Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye

img

AMED - Welatiyên tev li mitînga HDP’ê ya “Çareserî em in” li Amedê li dar xist bûn gotin: “Li dijî şer çareserî HDP ye.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh bi dirûşma “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlibûna hezaran kes li dar xist. Xelkê di mitîngê de li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da. Bi hezaran kesên li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şer çareserî HDP ye. 
 
KURD ŞER NAXWAZIN 
 
Bedrî Soylû diyar kir ku ji bo ku AKP êrişî kurdan bike li deriye Amerîka, NATO, Rûsya û gelek welatan dide û got: “Em şer û kuştinê naxwazin. Gelê kurd bi kuştinê naqede. Gelê kurd şer naxwaze, aştî, edalet û wekheviyê dixwaze. PDK’ê xwe radestî dijminê gelê kurd kiriye û rê li ber kuştina ciwanên kurd vedike. Tirkiye bi alîkariya NATO’yê her roj axa me me bombebaran dike. PDK jî dibe şirîkiya vê yekê dike. Axa me difiroşe Tirkiyeyê. Em li dijî şer edaletê dixwazin. Em ê li dijî zilmê têbikoşin.” 
 
BI DAXWAZA AŞTIYÊ JI NISÊBÎNÊ HAT AMEDÊ 
 
Mehmet Emîn Alkan jî diyar kir ku ji bo ew li dijî şer derkeve û bi daxwaza aştiyê ji Nisêbînê tev li mitîngê bûye û got: “Em şer naxwazin. Divê em tev bi hev re li dijî şerê li Başûrê Kurdistanê derkevin. Ev qad îro bi yek dengî dibêje em şer naxwazin. Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin û têbikoşin. Îro li dijî şer çareserî HDP ye. Çareserî li Amed, Cizîr, Nisêbînê ye.” 
 
‘JIN WEK META TÊN DÎTIN’ 
 
Zozan Şîmşek jî diyar kir ku mexdûrên herî zêde yên şer jin in û wiha axivî: “Li cihê ku şer lê heye herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Bedena jinan wek meta tê dîtin. Lê bila viya neyê jibîrkirin, jin wê serê xwe li ber serdestiya tu kesî netewînin. Wê jin netepisin û her tim li qadan bin. Çimkî jin bi hêz in û dikarin pergalê biguherînin. Li her cihê ku jin lê hene jiyan li wir heye û em li her deverê ne.” Şîmşek bal kişand ser hevkariya PDK’ê û AKP’ê û got: “PDK kurd bû, em jî kurd in. Hevkariya wan şerê navxweyî ye. Me wek dijmin dibînin. Lê em wan wisa nabînin. Bila demildest dest ji polîtîkaya xwe ya xelet berdin. Li dijî şer çareserî li cem jinan, HDP’ê û civakê ye.”  
 
‘NE JI PDK’Ê BE NIKARIN GAVEK JÎ BIAVÊJIN’ 
 
Metîn Pekgul jî anî ziman ku şerê li Başûrê Kurdistanê bi desteka PDK’ê tê birêvebirin û wiha got: “Heke ne ji PDK’ê be hêzên dagirker gavek jî nikarin biavêjin wir. PDK li Başûrê Kurdistanê bûye çav û guhê Tirkiyeyê. Xelkê me zirarê ji vî şerî dibîne û dixwaze demildest bi dawî bibe. Divê PDK guh bide daxwazên gel. Lazim e bi gel re tevger bike.” 
 
‘ÇAR PARÇE YEK E’ 
 
Mehmet Çelîk jî li çar aliyên Kurdistanê şer heye û got: “Dabeşkirina Kurdistanê pir dirêjî salên berê dibe. Lê çar parçeyên Kurdistanê jî wek goşt û neynûkê ye. Dema em kirinên PDK’ê dibînin, gotin di qirika me de sar dibin. Çimkî helwestek gelek xerab li hemberî xwişk û birayên xwe nîşan dide. Alîkariyê dide êrişkaran. Divê demildest dest ji xeletiyên xwe berde û bikeve ser rêya rast.” 
 
BANGA YEKITIYÊ LI KURDAN KIR 
 
Şehrîzade Anaç jî li dijî êrişan banga yekitiyê li gelê kurd kir û wiha got: “Heke em yekbûna, me yekitiya xwe bicih bianiya dê şer nebûya. Dijmin li başûr êriş dike, dîsa çi dibe bi me dibe. Heke PDK’ê rê endabûya artêşa tirkan, wê îro şer li wir nebûya û wê îro zarokên me nehatina kuştin. Êdî bes e, em bibin yek û dest bidin destê hev du û şer rawestînin û aştiya xwe pêk bînin. Herî zêde ev şer bandorê li ser jinnan dike. Em şer naxwazin azadiyê û aştiyê dixwazin.” 
 
‘BILA DEST JI HEVKARIYÊ BERDIN’ 
 
Haci Kadeh jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê da û got: “Derdê malbata Barzanî ne Kurdistan e. Ketine derde malbata xwe. Hevkariya wan a li gel dewleta tirk cihê şermê ye. Dibêjin em serokê herêmê ne lê radibin hevkariyê bi dewletek ku kurdan qir dike re hevkariyê dikin. Çawa li rûyê însanan dinerin. Ez heyirî dimînim. Bila dest ji hevkariya zordaran û zilmkaran berdin.” 
 

Sernavên din

11/08/2022
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn