Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê

STENBOL - Nazîme Avras ku mafê wê hilbijirînê ji destê wê hat girtin û 6 sal û 9 meh di girtîgehê de diyar kir ku li girtîgehê berxwedanek bêhempa heye û girtî tariyê vediguherînin ronahiyê. 

 
Di hilbijartina xwecihî ya di 30’ê Adara 2014’an de li navçeya Norşînê ya Bedlîsê Nazîme Avras ku ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wek Hevşaredar tê bijartin lê bi hêceta ku berpirsiyariya wê hilbijartinê nîne ji wezîfeyê tê girtin. Avras piştîj i wezîfeyê tê girtin xebatên xwe yên siyasî bi Hevserokatiya HDP’a Bedlîsê berdewam dike û di 25’ê Mijdara sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” ji ber xebatên xwe yên siyasî tê girtin. Ewilî di Girtîgeha Bedlîsê de dimîne û piştî 5 mehan wê sewqî Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dikin. 
Di çarçoveya doza jê hat darizandin 10 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hat birîn û di van salên girtî de bi nexweşînên cuda re rûbirû ma. Avras di girtîgehê de malzaroka wê li xwînê der dibe û bi hêcetên cuda demek dirêj nehat tedawîkirin. Piştî 6 sal û 9 mehan di 20’ê tîrmehê de ji girtîgehê derket. Avras ji ajansa me re axivî û qala pêvajoya girtîgehê kir. 
 
ZEXTÊN DEWLETÊ WÊ BER BI TÊKOŞÎNÊ VE BIRIYE 
 
Avras bi bîr xist ku ew di salên 90’î de dema dewletê gundan dişewitand û vala dikir zextên dewletê nas kiriye û wê çavê xwe bi têkoşîna salan vekiriye. Avras diyar kir ku armanca wê sereke ya têkoşîna azadiyê jiyanek azad bûye û ji ber têkoşîna xwe gelek caran bi êrişên dewletê re rûbirû maye. Avras da zanîn ku wê jî wek bi deh hezaran kurd bi malbata xwe re koçber bûye û bal kişand ser zext û zordariya dewletê ya wê deme. Avras diyar kir ku çîroka wê jî wek çîroka bi hezaran malbatên kurd e û jiyana wê jî wek jiyana her jinek kurd bi zehmetî derbas bûye û wê jî wek bi milyonan kurd ji bo jiyanek û welatek azad têkoşiyaye û siyasetê kiriye. 
 
GIRTIN NE HEQÛQÎ NE 
 
Avras anî ziman ku êrişên li dijî siyaseta kurd wek her demê berdewam dikin û ev êriş zêde bûne û got: “Kî merhabatiyê daye, me hat girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Tu bingehek vê hiqûqî tune ye. Jixwe li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek nemaye û nîne. Li gorî xwe dosyeyek amade dikin û bi awayek dijhiqûqî me dan girtin û ev bêhiqûqî didome.” 
 
JI BO AZADIYÊ ÇI BÊ KIRIN KÊM E 
 
Avras destnîşan kir ku ew ji bo azadiyê çi bikin û çi bedelan bidin jî kêm e û wiha got: “Divê em her daîm bi îradeyek xurt li pêş bin. Em dikarin wisa welatê xwe li dijî polîtîkayên qirêj biparêzin. Dema tu bi bandor bî neçar in te qebûl bikin.” 
 
BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN
 
Avras bal kişand ser berxwedana girtiyan a li girtîgehan û wiha axivî: “Ez rewşa ku girtî têde ne wek berxwedanek kêlî bi kêlî pênase dikim. Her tim gardiyan û leşker dixwazin te tune bikin. Kengê bixwaze tê te sirgûn dike. Dikare bi ser qawîşan de bigire û tundiyê li te bike. Dikarin kelûpelên te talan bikin. Her wiha di warê derûnî de gelek zextan dikin. Jixwe ketine pey derdê ku te qanih bikin û te ji refên te biqetînin. Dixwazin te li gorî xwe terbiye bikin. Desteyên Çavdêriya Îdareya Girtîgehan ‘poşmantiyê’ li girtiyan ferz dike. Berxwedan û helwesta hevalan vê rêbaza wan pûç kir. Li Girtîgeha Gebzeyê Mizgîn Aydin a 30 sal in girtî ye û Hava Ak nexweş in û rewşa wan giran e. Tedawiya carna tê taloqkirin. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Dixwazin rewşek derûnî li ser girtiyan çêbikin û wan bêfikir û bêraman bihêlin. Gelek tiştên girtiyan tên desteserkirin. Tiştên kantînê bi awayek biha difiroşin girtiyan. Heqê fatûreya ceyranê du qatê wê ji me distandin.” 
 
BERXWEDAN Û AZADΠ
 
Avras destnîşan kir ku bingeha berxwedana girtiyan ji berxwedana Zindana Amedê ya Mazlum Dogan û Hayrî Durmuş û Sakîne Cansiz heta îro tê û ew ruhê berxwedana Zindana Amedê îro li tevahiya girtîgehan zindî ye. Avras got: “Wê ev berxwedan tu demê neyê şikandin. Daxwaza her girtiyekî berxwedan e. Dixwazin her kes bixebite û li ber xwe bide. Daxwaza wan ew e ku dibêjin wê azadî bi berxwedanê were. Berxwedanek û azadiyek giştî ji bo me lazim e. Berxwedan tariyê radike û ronahiyê tîne.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

05/08/2022
15:58 'Navenda Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê' hat avakirin!
15:30 Ji bo mitînga HDP'ê ya Stenbolê destûr hat dayîn
15:14 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:04 Vaye albûma wêneyên ‘sûcdar’ ên Suleyman Soylû
14:34 Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da
14:28 Li Êlihê wesayîta karkeran qeza kir: 16 kes birîndar bûn
14:21 Malbata Şenyaşar: Heke dewlet hebe, edalet li ku ye?
14:12 Di tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin
13:52 Rapora ku DFG’ê ji rojnamevanên girtî re şand hat desteserkirin
13:44 Banga ‘çareserî em in’ li ciwanan kir: Em ê selteneta AKP’ê hilweşînin
13:32 Li Girtîgeha Êlihê îdiaya hewldana xwekuştinê
13:31 Doza Kobanê: Hemû şahid xebatkarên emniyetê ne
11:36 Li gorî meclisa tirk pirsa ‘AYM çima bi biryara xwe nake?’ nêrîna şexsî ye
11:28 Li sînorê rojhilat-bakur îşkence li penaberan hat kirin
11:19 Girtiyên nexweş ê ji bo tedawiyê daxwaza sewqê dikir hate derbkirin
11:00 Dayikên Aştiyê yên li Rihayê: Miftteya çareseriyê li gel birêz Ocalan e
10:41 Şivanê ku leşkeran lê xistibû: Xwarin, derman û cilên me şewitandin
10:28 Welatiyek gilîkirina talankirina darên xwe kir
10:11 Malbatên Roboskê: Heta faîl neyên darizandin em ê heqê xwe li kesekî helal nekin
10:07 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
09:02 Li Girtîgeha Amedê sînordarkirinên vîrûsa koronayê didomin
09:02 Eren: Îşkenceya derûnî li Tûglûk tê kirin
09:01 ‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’
09:01 ‘Doza perwerdeyê’ li Hevberdevka Komîsyona Perwerdeyê ya HDP’ê vekirin
09:01 Parêzera Tûglûk: Em nikarin bêjin ‘hiqûqa dijminatiyê ye’ jî
09:01 Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
09:00 Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê
09:00 Avahiya SGK’ê li ser peyarêya gel hatiye çêkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:56 Gardiyanan li girtiyê nexweş da
04/08/2022
21:57 HDP’iyan ji bo çareseriyê Qada Îstasyonê nîşan dan
20:50 Hevseroka HDP’î hate berdan
18:31 Siyasetmedarên girtî Tûncel û Karaman bi koronayê ketin
16:59 Jinan ji bo Tûglûk pankart bi Pira Deh Derî ve daliqand
16:55 Tebîş ê ku MÎT’ê digot ‘me kuşt’ ji hêla PDK’ê ve radestî Tirkiyeyê hatiye kirin!
16:21 Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê kir: 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
16:17 Malbatên Roboskî ji Kiliçdaroglû re got: Bila tenê gotina we li ser sozê nemîne
16:04 Cîgirê Şaredarê Heskîfê ji AKP'ê îstîfa kir
15:05 Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên
14:53 Nobeda Edaletê ya li Wanê didome
14:13 Doza Kobanê: Îfadeyên şahidan ji gotegotan pêk tên
14:00 Leşkeran li Geverê sê zozan qedexe kirin
13:32 Li girtîgehên Kurkçuler, Bafra û Bodrumê binpêkirinên mafan
13:25 KPSS hat betalkirin
12:55 ‘Îşkenceyên li girtîgehan îşkenceyên rejîma Esat Oktay jî derbas kirin’
12:31 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me ya li dijî hiqûqa serdastan didome
12:18 Gunay: Em li dijî tecrîd, qedexe, şer û dagirkeriyê tev li mitîngan bibin
10:55 Xelîl Xemgîn: Divê em Rojava weke qiblegeha xwe bibînin û biparêzin
10:15 Maçin: Divê ruhê yekitiya neteweyî di mitînga ‘Çareseriyê’ de bê cem hev
09:48 Di êrişên komeleyên elewiyan de kesek hat girtin
09:45 Vê carê jî wêneyên Soylû di afîşên danasîna Yedîîklîmê de derketin holê
09:40 Serdozgeriya Enqereyê derbarê KPSS’ê de lêpirsîn da destpêkirin
09:21 Alî Ersoy tayînî Serokatiya OSYM’ê hat kirin
09:01 TARIM ORKAM-SEN: Kesê ji birîna daran re bêdeng be hevkarê sûc e
09:01 Li dijî êrişan jin vexwendin Qada Îstasyonê
09:01 ‘Xwestin Aysel Tûglûk bi îşkenceyê ceza bikin’
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2022'YAN
03/08/2022
23:51 Di tûrnûvaya fûtbolê de Komkujiya Êzidiyan hate şermezarkirin
23:30 Li Pirsûsê mirina biguman a jinekê
21:53 HDP ji bo mîtînga Stenbolê xebatên xwe didomîne
21:37 Li Silopiyayê qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
21:09 Li çar aliyên Amedê xebatên mîtîngê hatin kirin
20:37 HDP’ê pirsgirêkên esnafan guhdar kirin
19:23 Jinan serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin
18:05 Piştî teqînê şewat derket: 2 leşker birîndar bûn
17:35 Li Qilebanê 10 leşker birîndar bûn
17:07 Li Amedê protestoya Fermana 73’yemîn: Êzidî wê tu carî serê xwe netewînin
16:49 Miftîtiyê ji bo mala mele, xaniyê welatî xera kir
16:34 Malbatên girtiyan: Bila înfazên girtiyan neyên şewitandin
16:11 Ji bo ku Fermana 74’an weke ‘qirkirin’ bê naskirin HDP’ê teklîfa qanûnê da Meclisê
15:22 ÎHD: Li 17 girtîgehan hezar û 589 binpêkirin qewimîne
15:22 Li Fermandariya Tugayê ya Şirnexê teqîn
15:17 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê selteneta we hilweşînin
14:57 Kiliçdaroglû dê biçe Roboskê
14:32 Başaran: Êzidiyan bi rêxistinbûna xwe bersiva qetlîamê dan
14:12 Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10’ê Cotmehê: Hemû faîl dê rojekê hesabê bidin
13:51 Baroya Şirnexê ji bo betalkirina KPSS’ê doz vekir
13:42 Derheqê 2 xebatkarên ÎBB’ê de bi hinceta ‘qerta alîkariyê’ lêpirsîn dan destpêkirin
13:25 Li Bazîdê kursa zimanê kurdî hat vekirin
13:21 TAJÊ: Çeka herî xurt xweparastin e
13:09 Li Şengalê merasîma bîranînê: Fermanê weke qirkirin nas bikin
12:54 Ferît Şenyaşar: Her ku zilm berdewam bike dê AKP nikaribe bê Rihayê
12:50 Malbat li ber ATK’ê civiyan: Di darazê de cihêkariyê dikin
12:28 Polîsan got 'tiştekî nake' lê çû jinek qetil kir
12:13 Ji siya Araratê ber bi lûtkeyê ve: Ev çiya bilind û bi heybet e
12:01 ‘Divê Tirkiye dawî li êrişên xwe yên ser Şengalê bîne’
11:11 KAFFED'ê bertek nîşanî êrişên nîjadperest da
11:00 Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
10:08 Ozguneş: Kurd û cîhan dê destûrê nedin ku xeyala AKP-MHP'ê ya Osmanî pêk bê
09:01 Demîr: Dewlet ji bo berjewendiyên xwe ji fermana êzidiyan re bêdeng man
09:00 Li Wanê dibistanên ku nû tên çêkirin vediguherînin îmam xetîbê
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:30 Serokê OSYM’ê ji peywirê hate girtin
02/08/2022
23:59 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût berdewam dike
22:36 YNK: Divê êzidî ji bikaranîna weke kartekî siyasî werin rizgarkirin
20:53 Li Amedê xebatên HDP’ê yên mitîngê didomin
20:40 Li navçeyên Stenbolê vexwendin mîtînga Stenbolê
19:39 Rapora KCDP’ê ya meha tîrmehê: 24 jin hatin qetilkirin
19:17 Yekitina Jinên Êzidî bi semînerekê qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
19:00 Makbûle Ozer dîsa birin girtîgehê