûqî nema ye.’ Lê Dadgeriya Înfazê demekî kin piştî 15’ê tîrmeha sala 2016’an, OHAL ji xwe re kir hincet û biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan da ku ev qedexeye her tim tê dirêjkirin. Ji wê dîrokê heta niha jî ev qedexeye bi awayekî rêk û pêk tên domandin. Bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan jî nahêlin em bi miwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konari, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin. Em dixwazin destnîşan bikin ku ev biryarên qedexeyê, tu şertên xala eleqedar a li Qanûna Înfazkirina Ceza hatiye zêdekirin di xwe de nahewîne ku ji bo cezayan li hiqûqê bînin hatibû zêdekirin. 
 
BÊHIQÛQÎ Û SEPANÊN KEYFÎ
 
Yek ji mînakên herî şênber ên ku nîşan dide bê ka pergala tecrîdê ya li Îmraliyê çiqas keyfî û derhiqûqî ye jî ev e; ji bilî birêz Ocalan her sê miwekîlên me yên din di çileya sala 2015’an de anîn Îmraliyê. Ji wê rojê heta niha her hefteyê ji bo hevdîtinê serlêdan tên kirin lê heta niha yek carê jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Lê beriya ku bînin Îmraliyê, li girtîgehên ku lê dihatin ragirtin û statûya wan û ya Girtîgeha Îmraliyê heman e, beriya ku sînorekê demê hebe di nava hefteyê de her roj dikariyan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
Miwekîlê me di nava şert û mercên giran de tê ragirtin û di nava 11 salan de me tenê 5 caran karî pê re hevdîtinê bikin û ev 17 meh in jî em tu agahiyan jê nagirin. Weke parêzerên wî em di serî de baroyan, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê û raya giştî dikin û diprisin; ‘Gelo ma dibe ku ev rewş rewşeke asayî bê dîtin? Ma girtîgeheke mîna Îmraliyê ku yek sivîlek nikare gavekê biavêje li welatekê ku di Makeqanûnê wê de ‘dewleta hiqûqê’ tê nivîsandin dibe? Gelo ma dibe ku pergala hiqûqê jî mîna pergala tecrîdê ya Îmraliyê weke çalereşeke asayî bê dîtin? Dê civaka Tirkiyeyê heta kengî li hemberî vê bêhiqûqiya li tu devera cîhanê neyî bêdeng bimîne û rastiyan jinedîtî ve bê?’ 
 
BANGA HESTIYARIYÊ
 
Em dixwazin bi bîr bixin ku pergalên hiqûqê rewşên wiha yên ‘îstîsna’ nikarin heta demekî dirêj ragirin. Demekî piştre li seranserî pergalê belav dibe û pergalê têxe rewşeke wisa ku nikare bixebite. Rewşa civakî, siyasî û aborî ya îro li Tirkiyeyê jî nîşaneya vê rastiyê ye. Ji bo aştiya civakê û dewleteke demokratîk û hiqûqê, divê tevahiya raya giştî vê rastiyê bibîne û ji vê neheqî û bêhiqûqiyê re bibêje êdî bes e. Banga me li hemû kesî ew e ku li dijî tecrîda dermirovî ya li Îmraliyê bi hestiyarî tevbigerin.” 
 

Sernavên din

11/08/2022
23:56 Bûldan: HDP hêviya vî welatî ye
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir