Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya çend salan li dijî êrişên ser Şengalê hişyarî dabû û destnîşan kiribû ku divê xwedî li êzidiyan bê derketin. 

 
Di êrişên DAIŞ’ê yên di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê de herî kêm 400 hezar êzdî mecbûr man cih û warên xwe terk bikin û bikevin ser rêya koçberiyê. Di encama êrişên DAIŞ’ê de 280 êzdî di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dan. 5 hezar êzdiyên ku DAIŞ’ê revandin li bazarên koleyan hatin firotin û bi sedan êzdî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Tevî ku gelek sal derbas bûn jî êrişên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran êzdî windabûn, weke Fermana 73’yan derbasî dîrokê bû. 
 
Dema DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir ji parastina wir hêzên pêşmergeyan ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) berpirsyar bû. Lê pêşmerge reviyan û êzidî bêparastin hiştin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Gel (HPG) gihişt hawara êzdiyan. Saya berxwedana mezin a 12 gerîlayên HPG’ê DAIŞ’ê nikarî pêş ve biçe. Êzdiyan piştî êrişa DAIŞ’ê Rêveberiya Xweser a Şengala Demokratîk û hêzên wê yên parastinê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidxanê (YJŞ) ava kirin. Ezdiyên piştî HPG’ê Şengal ji DAIŞ’ê paqij kir vegeriyan ser axa xwe, rêveberiya xwe bi xwe ava kir. 
 
Şengal ku bi berxwedana bi mehan ji DAIŞ'ê hat xalîkirin xwe di her qadan de xwe birêxistin kir. Êzidiyên ku bi rêxistinî li dijî her xetereyê disekinin vê carê jî di 9'ê Cotmeha 2020'an de bi zexta Amerîka û Tirkiyeyê bi “Peymana Şengalê” ku di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistana Federe de hat îmzekirin re rû bi rû man. Bi hedefgirtina PDK’ê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Şengala du sal in di bin dorpêça artêşa Iraqê de bi dawî nabin. Tirkiye ji 24’ê adara 2017’an ve êrişên xwe didomîne û di 22 êrişan de endamên YBŞ’ê jî di nav de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
GEFA ÎMHAKIRINA ÊZIDIYAN
 
Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, di hevdîtinên parêzer û Şandeya Îmraliyê yên berê de têkildarî êrişên ser Şengalê û êzdiyan nirxandin kiribûn, destnîşan kiribû ku divê êzidî bên parastin. Ocalan piştî 3 êrişên bombeyî yên cuda di 14’ê tebaxa 2007’an de li bajarê Kahtaniye yê Hêrêma Kurdistanê pêk hatin û 200 êzidiyan jiyana xwe ji dest da, di hevdîtina parêzerê xwe ya di 22’yê tebaxa 2007’an de wiha gotibû: “Min di vê mijarê de beriya niha hin hişyarî kiribûn, divê xwedî li êzdiyan bê derketin. Ez êdî çi bikim? Min di mijara xetereya îmhakirina êzidiyan û mijarên din de jî gelek caran hişyar kir.”
 
HIŞYARIYA HERÊMA EWLE 
 
Ocalan ê heman êriş di 5’ê îlona 2007’an de di hevdîtina parêzerên xwe de jî nirxandibû, ev tişt gotibûn: “Qetilkirina êzidiyan a li Kahtaniyeyê bûyereke mezin e. Hûn dizanin min li dijî xetereya qetilkirina êzidiyan careke din jî hişyar kiribû. Min têkildarî Îranê de jî hişyar kiribû. Îran gelek bêrehm e, dewleteke bihêz e, wê komkujiyê bike. Min diyar kiribû ku qismekî gelê me yê li wir di bin xetereyê de veguhêzin herêma Bradostê. Di vê mijarê de tiştek tê kirin, gotinên min bi cih tînin, nizanim. Dikarin gelê li wê derê bêparastin veguhêzin herêmên ewle û têxin bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY).”
 
REXNEYA LI BARZANΠ
 
Ocalan, ê têkildarî ewlehiya êzidiyan Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Celal Talabanî yê jiyana xwe ji dest dayî rexne kiribû, wiha gotibû: “Ji ber ku Talabanî û Barzanî têkildarî êzdiyan pergala parastinê pêk neanîn ev komkujî pêk hat. Civakeke ku derbasî pergala parastinê nebe nepêkane ku were parastin. Li gorî konjonktorê sekna wan a siyasî tê guhertin.” 
 
ÇÎROKA DERWÊŞÊ EVDÎ
 
Rêberê PKK’ê ku di hevdîtina bi parêzeran re di 2’yê sibata 2011’an kir de diyar kir ku Derwêşê Evdî ji kurdên êzidiyên Şengalê ye, wiha axivî bû: “Dema tu muzîkekê jî guhdar dikî, tu tiştekî aydê dîroka kurd hîn dibî. Tu digihî heqîqeta wê. Wê kêliyê ew stran jî ew qas bandor dike û hîn dike ku tu digihî ferqa heqîqeta xwe. Tenê bi zanînê nikarî bigihî heqîqetê, bi hunerê, muzîkê jî dikarî bigihî heqîqetê. Çîroka êzidiyekî (Derwêşê Evdî) jî dikare te bigihîne nasname û heqîqeta te. Kesên nijadê kurd herî paqij dijîn bi dorê kurdên êzidî, kurdên elewî û kurdên sunnî yên deştî ne. Nasnameya kurdên êzidî ewilî tê. Tê zanîn; kesên herî zêde zext lê tê kirin û tên koçberkirin jî ew in.”
 
NÛNERÊN KURDAN 
 
Ocalan, di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an bi Şandeya Îmraliyê re kir de destnîşan kiribû ku êzidî, nûnerên pêşeng ên gelê kurd in û wiha gotibû: “Êzidî esas bingeha Tevgera Azadiyê jî ne. Têkildarî wan heta niha gelek dahurandinên min jî çêbûn. Divê bêyî ku bikevin mûhafazakariya olî û etnîkî, di nava gelê me weke xwe bijîn û zêdetir xwe tev li têkoşîna azadiyê bikin.”
 
FERMANA 73’YAN 
 
Ocalan, di hevdîtina 15’ê Tebaxa 2014’an bi Şandeya Îmraliyê re kirin de, têkildarî êrişên qirqirinê yên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an û wiha gotibû: “Bûyerên qewimîn gelek trajîk in. Komkujî tên kirin, derbarê jinan de behda tiştên cuda tên kirin. Ez niha tiştên jinên êzidî dijîn dibînim, xemgîn dibim. Destana Derwêş û Edûle niha bi heman awayî tê jiyîn, tiştên qewimîne hema hema eynî ne, hêjayî lêkolînê ne.”
 
KOMKUJÎ LI BER DERÎ BÛ 
 
Ocalan, bi lêv kiribû ku DAIŞ’ê ji bo Tirkiyeyê jî bela ye û di heman hevdîtinê de têkildarî komkujiyê nirxandinên xwe wiha domandibûn: “Turkmen jî daliqandin, kuştin û di destên wan de dîl hene. Barzanî jî Tirkiye jî vê yekê ji nû ve fehm dike. Komkujî li ber derî bû lê ev nedîtin. Min gelek beriya wê hişyar kir. Tişta ku min li vir beriya salekê dît çima ew nabînin? Wê demê jî min got çend mirovan bişînin cem êzidiyan bila rewşê vebêjin. Niha jî civaka êzidî bi komkujiyan re rûbirû ye. Em ne vê komkujiyê ji bîr dikin, ne qebûl dikin ne jî rûdinin û digirîn. Di dîroka mirovahiyê de ev komkujî qet nayên ji bîr kirin. Heke bên ji bîr kirin wijdana te jî qediya ye.”
 
EVÎNA DERWÊŞÊ EVDΠ
 
Ocalan, di hevdîtina 7’ê îlona 2014’an de têkildarî êzidiyan Destana Derwêşê Evdî mînak dabû û ev tişt gotibûn: “Tiştên wê rojê hatin vegotin û îro qewimîn hema bêje eynî ne. Hema tifaqa ku îro AKP’ê ava kiriye, wê demê Osmanî dike. Destaneke ku dema Derwêşê Evdî tê kuştin derdikeve holê ye. Tê perçiqandin û kuştin lê destaneke muhteşem derdikeve holê. Êzdiyan her tim li dijî faşîzma sûniyan heta îro têkoşiyan. Heta ku jiyana azad pêk neyê eşq jî pêk nayê. Dema min digot kurdan evîn ne pêkan e, min behsa vê nedikir. Felsefeya Derwêşê Evdî jî fêm nakin. Analîzên min ên sosyolojik baş in, heta ku sosyolojiya zanîstî nebe nikarin tu tiştî binirxînin. Di siyasetê de jî di hunerê de jî ev wisa ye. Ez bi hişmendiya heqîqetê nêzî her tiştî dibim.”
 
‘DIVÊ QIYAMET HATIBÛYA RAKIRIN’ 
 
Ocalan, di hevdîtina xwe ya 4’ê sibata 2015’an de têkildarî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê ev nirxandin kiribû: “DAIŞ da her derê bişewitîne. Têkildarî Şengalê tevî 7 sal in hişyar dikim jî ji ber bergirî negirtin we dît ka çi qewimî. Esas em hemû bûn yên hatin qetilkirin û tecawizkirin. Divê qiyamet hatibûya rakirin.”
 
HEKE LI ŞENGALÊ GERÎLLA HEBÛNA… 
 
Ocalan, têkildarî vekişîna HPG’ê ya li Mexmûr, Kerkuk û Celawlayê jî di hevdîtina 14’ê adara 2015’an de ev nirxandin kiribû: “PDK jî gel jî nexwaze wê bimîne. Îxanet li gel hatiye kirin. Heke komeke gerîla li Şengalê hebûya ewqas mirov nedihatin qetilkirin. Heke gerilayên PKK’ê nebûna, îtîbara me nebûya wê gel perîşan bûya.” 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

05/08/2022
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê