Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!

img
RIHA - Şaredariya Rihayê di çarçoveya xebatên berfirehkirina rêyan de ji bo 65 malan nirxê 5 sal berê teklîfî xwediyên wê kir. Şêniyên taxê yên ku nexwestin teklîfê qebûl bikin bal kişandin ser bihabûna di sektora emlakê de û gotin ku bi pereyê tê teklîfkirin re nikarin jêrzemînekê jî bikirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dixwaze di çarçoveya berfirehkirina rêya ku Bûlwara Salih Ozcan a li Taxa Suleymaniye ya navçeya Halîliye û Taxa Îpekyoluyê bi hev ve girê dide, 65 malan di bin bihayê de îstîmlaq bike. Malên navborî li ber rûbarê Karakoyunê ne û ji ber ku şaredarî pereyekî kêm teklîf dike, heta niha tenê 10 xwediyên malan bi şaredariyê re li hev kiriye. Malên ku ser lihevkirin çêbûye hatin rûxandin. Gelek welatî dibêjin ku pereyê şaredarî ji bo wan malan teklîf dike pir kêm e. Gava ewil a projeya navborî di sala 2017’an de temam bûbû û li qeraxê Rûbarê Karakoyunê ku taxên Suleymaniye û Akabeyê ji hev cuda dike 71 mal hatibûn îstîmlaqkirin. Proje ev 5 sal in berdewam e lê nirxê ji bo malan hatiye diyarkirin qet neguherî. Şaredarî zextê li xwediyên xaniyan dike ku nirxê 5 sal berê qebûl bikin. 
 
NIRXÊ 5 SAL BERÊ
 
Ji şêniyên taxê Ahmet Şakiroglû diyar kir ku proje di sala 2017’an de ji hêla Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Nîhat Çîftçî ve hate destpêkirin û wê demê ji bo malan 70 milyon TL bûdçe hatiye veqetandin. Bi domdarî Şakiroglû got ku piştî gava ewil a projeyê temam bûyî, proje hatiye sekinandin û wiha domand:  “Em nizanin bê ka çi bi wî pereyê hatiye veqetandin bûye. Em niha di sala 2022’yan de ne û proje dîsa hate destpêkirin. Bi pereyê ku di sala 2017’an de dihat dayîn re mirov dikariya  li cihekî erd bikire û avahiyeke 3 qat li ser ava bike. Lê niha heman pereyî didin û bi vî pereyî mirov nikare jêrzemînekî jî bikire. Di navberê de 5 sal derbas bûn lê hêj heman nirxî teklîf dikin. Ji bo mala min a du qat ku 125 mîtrokare ye 250 TL’an didin. Baş e lê ev fiyet li gorî çi hatiye diyarkirin?” 
 
‘TÊ DE RANT HEYE’
 
Di berdewamê de Şakiroglû anî ziman ku îstîmlaqkirin tê wê wateyê ku heqê kesekî jê re were dayîn û wiha pê de çû: “Bi vê projeyê re rantê dixwin. Li vê taxê ranteke mezin heye. Yan dixwazin wê valahiya ji ber netemamkirina projeyê derketî holê veşêrin, yan jî kesek pereyê tê dike berîka xwe. Heqê kesekî nîne ku vî xelkê xizan û hejar mexdûr bike. Tu îro nikarî li tu devera Rihayê erdekê 120 mîrtoyan bi 300 hezar lîreyan bikirî. Di sala 2017’an de ji bo çêkirina malê bihayê hesin û çîmento pir erzan bû lê niha pir zêde ye. Toneke hesin bûye 17 hezar TL û torbeyekî çîmento jî bûye 90 TL. Heke kesek erdê xwe bi vî bihayî ew dibêjin bifiroşe, nikare tu erdekî ji xwe re bikire. Me ev ji rayedaran re got û ji CÎMER’ê re jî nivîsand.”
 
‘HEKE ÎSTÎMLAQ BIKIN DIVÊ HEQÊ ME BIDIN’
 
Şakiroglû, da zanîn ku têkildarî mijarê bi Şaredarê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul û Waliyê Rihayê Salih Ayhan re hevdîtin kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Lê heta niha jî encamek jê derneketiye. Niha bi gava duyemîn a projeyê re dê 65 mal mexdûr bibin. Zextê li hinek malbatan dikin. Derdora xizan çi lêkolînan nake. Hinek kesan li hev kir û malên xwe dan. Lê nekarin ji xwe re malekê bikirin û niha di kirêyê de ne. Malên hinek malbatan jî ji xwe nedibaş bûn û pere nedikir. Wan jî firotin. Lê mala me ne wisa ye. Bila îstîmlaq bikin lê divê heqê me bidin me. Heke lihevkirinek çênebe, deriyê dadgehê nîşanî me didin. Divê serokê şaredariyê rê li ber vê bigire. Ji vir û şûnde pêvajoya dadgehê dest pê dike. Heke serî li zordariyê bidin divê walî destûrê nede. Xelkekî mazlum li vir heye.” 
 
Me xwest têkildarî mijarê bi hinek malbatan re hevdîtinê bikin. Malbatan got ku hevdîtinên wan ên bi şaredariyê re didomin û ji bo ziyan negihe hevdîtinan, naxwazin niha tiştekî bibêjin. Her wiha şêniyên taxê destnîşankirin ku heke nirxê malên wan neyê zêdekirin dê teklîfê qebûl nekin û ji bo ku mexdûr nebin jî dê li ber xwe bidin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

11/08/2022
23:24 Ronak piştî 30 salan li bajarê xwe bi kulîlkan hate pêşwazîkirin
21:41 Bûldan li Manîsayê tev li civîna gel bû: Vaye gelê me vaye HDP!
21:21 Polîsan bi ser avahiya ESP’ê de girtin: 21 kes hatin binçavkirin
21:11 Li Enqereyê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût hate astengkirin
18:52 Yûsûf Şahîn ê 75 salî hate girtin
18:42 Cenazeyê Mîngsar birin Qersê
18:30 Girtî Yildirim li nexweşxaneyê tena serê xwe tê ragirtin
17:02 NÇM şahiya piştevaniyê ya bi çapemeniya azad re li dar dixe
16:22 HSD: Li ser sînorê Mêrdînê 23 leşker hatin kuştin
16:20 TGS’ê serdana DFG’ê kir
16:00 Talebanî: Heke krîza li Silêmanî bidome wê YNK xwe ji hikûmetê vekişîne
15:54 Nobeta Edaletê: Bila êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin
15:36 Li Girtîgeha Kurkçulerê malbatên girtiyan li ser pêya hatin sekinandin
15:36 Di êrişa Qamişlo de 2 şervanan jiyana xwe ji dest da
15:20 OHD: Di dema binçavkirinê de îşkenceyên dermirovî li Mehdî Mihçi hatin kirin
14:49 Ji bo lawê xwe li ber girtîgehê çalakî da destpêkirin
14:27 Li Edeneyê kesek hate girtin
14:20 Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê hat binçavkirin
13:59 Di êrişa pasdarên Îranê de kolberek birîndar bû
13:24 Ji bo Aysel Tugluk li Kadîfe Kaleyê çalakî hat lidarxistin
13:04 Derheqê girtiyên ku lêgerîn qebûl nekirin de lêpirsîn dan destpêkirin
12:28 Ji Emîne Şenyaşar bang: Me bi tenê nehêlin
12:27 Malbatên girtiyan bang li partiyên siyasî kirin: Dengê me bibihîzin
11:41 Şaredariya Rezanê veguherî ofîsa maldariyê!
11:07 Mehmet Emîn Yalçinkaya li ser gora xwe hat bibîranîn
10:48 Seyrangeha ku ji bo wê 5 milyon TL hatibûn xerckirin didin îhaleyê
10:39 Ji Komeleya Rosa ji bo jinên tundî li wan tê kirin bang: Em hene û li cem we ne
09:14 Bi wêneyên peykê qirkirina daran a li Şirnexê hatiye kirin
09:06 Baran: Pirsgirêk dikarin bi azadiya birêz Ocalan bên çareserkirin
09:05 'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'
09:04 Lêpirsîna derbarê Ferhan Yilmaz de bi biryara dozvenekirinê bi encam bû
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2022'YAN
10/08/2022
20:12 Li Girtîgeha Rihayê 10 girtî 3 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
19:17 Sancar bi karkerên çandiniyê re hate gelhev
19:08 Sancar li Cîhanbeyliyê ye: Çareserî heye, gotina me heye
18:36 Nivîskar Mizgîn Ronak piştî 30 salan hate berdan
17:54 Rojnamevanê girtî Ataman sewqî Girtîgeha Erziromê hate kirin
17:11 KODAR û PJAK’ê ji bo Cavîd daxuyaniyeke hevpar dan
16:58 Cezayê protestokirina Peymana Stenbolê hat betalkirin
16:57 ‘Dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin’
16:36 Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
15:38 Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in
15:22 100 roj cezayê hucreyê dan 8 girtiyan
15:19 Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
14:40 Girtiyê ku penceşêra wî di merhaleya 4’an de ye nayê berdan
14:37 Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket
14:31 Li Silopiya 3 kes hatin binçavkirin
13:53 Ji ber ‘niyeta baş’ mudaxileyî Malbata Şenyaşar nehatiye kirin!
13:28 Biryar hat dayîn ku rewşa girtî ya 16 rojnamegeran bidome
12:21 Malbatên girtiyan ev 9 meh in li edaletê digerin: Zarokên me berdin
12:18 Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê
12:14 Di meha 82’yemîn a qetlîamê de daxwaza ‘dîtina faîlan’ kirin
11:59 Leşker dixwazin ku cerdevanan bişînin tunelên şer
11:58 Bêrîvan Xalid: Divê hêzên koalîsyonê li dijî êrişan xwedî helwestekî zelal bin
11:25 Kurê 'rûspiyê' tecawizkar jî tecawizkar derket!
11:11 Li herêma Anîtosê şer berdewam dike
11:04 Got ‘li pişt min dewlet heye’ û hewl da tecawiz bike
10:34 Boral ê ku li Hezoyê jiyana xwe ji dest dabû, hat veşartin
10:34 Ozturk: Rêya hevrûbûn û helalbûnê di Îmraliyê re derbas dibe
09:53 Di teqînê de leşkerek hat kuştin
09:49 Du bira û heman çîrok: Me terorîst kuştin
09:32 Em li Şirnexê ketin pey şopa qirkirina daran: Di 2 salan de 500 hezar ton dar hatin birîn
09:06 Şaredariya Silopiyayê ku heqê rê kiriye 50 qirûş: Em ê her derfetê ji gel re seferber bikin
09:05 Bertek nîşanî bihakirina Nanê Gel dan: Em nikarin nan jî bikirin
09:04 Li Weranşarê mala şînê ji tiryakkêşan re hatiye hiştin
09:03 Siyasetmedarê kurd ku MÎT dixwaze were îadekirin û DAIŞ’î di heman qawişê de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2022'YAN
09/08/2022
22:00 Ji bo civînên gel ên HDP’ê yên Manîsayê banga tev li bûnê hate kirin
21:49 Li Colemêrgê şerekî dijwar qewimî
18:38 Êrişî Dirbêsiyê û Tirbêspiyê kirin: 2 kes birîndar bûn
18:28 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
17:46 ‘Divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin’
17:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:53 Cenazeyê Alankûş ku polîsan revand hat veşartin
16:34 OHD: Bila Aysel Tûglûk tavilê bê berdan
16:00 ‘Bila êdî ev zilm biqede’
14:36 ÎSÎG: Di tîrmehê de herî kêm 169 karker mirin e
14:19 Atmaca ku dihat îdiakirin li girtîgehê întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da
14:14 Tirkiyeyê êrişî deverek Qamişlo kir: Birîndar hene
14:06 ‘Divê wezaret daneyên rasteqîn eşkere bike’
14:04 Binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin kete rojeva Meclisê
12:46 Hevserokê HDP’ê û welatiyê 75 salî hatin binçavkirin
12:23 Malbatên girtiyan: Em bi du zimanan bangî wan dikin lê dîsa jî fêm nakin
12:13 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê em ê ji ber vî deriyî neçin
12:06 HDP dê li Manîsayê bi gel re bicive
11:53 308 kesan ji bo Sûriyeyê bang li muxalefetê kirin: Nebin şirîkên sûc û bi wêrekî bibêjin na
11:19 Li Şirnexê jinekê hewl da ku xwe bikuje
10:59 Nûnerên saziyên elewiyan ji serdana Erdogan a cemxaneyê nerazî ne
10:28 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Amûdê kir
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn