Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin

img

AMED - DFG'ê rapora binpêkirna mafê rojnamevanan a meha tîrmehê ragihand û di raporê de hat gotin mehek ku mafê rojnamevanan hatiye binpêkirinê derbas kirine, di vê mehê de jî tundiya li ser rojnamevanan berdewam kiriye û hê jî 77 rojnamevan di girtîgehan de ne.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafê rojnamevanan û saziyên çapemeniyê ya meha tîrmehê bi raya giştî re parve kir. 
 
Rapora DFG'ê wiha ye:
 
"Zextên li ser rojnamegeran her roj hêviyan reştir dike. Sed mixabin li Tirkiyê di her meha derbas dibe de helqeke din li çeteleya zext û zilmê zêde dibe. Li şûna serdagirtina mal, binçavkirin, girtin û vebûna dozan a li rojnamegeran kêm bibe berovajiyê vê zêdetir dibin. Em jî jii neçarî van kiryarên pêk tên li çeteleya listeyên binpêkirinên mehanê zêde dikin. Ev li ser navê welatê em lê dijîn şermeke mezin e. 
 
TUNDIYA LI SER ROJNAMEVANAN BERDEWAM DIKE
 
Em bi zêdebûna tundiya li ser rojnamegeran re derbasê meha tîrmehê bûn. Komaleya me û Platforma Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê dema ku xwestin li Ûlûsa Enqerê daxuyanî bidin polîsan bi serda girt û bi lêdan ê şefê Buroya Enqerê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û nûçegihanê nuçeyên LGBTİ+ yan Yildiz Tar binçav kirin. Her wiha di serdema vê êrişê de kamereya nûçegîhanê Ajansa PÎRHA’yê Eren Guven ji aliyê polîsan ve hat şikandin. 
 
Di her cure şert û mercan de rojnameger ji bo çêkirina nûçeyan xwedî mafekî azad in. Lê belê li Tirkiyê sînorên pêkanîna vê “azadiyê” her ku diçe şêlû û xumam dibe. Li Enqerê di kêliya polîs êriş bir ser 'Meşa Rûmetê' jî gaza îsotê pir ji nêz ve bi kar anîn û kirin çavê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emel Vural. Her wiha nûçegihana KaosGL.org’ê Asli Alpar ji ber mudaxeleya polîsan ji nigê xwe birîndar bû. 
 
PARÊZEREK ÊRIŞÎ ROJNAMEVAN KIR 
 
Êrişên li dijî rojnamegeran ne tenê ji aliyê polîs, leşker û hêzên dewletê ve pêk tê. Me pir diêşîne ku êrişên wisa bê yom bi destê hin aliyên civakê ve jî pêk tên. Di meha tîrmehê de nûçeyeke êrişê ya bi destê avukatek pêk hat ket ser malperên nûçeyan. Parêzer Fevziye Karaer êrişî nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê  Yakûp Demîr kir. Ji ber êrişa Karaer nûçegîhan Demir ji ser çavê xwe birîndar bû. 
 
Rojnameger dema ji bo ragihandina civakî kar û xebat dikin jî dibin mijara nûçeyê. Weke li jor jî hat aşkerakirin êrişên li dijî rojnamegeran pêk tên tenê bi êrişên hêzên fermî yên mîlîtarîst ne bi sînor in.  Hin caran bi destê hin  aliyên civakê jî tundî li rojnamegeran tê kirin. Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, ji ber ku daxuyaniyeke HDP’ê kir nûçe û di malpera xwe de weşand Şaredarê Bêrecûkê yê AKP’î Mahmut Mirkelam li rojnameger Kerem Kirpaç da. 
 
ROJNAMEVANÊN KURD HATIN SEWQKIRIN 
 
Mijara girtina 16 rojnamegerên kurd hem ji aliyê rojnamegeriyê ve hem jî ji aliyê azadiya ramanê ve ji rojevê nakeve. Tirkiye û cîhan mijarê ji nêz ve dişopîne. 16 rojnameger di 8 heziranê de di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin û di 16 hezîranê de dadgehê bi angaşta “Endamtiya Rêxistinê” biryara girtinê wan dabû û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Piştî girtinê hat hînbûn ku 12 rojnameger ji wê rakirine û sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê ya hejmarên 1 û 2 kirine.  
 
ROJNAMEVAN LI ŞÛNA KAR DIÇIN DADGEHAN 
 
Bi sedan rojnameger her roj li şuna ku biçin ser karê xwe diçin ber derê dadgehan û seetên dûr û dirêj dijmêr in. Li dijî cezayên giran têkoşîna maf û edaletê jî dest pê dike. Di qada navneteweyî de Tirkiye di rêza azadiya çapameniyê de ji ber van girtin û darizandinan her diçe paşvetir dikeve. Di vê mehê de jî rojnamegerên bi navê Ali Ergin Demirhan,  Canan Coşkun, Bariş Pehlivan, Nurcan Yalçin, Can Atakli, Ozgur Bogatekin, Fatih Tezcan, Oznur Deger, Ugur Yilmaz û Hasan Tolga Balci di listeyên korîdorên mehkemeyan de hatin dîtin. 
 
Di rapora me de mijareke din a berfire cih digire mijara astenkkirin û sansura li ser înternet û medya dîjîtal e. Roj nîne ku em nebin şahidê çend cezayên cur bi cur ku Dadgerên Dadgehên Silhê bi boneya nûçeyên derbaskirinê li malperên nûçeyan û li ajansan dibirin. Li gel hejmareke ewqas zêde û cezayên giran tên birîn jî qala derxistina yasayên nû yê sansurê jî dikin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji ber vê sedemê ye em heta dawiyê bi biryar li dij derxistina yasaya sonsurê radiwestin. 
 
77 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
 
Li gor çavdêriya rapora me ya tîrmehê 77 rojnameger li Tirkiyê di girtêgehê de ne. Em bi vê munasebetê dibêjin li dijî çapamenî û azadiya ramanê divê her cure zext, sansur û tundiya heyî bê bidawîkirin. Rojnamegerî bi binçavkirinan, bi darizandinan, bi sansurkirinê, bi zext û tundiyan nayê reşkirin û astenkirin. 
 

Sernavên din

05/08/2022
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê