Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin

  • rojane
  • 10:03 29 Tîrmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - Ji rêveberên SES’ê Mûrat Ozbey diyar kir ku bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin û wiha got: “Bi taybet Botan hedef tê girtin. Avakirina jiyana ekolojîk bi qasî avakirina civakeke azad girîng e.” 

Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê di bin navê “ewlekariyê” de ekolojiya herêmê qir dike. Bêdengiya rêxistinên xweza û hawirdoyê ya li dijî vê talan û qirkirinê didome. Di nava du salên dawî de bi hincetên “Rêya ewlekariyê”, “Dema ji helîkopterê tê nihêrtin divê noqteyeke veşarî nebe”, “Quleyên leşkerî” û “Çêkirina qereqolan”, li gel çiyayên Cûdî û Gabarê her wiha li Herêma Bestayê jî bi sedhezaran dar hatin birîn. Dar, di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tên birîn û bi TIR û qamyonan ber bi bajarên din ve tên veguhestin. Birîna daran êdî bûye qadeke rantê. 
 
Ji Şirnexê ber bi navçeya Halîliye ya Rihayê ve rojane herî kêm 20 qamyonên darên berûyê tên şandin û li Sûka Kerestevanan tên firotin. Her wiha li ser hesabeke Facebookê jî bi nîşeya “Darên firotinê hene û em dişînin her deverê. Heqê veguhestinê ji we ye û tona wê bi hezar û 150 lîreyan e” darên Şirnexê tên firotin. Li gorî daneyên fermî yên Midûriyeta Daristanê ya Herêma Rihayê ku li ser malpera xwe parve kirin, di nava 7 mehên dawî de ji sedî 7’î daristanên Şirnexê hatine tunekirin. Her wiha ji ber şewatên di dema operasyonên leşkerî de derketin, bi sedhezar hektarên qada daristanê bû xwelî. Yek ji rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) yê Şirnexê Mûrat Ozbey, têkildarî têkbirina ekolojiyê û bandora wê ya li ser civakê nirxand. 
 
 
ARMANC AVAKIRINA CIVAKEKE NEXWEŞ E
 
Ozbey anî ziman ku mebesta birîna daran, vekirina kanên madenê yên ne di cih de, santralên termîkê, qirêjîkirina rûbaran, tengkirina qadên jiyanê yên xwezayî, xebatên betonkirina her devera bajar û çêkirina bendav û qalekolan a di bin navê “ewlekariyê” ew e ku civakeke ne bi tendurist ava bibe. Bi domdarî Ozbey, diyar kir ku ji dîrokê ve di navbera civak, mirov û xwezayê de têkiliyeke domdar heye û wiha got: “Bi pergala şaristaniyê re dewletbûn-bajarvanî pêş ket û bi demê re tehekûma xwe li ser xweza û civakê zêde kir. Jiyana ekolojîk ne tenê parastina xwezayê ye, her wiha redkirina feraseta hiyerarşî û tehekûmkar a li ser mirov û xwezayê ye. Çand, ziman, bawerî, aborî û pêşketina exlaqê civakî, hêj ji destpêka civakîbûnê re di encama têkiliya bi xwezayê re derketin e.” 
 
BANDORA WÊ YA LI SER TENDURISTIYA CIVAKÊ
 
Bi domdarî Ozbey destnîşan kir ku tunebûna ekolojiyê her wiha tê wateya tunekirina tenduristiyê û wiha pê de çû: “Yek ji nîşaneyên tenduristbûnê yên herî şênber jî jiyana ekolojîk e. Jiyana ekolojîk hem ji hêla fîzîkî hem jî ruhî bandorê li civakê dike. Lewma parastin û jinûvaavakirina wê, her wiha dibe têkoşîna tenduristiya civakê. Rûxandina xwezayê bi xwe re gelek nexweşiyan tîne. Bi kar anîna santralên termîkê rê li ber penceşêr û mirinên pitikan vedike. Mînak, vîrûsa Sars-Covîd-19’ê encama texrîbkirina xwezayê ye. Di navbera xweza û civakê de têkiliyeke sîmbiyotîk heye. Azadiya xwezayê ya civakê girêdayî hev e. Civakeke ku xwezaya wê ne azad, bi xwe jî azad nîne. Binêrin, civakên di bin mêtingeriyê de her tim nexweş in. Ji ber ku ne azad bûn bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê yên ruhî û fîzîkî tîne. Heke em bala xwe bidin ser dê bibînin ku gelemperiya nexweşiyên ji ber tiba kapîtalîst ji civakên bindest de derdikevin. Êrişên li dijî jiyana ekolojîk, civakê ber bi tunebûnê ve dibe.” 
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER
 
Têkildarî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê jî Ozbey ev tişt anî ziman: “Li gel şerê fîzîkî, her wiha polîtîkayên qirkirina çandî û civakî tên meşandin. Bi şer û pergala rantê re civak bi tevahî ji çandê dûr tê xistin. Li gel talankirina xwezayê, her wiha civak tê dejenerekirin. Dema em li fihûş, tiryak, qedexekirina ziman û çanda popular dinêrin, dibînin ku dewlet li gel xwezayê her wiha hebûna civakê jî hedef digire. Şer her tim zindî dihêle û bi gotinên ‘ewlekariyê’ re herêmê ji mirovan xalî dike. Qedexekirina xwezayê ya li kurdan û talankirina wê, destwerdaneke raste rast a li şêweyê jiyana kurdan e. Li dijî bajarên herêmê polîtîkayeke zanebûn heye. Bi taybet jî Botanê hedef digirin. Civakê ji gelek aliyan ve tune dikin. Bênavber daran dibirin, rûbaran qirêjî dikikn, Cûdî tê talankirin. Qalekol û bendavên ewlekariyê yên hejmara wan roj bi roj zêde dibin, rê li ber texrîbkirina ekolojiyê vedike. Armanca wan tunekirina xwezayî bi tevahî ye. Avakirina jiyana ekolojîk bi qasî avakirina civakeke azad girîng e. Têkoşîna me ya ji bo xwezaya me her wiha têkoşîna ji bo jiyaneke bi tendurist û azad e. 
 
Divê li dijî polîtîkayên şer aştî, li dijî feraseta tehekûm û hiyerarşiyê jî têkoşîna demokrasiyê bê dayîn. Divê jin û ciwan pêşengtiya vê têkoşînê bikin. Ji ber ku polîtîkaya dewletê bi tevahî li ser xistina jin û ciwanan e. Lewma ji bo avakirina jiyaneke azad divê pêşengtiyê bikin. Divê qada civakî û rêveberiyên herêmî jî di vê têkoşînê de diyarker bin. Avakirina tevgerên ekolojiyê, saziyên demokratîk ên herêmî û zanebûna civakî girîng e.” 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

02/08/2022
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan