Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min

img

ENQERE - Di danişîna Doza Kobanê de siyasetmedar Aysel Tugluk bi SEGBÎS’î beşdarî danişînê bû û got; “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim. Nayê bîra min.” Li gel vê yekê jî şandeya dadgehê Tugluk da zorê ku parastina xwe bike. Vê helwesta dadgehê rê li ber nerazîbûnan vekir. 

 
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja pêncemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. 
 
Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, ji Platforma ji bo Aysel Tugluk 1000 Jin Prof. Dr. Yasemîn Ozgun, Hevseroka Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, Berdevka Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Enqereyê Senem Denîz, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, Endama Lijneya Şêwrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şebnem Oguz, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Bajêr, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
 
Siyasetmedar Aysel Tugluk ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gulten Kişanak ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û parêzer Ezgî Gungordu refeqetiya Tugluk kirin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şandeyê piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin xwend. 
 
Piştre jî parêzer Serdar Çelebî ji Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û daxwaza ji bo neguhdarkirina Tugluk dubare kir û raporên ATK’ê bi bîr xist. Çelebî bi domdarî wiha got: “Me derheqê rewşa tenduristiyê ya Tugluk de gelek rapor dan we. Aşkeraye ku Tugluk nikare parastina xwe bike. Mafê wê yê parastinê tê binpêkirin. Mafê parastinê jî bingeha darizandina adilane ye. Ya ku tê kirin nêzikatiye xerab, îşkence ye.”
 
BIRYAR DAN KU LI TUGLUK GUHDAR BIKIN
 
Dozgeriyê jî xwest ku Tugluk parastina xwe bi rêya parêzer bike. Şandeya dadgehê jî gotina “Heta astekî dikare parastinê bike” ya di rapora ATK’ê weke hincet nîşan da û daxwaza parêzer Çelebî red kir. Piştre jî derbasî îfadeya Tugluk bûn.
 
TUGLUK: EZ NE DI REWŞEKE WISA DE ME KU BIKARIM XWE BIPARÊZIM 
 
Li gel ku Tugluk dema diaxiviya zehmetî dikişand jî, şandeyê berdewam kir. Tugluk, da zanîn ku ne di rewşeke wisa de ye ku bikare biaxive û wiha domand: “Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim.” Şandeyê piştre hinek pirs ji Tugluk kirin. Şandeyê ji Tugluk pirsiya bê ka Kerem Gokalp nas dike yan na û îfadeyên Gokalp ku îdia dikir Tugluk bi wesayîta xwe birîndar veguhestine jê pirsiya. Tugluk, diyar kir ku Gokalp nas nake û ew pêvajo nayê bîra wê. 
 
‘HÛN ÎŞKENCEYÊ DIKIN’
 
Parêzer Çelebî mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku pirsên ji Tugluk tên kirin dikeve çarçoveya darizandina mukerer û îtîraz kir. Dadgehê îtîraz red kir. Piştre jî parêzer Kemal Akalin axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn derheqê demansê de çi dizanin? Hûn li vê derê îşkenceyê li jineke kurd dikin. Hûn baweriya xwe bi çi tiştê ATK’ê tînin ku ji van raporan bibawerin? Destê xwe deynin ser wijdana xwe. Hûn henekên xwe dikin, hinek rêzgir bin. Hûn li pey çi ne? Hûn îfadeyê bigirin çi ye negirin çi ye. We ji xwe biryara xwe daye. Bes ezyetê lê bikin. Me di demên berê de jî got lê hûn daxwazan qebûl nakin û her tiştekî red dikin. Hûn kî ne? Dê kesên rojekê we bidarizînin jî werin.” 
 
Piştre jî parêzer Ezgî Gungordu mafê axaftinê girt û wiha got: “Îfadeyê Aysel Tugluk bi darê zorê tê girtin. Li gel ku Aysel xanim dibêje nikare îfade bide jî hûn pirsan jê dikin. Li gel ku dibêje nikare parastina xwe bike jî hûn bi darê zorê pirsan jê dikin. Ev îşkence ye. ATK dibêje; ‘heta astekî dikare parastina xwe bike’ lê ev yek di qanûnê de tune ye. Hûn îşkenceyê tercîh dikin.” Dema Gungordu parastin dikir, şandeyê gotina wê birî û biryara xwe da. Şandeyê îtîrazên Gungordu red kir û dîsa ji Tugluk pirs kirin.
 
‘HETA PARÊZERÊ XWE JÎ NAS NAKE’
 
Siyasetmedar Tugluk bi israr got ku pirsa fêm nake lê şandeyê jê re got; “hûn dixwazin ez hinek hêdîtir bipirsim?” û pirsên xwe domandin. Tugluk, got; “Çi tişt û kengî qewimiye ez tiştekî nizanim. Ez nizanim bê ka çawa têm darizandin.” Gultan Kişanak jî bertek nîşanî israra dadgehê da û ev tişt anî ziman: “Ya ku tê kirin îşkence ye. Tugluk, parêzerê xwe jî nas nake lê hûn hêjta pirsan jê dikin. Em vê qebûl nakin, ya ku tê kirin îşkence ye û wijdana me ranegire. Li qeydên SEGBÎS’ê binihêrin. Ji bo ku gotinên Tugluk neyên bihîstin we mîkrofon girt.” 
 
Şandeyê gelek caran axaftina Kişanak birî, mîkrofona parêzer Çelebî ku dixwest biaxive girt û pirsên xwe domandin. 
 
Li ser pirsan Tugluk got; “Ez gotinên we fêm nakim. Şandeya dadgehê li Kişanak ku nerazîbûna xwe didomand qîriya û got; “Min mafê axaftinê nedaye te.” Li ser vê yekê Kişanak jî got; “Ma hûn ji xwe şerm nakin? Hûn ji jineke ku parêzera xwe jî nas nake hêjta pirsan diin. Hinek rêzgir bin.” 
 
‘DOSYAYÊ JI HEV CUDA BIKIN’
 
Piştre parêzer Çelebî mafê axaftinê girt û wiha got: “Jêpirsîneke wiha nabe lê dîsa jî hûn didomînin. Niyeteke me ya ku parastinê nekin nîne lê heke jêpirsîneke were kirin divê pirsên we fêm bike û bersiv bide lê ew nikare vê bike. Ev yek dê weke şerma hiqûqê li dîrokê cih bigire. Ev li dijî hiqûqê ye. Yek du gotinên miwekîla min nabe parastin. Hûn bi awayekî keyfî tevdigerin, li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin.”
 
Parêzer Kenan Maçoglû jî ev tişt anî ziman: “Rewşa tenduristiyê ya Tugluk li holê ye. Ji hev cuda bikin, di vê mijarê de biryara we çibe bila wisa be. Dozger beg dibêje; ‘biryara dadgeha bilind’ heye. Lê me lê nihêrt û dît ku Dadgeha Bilind biryara berevajî gotina wî daye. Gotiye ‘îfadeya bersûc bigirin’ û biryar xera kiriye. Biryarê ji hev cuda bikin û rêya xwe bidomînin.” Di vê navberê de şandeya dadgehê gelek caran axaftina Maçoglû birî û diyar kir ku divê parastina Aysel Tugluk bigire. 
 
Parêzer Nûray Ozdogan jî bi lêv kir ku helwesta li dijî Tugluk îşkence ye û wiha derbirî: “Li hemberî we keseka ku darizandina wê didome heye. Ji ber ku girtî ye lewma nikare tedawî bibe. Para we jî di vê rewşa Tugluk de heye. Hûn ji bo ku bibêjin ‘me parastina wê girt’ vê yekê dikin. Lê ev hîleyeke li dijî hiqûqê ye.”Parêzer Alî Bozan jî li Mêrsînê bi rêya SEGBÎS’ê mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “We mafê axaftinê neda min û mîkrofana min girt. Dixwazim vê bibêjim, dema we mafê axaftinê day Aysel xanimê, gelo we dengê wê bihîst? Dê di qeydên SEGBÎS’ê de jî dernekeve ji ber ku nedihat fêmkirin. We bi israr pirs jê kirin û hewl da parastinê bigirin. Ev îşkence ye. Ne tenê Tugluk parastinê nake, 12 kesan xwestin parastinê bikin lê hûn mafê axaftinê nadin wan. Hûn bi zanebûn û bi dilxwazî vê îşkenceyê dikin.” 
 
Piştî îfadeyên Bozan, şandeya dadgehê daxwaza betalkirina jêpirsîna Tugluk û ji hev cudakirina dosyayê red kir û darizandin domand. 
 
Şandeyê piştre jî saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

05/08/2022
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê