Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê girtî rastî sepanên keyfî tên û mafên wan ên bingehîn tên xespkirin. 

Rojnameger Îbrahîm Karakaş li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin û birayê wî Mûrad Karakaş xwest biçe serdana wî. Karakaş, duh ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û da zanîn ku jê hat xwestin ku goreyên xwe derxîne. Karakaş, diyar kir ku peywirdaran sedema vê sepanê jî weke “mewzûat” nîşan dane û wî jî ji wan re gotiye; “Min jê re got mewzûatê nîşanî min bidin lê gotin; ‘mewzûat tune ye.’ Bi awayekî keyfî nehiştin ez hevdîtinê bikim. Ez ê li Dadgeriya Girtîgehê îtîraz bikim.” 
 
GREAV BIRÇÎBÛNÊ DIDOME 
 
Her wiha greva birçîbûnê ya dorveger a li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ku di 14’ê tîrmehê de hatibû destpêkirin, didome. Her 5 rojan carekê komeke nû grevê dewr digire. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê rabe, dawî li binpêkirinan bê anîn û mafên girtiyan neyên binpêkirin. 
 
TÎPA T A KURKÇULERÊ: SEPANÊN KEYFÎ DIDOMIN
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Kurkçuler a Edeneyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin. Hat zanîn ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin, di dema jimartinê de jimartina ser pêyan tê ferzkirin, qawîş bi awayekî keyfî tên guherandin, derheqê wan de girtek tên girtin û têxin hucreyên yekkesî, girtiyên li dijî van zextan derdikevin jî tên derbkirin, mafên wan ên herî bingehîn tên binpêkirin, xwarin û vexwarina wan baş nayê dayîn û ji hewayê germ zêde bibandor dibin. 
 
GIRTÎGEHA BAFRAYÊ: DEST DANÎN SER PIRTÛKAN
 
Girtiyê bi navê Selamî Keleş ku nexweşê epîlepsiyê ye û li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û qala binpêkirinan kir. Keleş, anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi awayekî keyfî dest danin ser radyo û pirtûkên wan ji kantînê girtine û dema li dijî vê derdikevin jî derheqê wan de lêpirsîna disiplînê tê destpêkirin. 
 
GIRTÎGEHA TÎPA S A BODRUMÊ: GIRTÎ XISTIN HUCREYÊN YEKKESΠ
 
Parêzeran da zanîn ku ji 18 girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tên ragirtin 5 jê li qawîşên 2 û 3 kesan de tên ragirtin û yên din jî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Parêzeran diyar kir ku girtiya bi daxwazên “Bila hemû girtiyên siyasî bînin heman bloqê, girtiyên cezayê muebbetê lê hatiye birîn di hucreya yekkesî de neyên ragirtin, bila girtiyên ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn di hucreyên li heman hewadariyê dinihêre bên ragirtin û mafên spor, sihbet û çandî neyên binpêkirin”, di 3’yê tebaxê de wergirtina xwarinê protesto kirine û heke ev daxwazên wan neyên qebûlkirin jî dê di 8’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin. 
 
'GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN DERMANKIRIN’
 
Her wiha parêzeran wiha qala binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê kirin: “Li gel ku pêyê girtiyê nexweş Suphî Îsmaîl ampute bûye, girtî Kudbettîn Menteş nexweş e û gelek kal e û girtî Gurbuz Topçu jî hinek lebatên xwe winda kirine jî bi tena serê xwe tên hiştin. Li gel ku dawiya hefteyê mesaî nîne jî, di roja şemiyê de bi ser qawîşan de hate girtin. Di hucreyên yekkesî de pergala kamerayan heye û raste rast mudaxaleyî jiyana girtiyan dikin. Hevdîtinên vekirî li girtîgehên din saetek û nîv in lê li vir herî zêde 45 deqe tên dayîn. Girtî herî zêde dikarin 5 pirtûkan li cem xwe bigirin. Ji bilî Bîrgunê tu weşanên muxalîf nadin girtiyan. Girtiyan dereng dişînin nexweşxaneyê.” 
 

Sernavên din

09/08/2022
10:20 Şaredarê AKP’ê Beyoglu soza ‘tamîrkirinê’ bicih neanî
09:55 Tirkiyeyê êrişî Til Temirê kir: Kesek hate qetilkirin
09:55 Biryara AYM’ê ya ji bo Alî Îsmaîl Korkmaz: Polîs dê careke din were darizandin
09:12 Rojnameger Îbrahîm: Di êriş û qetlîaman de hevkariya PDK’ê heye
09:11 Li dijî tecrîdê banga têkoşînê: Li Kurdistanê yekane aktor Ocalan e
09:08 Jinan bang kir: Divê her kes li ber îşkenceya li girtîgehan rabe
09:07 Garis li zeviyan ziwa bû!
09:06 Temellî: Li dijî neçareserkirina netew dewletê pêdivî bi rêbaza konfederal heye
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:32 Leşkerê li Zapê birîndar bûbû, mir
08/08/2022
21:34 Li Mêrsîne Aram Tigran bi stranan hate bibîranîn
19:32 Yanik a AKP’î îtîraf kir: Em li Sûriyeyê ji bo ku kurd statuyekê bi dest nexin şer dikin
18:17 5 kesên li Mêrsînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:48 KESK: Bila peymana promosyonê bê nûkirin
16:48 ‘Bazirganên mirovan bi wezîfedarên dewletê re hevkartiyê dikin’
16:22 Li nêzî qereqolê cenazeyek hat dîtin
16:21 7 welatiyên li Wanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
15:26 Ji Bozdag pirsî: Li girtîgehê çima rojê tenê saetekê av tê dayîn?
15:08 ‘Hûn çima nahêlin Aram Tîgran li Amedê were definkirin?”
15:04 Girtiyên bi Covîd-19’ê ketin û yên din di heman qawîşê de tên ragirtin
14:57 HDP’ê hunermend Aram Tîgran bi bîr anî
13:40 Li Girtîgeha Seydîşehîrê 7 girtî bi koronayê ketin
13:08 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:08 Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
12:54 Waliyê Rihayê ketina Malbata Şenyaşar a baxçeyê dadgehê qedexe kir!
12:22 MKGP’ê rapora binpêkirinan a 7 mehên dawî aşkera kir: Rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin
11:56 Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn
11:53 Partiyên kurd dê ‘Belgeya Helwestê’ eşkere bikin
09:31 Artêşa tirk êrişî gundên Qamişlo û Hesekê dike
09:14 ‘Mifteya şikandina tecrîdê di destê me de ye divê em rabin ser pêyan’
09:01 30 salên xwe temam kir lê berdana wî taloq kirin
09:01 Bi ser qetilkirina rojnamevan Huseyîn Denîz re 30 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2022'YAN
07/08/2022
22:42 Ciwanên HDP’î di konsera li dijî bendîbûnê de hatin gelhev
22:05 Yekane şahidê doza Licê Hatîpoglû mir
21:58 Di Mitînga Kartalê de gelan daxwaza azadiya Ocalan kir
21:27 Bûldan: Dema me qifleya tecrîdê şikand dê hemû pirsgirêk çareser bibin
20:16 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek: Hûn ê vîna gelê kurd nas bikin
17:22 Kesên Qada Kartalê bi devî re dagirtin: Çareserî HDP ye
17:06 HDP wê di îlonê de Tifaqa Kurdî deklere bike
15:11 PYD’ê bang li NY’ê kir: Qada hewayî li balafirên tirkan bigirin
14:13 OHD: Ji bo pêşerojeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin
14:12 10 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:59 Komxebata 1’emîn a Hewldana 78’an li Pirsûsê hate kirin
13:46 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:46 Sancar çû serdana partiyên kurd: Em ê Tifaqa Demokrasiyê di 25’ê tebaxê de eşkere bikin
12:51 Li Çiyayê Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:30 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me taloq nekin
12:15 AYM’ê ji bo astengkirina mafê hevdîtinê yê girtî got: Derhiqûqî ye
11:38 Di êrişên Tirkiyeyê de 26 kes hatin qetilkirin
10:32 Baram: Tirkiye her tim çav berdaye xaka Kurdistanê
10:19 ‘Hewceye gel ji bo azadiya girtiyên nexweş rabe ser pêyan’
10:14 Li dijî şer li Qada Îstasyonê kom bûn: Em şer naxwazin, çareserî HDP ye
09:49 Tûrnûvaya Kemal Kurkut a li Edeneyê bi dawî bû
09:42 Şaredariya AKP’ê avahiyan bi nirxê 5 sal berê îstîmlaq dike!
09:07 Ozûgûrlû: Ne hêsane ku Tirkiye operasyonê bike
09:05 Qada seyrangehê ku 5 milyon lîre lê hatine xerckirin kavil bûye
09:05 Tevî rapora otopsiyê jî cenazeyê Erkol a HPG’î nadin malbata wê
09:05 ‘Em biryara rakirina parêzbendaiya Aydenîz nas nakin'
09:04 Li Rîsor a Bestayê qira daran anîn: Heke wiha bidome dê Rîsor bibe çol
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2022'YAN
06/08/2022
20:24 Sancar li Amedê peyam da: Em ê vê desthilatdariyê têk bibin
19:49 Li Qamişloyê li dijî wesayîtekê êriş hat kirin
19:40 Aydenîz: Di dawiya dawî de dijminatiya li kurdan dê dawiya vê desthilatdariyê bîne
18:42 Ji Amedê bang: Çareserî ne li Soçiyê di azadiya Ocalan de ye
18:14 Mitînga Çareserî em in dest pê kir
18:00 Bi hezaran kes ber bi Qada Îstasyonê ve diherike: Çareserî em in
17:45 Xizmên girtiyan: Ji lêgerîna edaletê netirsin
16:36 Xelata rojnamegerên girtî dan DFG’ê
16:29 Di Rûniştina F de ji bo azadiya Aysel Tugluk bang kirin
16:05 Artêşa tirk 9 caran çekên kîmyewî bi kar anî
15:58 Ji bo girtiyên nexweş li Enqereyê û Îzmîrê çalakî
15:37 Li Êlihê aqûbeta Resûl Saçan hat pirsîn
15:27 Bayindir: Nêze ku kurd azad bibin
15:05 Lîstikvan Nûr Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir
14:08 Dayikên Şemiyê: Yê ji kujeran re bû kefîl jî kujer e
13:52 Leşkeran li Girtîgeha Elbistanê gule li cihê hewadarkirinê yê girtiyan barandin
13:51 Gardiyanan nihêrtina di mazgalê de li rojnamevanên girtî qedexe kir
13:13 Parêzerên Aysel Tûglûk: Divê demildest were berdan
12:36 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundek Amediyê bombebaran kirin
12:32 Malbata Şenyaşar: Edalet dereng ket lê dê pêk were
12:01 Li aqûbeta Gunkan ê 28 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn
11:39 Ji HDK û HDP'ê daxuyaniya hevpar: Dawî li îşkenceya ser sînoran bînin
11:10 Amed ji bo mitînga ‘Çareserî em in’ amade ye
11:03 Parêzvanên qeyûm li Sakizci Memo dan
10:56 Rojnamegerên jin: Li dijî tundiya polîsan divê têkoşîneke birêxistinkirî bê dayîn
10:47 Biryara pêwîstekî ya Doza JÎTEM’ê: Dadgehê koordînatên fermî jinedîtî ve hat
10:37 Edhem Barzanî: Heke qanûn nayên sepandin bila bên qedexekirin
09:59 ‘Em ê bi mitînga xwe ji zilmê re bibêjin ‘êdî bes e’’
09:30 MSB’ê ragihand ku leşkerek hatiye kuştin
09:07 Sekretera Giştî ya OHD’ê Ergul: Em mecbûr in azadiya Ocalan biparêzin
09:05 Peyhatiyên Aram Tigran: Stranên wî wê her tim bên gotin
09:05 Dîmenên têkildarî bûyera ku îdia kirin întîhar e nehatin dayîn
09:04 ‘Serşoka girtiyên jin bi kamerayan tê temaşekirin’
09:02 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:31 Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara berdanê
05/08/2022
22:44 Li Girtîgeha Wanê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
21:32 HDP’ê xebatên xwe yên mitîngê bicoş bi dawî kirin
16:44 Hevdîtina Putîn û Erdogan dest pê kir: Bal kişandin ser Sûriyeyê
16:33 Li Rihayê jinek bi awayek guman mir