‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’

img

AMED - Welatiyan di mitînga li Qada Îstasyonê de daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin û gotin: “Me weke dijminên xwe dibînin. Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan.” 

Li gel raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku dibêje “nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan terkî mirinê tên kirin. Malbatên girtiyan ev zêdetirî 9 meh in ji bo berdana girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û girtiyên nexweş Nobeta Edaletê digirin. Tevî çalakiyan jî girtî nayên berdan. Jinan û malbatên girtiyan ev daxwaza xwe di mitînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a duh li Qada Îstasyonê de hat lidarxistin jî anîn ziman. Girseyê postereke mezin a bi nivîsa “Azadî ji girtiyên nexweş re” ku wêneyê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk li ser bû vekirin û meşiyan. Lê girse rastî provakasyona Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hat. 
 
Polîsan xwestin dest deynin ser pankarta ku wêneyê Tugluk li ser bû lê jinan destûr nedan. Jinên ku pankarta mezin xistin qada mitîngê, tevî bi dehhezaran dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. 
 
POLÎTÎKAYA TOLHILDANÊ
 
Welatiyê bi navê Fûat Dogan ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş beşdarî mitîngê bûbû diyar kir ku desthilatdarî bi neberdana girtiyên nexweş re hewl dide tolê ji kurdan û derdorên muxalîf hilîne û wiha domand: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên nexweş dibin. Desthilatdarî vê rewşê weke amûra zextê bi kar tîne. Bi kirinên xwe yên li girtîgehan dixwazin peyamê bidin ên derve. Mirov dikare van weke polîtîkaya bêzarkirinê jî binirxîne. Kal an jî nexweş bo wan zêde ferq nake. Hema kurd an jî muxalîf be temam e. Naxwazin gelên kurd û tirk bên ba hev. Divê li dijî vê polîtîkayê jî piştevaniya bi girtiyên nexweş re bêhtir mezin bibe.” 
 
‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN’
 
Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz ku bavê wê Ayhan Çelîk li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin jî bi lêv kir ku ji bo dengê girtiyên nexweş were bihîstin, mitîng girîng bû û ev tişt anî ziman: “Her roj xeberên mirinê ji girtîgehan tên. Ji bo pêşîlêgirtina van mirinan hewceye em dengê xwe bêhtir bilind bikin. Desthilatdarî li girtîgehan bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibe. Divê em xwedî li hemû girtiyên nexweş derkevin. Weke malbatan divê em dengê xwe bikin. Daxwaza me, azadiya girtiyên nexweş e.” 
 
‘HEWCEYE EM DAKEVIN KOLANAN’
 
Derheqê mijarê de welatiyê bi navê Mûstafa Satilmiş ku ji Kanîreş a Çewlikê beşdarî mitîngê bûbû jî nêrînên xwe wiha parve kir: “Hewceye gelê me ji bo girtiyên nexweş rabe ser pêyan. Weke dijminan li me dinihêrin. Vê dewletê bes carekî jî miameleya insanan bi me nekir. Em li dijî zilmê ne. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Nexwe em ê dakevin kolanan.” 
 
HIQÛQA DUMENDÎ
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar jî got ku dewlet ji mafê jiyanê yê girtiyên nexweş berpirsyar e û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Mesele çima Çevîk Bîr ku nexweşê demansê ye tê berdan lê Aysel Tugluk ku bi heman nexweşiyê ketiye nayê berdan. Li vir hiqûqeke dumendî heye. Divê girtiyên nexweş bên berdan û tedawîkirin. Divê gel li ser vê mijarê bisekine û dengê xwe bike. Bi rastî jî dema mijar dibe kurd hiqûqeke din dikeve meriyetê. Baştirîn mînaka vê jî rewşa Aysel Tugluk û Çevîk Bîr e. Divê nexweşa demansê ji hemû dosyayan were tehliyekirin.” 
 

Sernavên din

11/08/2022
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn