Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar serdana partiyên Kurdistanî kir û diyar kir ku ew armanc dikin tifaqên berfireh û têkoşînek hevpar li ji bo guhertina zîhniyet û pergalê bikin û ew ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re ragihînin. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar duh beşdarî mitînga partiya xwe ya li Amedê bû û îrojî serdana partiyên Kurdistanê yên li Amedê kir. Sancar serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (KDP-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Kurd a Şoreşgerên Demokratîk (DDKD) kir. Sancar ewilî serdana Navenda Giştî ya DBP’ê kir. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz pêşwazî li Sancar kir. 
 
Salîha Aydenîz bal kişand ser mitînga duh a li Qada Îstasyonê û gel tevî hemû astengî û hewa germ jî xwedî li fikriyata HDP’ê derket û got: “Xelkê me carek din nîşan da û got çi dibe bila bibe ez xwedî li partiya xwe derdikevim. Herî zêde HDP daxwaza ziman û çanda kurdan tîne ziman. Ew têkoşîna azadiya gelê kurd dike. HDP ji bo gelan, jinan û ciwanan dibe hêvî û ev hêvîbûna wê didome.” 
 
‘DI MITÎNGÊ DE XELK XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKET’ 
 
Sancar jî da zanîn ku wî serdanên xwe yên ji bo partiyên “Tifaqa Kurdistanî” bi DBP’ê daye destpêkirin û ji bo ew pirsgirêka kurd bi rêya çareseriya demokratîk û aştiyane çareser bikin dibin hêviya gelan. Sancar anî ziman ku wî di mitîngê de biryardariya gel carek din dîtiye û peyama gel eşkere bû û xwedî li îradeya xwe derket. 
 
‘ŞERT Û MERC ÇI DIBIN BILA BIBIN EM Ê RÊ VEKIN’ 
 
Sancar anî ziman ku mîsyona wan bingehîn ew e ku ew dixwazin destpêkek nû bidin afirandin û armanca wan ji guhertina îktidarê bêtir ew e ku zîhniyet û pergalê biguherînin û wiha got: “Ev jî bi tifaqek berfirehkirî û têkoşînek hevpar mimkin e. Em di ferqa vê yekê de ne. Vê tifaqa em jê re dibêjin tifaqa demokrasiyê çend stûnên wê hene. Yek ji qismên tifaqê ew e ku me tifaqek bi 6 partiyên çep û çegir re kiriye. Xebatên me yên bi komên baweriyan re didomin. Xebatên me yên li gel tevgera kedêı, tevgera jinan û tevgera ekolojiye re jî didomin. Dema em van hemûyan bigihînin hev şert û merc çi dibin bila bibin, em ê bi ser bikevin.” 
 
Sancar da zanîn ku ew mafê hemû gelên li Tirkiyeyê diparêzin û got: “Mafên kurdan û mafên hemû gelên gindest vî welatî eleqedar dike. Lewma em dikarin bi tifaqa demokrasiyê hemû pirsgirêkan çareser bikin.”
 
'AYDENÎZ RÛMETA GELÊ KURD E’ 
 
Sancar diyar kir ku serdana wan ji bo DBP'ê xwedî wateyek taybet e û wiha axivî: “Salîha Aydenîz kirine hedef. Pêvajoya ji bo rakirina parêzbendiya wê didome. Lê em dibêjin Salîha Aydenîz ûmet û îradeya me ye. Di şexsê wê de ev êriş li dijî DBP’ê û gelê kurd pêk hatiye. Em ê heta dawiyê li dijî vê êrişê rawestin û van lîstikan pûç bikin. Ez ji vê serdanê serbilind im.” 
 
Sancar pişt re çû serdana KDP-T’yê û li avahiya Serokatiya Bajêr a Amedê Serokê Giştî Mehmet Emîn Kardaş pêşwaziya Sancar kir. Sancar bi kurdî dest bi axaftina xwe kir. Sancar li dijî zextên tên kirin wiha got: “Her ku li dijî HDP’ê zext zêde dibin, xwedîderketina wê jî zêdetir dibe. Em her tim dibêjin gerek em van zextan tenê ne li dijî HDP’ê bibînin. Ev  êriş li aliyekî li dijî îradeya gelê kurd pêk tên li aliyekî jî li dijî hêzên herî dînamkî ên têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê pêk tên. Me li dijî van êrişan û dorpêçkirinan hedefa bingehîn Tifaqa Demokrasiyê daniye pêşiya xwe.”
 
‘KURDISTANÊ VEGUHERANDINE QADA ŞEREK DIJWAR’ 
 
Sancar destnîşan kir ku operasyonên tên kirin Kurdistanê veguherandine qada şerek dijwar û wiha axivî: “Em dixwazin bi vê serdanê partiyan agahdar bikin û ji fikir bidin hev û ji hev bistînin. Em vê bêjin, îro îktidar têk diçe, dihele û deşifre dibe. Di serdemên wiha de îktidar dema dikeve tengaviyê hêviyê di polîtîkayên dijminatî, cihêkarî û şer de dibîne. Em jî dibêjin ku ev şer hilweşandinek mezin bi xwe re tîne. Niha bi şerê li dijî Başûrê Kurdistanê, amadekariyên êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, dixwazin Kurdistanê veguherînin qada şerek dijwar û hilweşîner. Lê wê ev şer tenê bi başûr û rojavayê Kurdistanê ve bi sînor nemine. Helbet wê tevahiya hevsengiya siyaseta li Tirkiyeyê bandor bike. Di heman demê de wê encamên xerab li ser Rojhilata Navîn bike. 
 
Em neçarin li dijî van polîtîkayên şer derkevin. Dijderketina şer wê me bibe ber bi jiyanek hevpar û azad ve. Em dikarin vî şerî bi têkoşînek hevpar a bi piştgiriya gelê kurd û gelên din rawestînin.” 
 
‘EM Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ DI 25’Ê TEBAXÊ DE RAGIHÎNIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku ew ê “Tifaqa Demokrasiyê” ku negot kî di nav de ye dê di 25’ê tebaxê de ji raya giştî re ragihînin û wiha berdewam kir: “Bi hin partiyên kurdî re xebatek me di sala 2018’an de dest pê kir û ev xebat di hilbijartina xwecihî ya 2019’an de şênber bû. Xebata me didome. Em di çarçoveya tifaqa demokrasiye de ji bo yekitiyek din jî ava bikin xebatên me didomin. Em ê xebata xwe ya havper a bi maseya 7 sazî û partiyan re di 25’ê Tebaxê de ragihînin. Lê lingê vê tifaqê yê Kurdistanê gelek girîng e. Bi taybetî geşedanên li Kurdistanê diqewimin, dike ku em bernameyek hevpar pêk bînin û ev ji her demê lezgîntir bûye.” 
 
‘EM Ê TIFAQA KURDÎ ŞÊNBER BIKIN’
 
Sancar diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinên xwe yên tifaqê ku dimeşînin di çarçoveyek berfireh de berdewam bikin û wiha axivî: “Heta niha xebatên li gel partiyên kurdî ji bo bigihîje tifaqek mayînde hin xebat hatin kirin. Çarçoveyek vê xebatê hat çêkirin. Komxebat û konferans hatin lidarxistin. Em êdî dixwazin viya bi awayek fermî ragihînin. Her wiha armanca me ew e ku em vê tifaqa Kurdistanî berfireh bikin. Em dixwazin partiyên kurdî yên din jî bixin nava tifaqê. Ji bo em bi hev bişêwirin me serdana kekê xwe Mehmet Emîn Kardaş kir. Em ê bi partiyên din re jî bişewêrin. Em ê Tifaqa Kurdî şênber bikin. Ji bo vê yekê jî em wek HDP’ê îro serdana van partiyên kurdî dikin. Li pêşiya partiyên siyasî yên kurdî ji bilî diyalogê û şêwirandinê tu rêyek tine ye. Em bi diyalogê dikarin pirsgirêkan çareser bikin.” 
 
Sancar piştî serdana PDK-T’yê çû serdana partiyên din ên kurdî. 
 

Sernavên din

11/08/2022
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn