Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin

  • rojane
  • 10:02 29 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Nursel Aydogan diyar kir ku îktidara AKP-MHP’ê paradîgmaya Ocalan bi tecrîdê asteng dike û gel azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û heta dawiyê dê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di şertên tecrîda girankirî de tê ragirtin. 16 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin. Ev yek rê li ber fikaran vedike. Her çiqas parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin jî lê bersiva wan nayê dayîn. Ji bo azadiya Ocalan li çar hêlên cîhanê çalakî, şahî û nobed tê girtin. 
 
Siyasetmedar Nursel Aydogan a li Ewropayê siyasete dike tecrîdkirin û azadiya Ocalan ji ajansa me re nirxand. 
 
LI ROJHILATA NAVÎN AKTORIYA OCALAN 
 
Aydogan anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: “Bi milyonan gelê kurd Ocalan wek vîna xwe qebû dike. Ocalan li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn aktorek girîng e. Divê ji bo vê yekê her kes li dijî tecrîdê denge xwe derxe. Tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê û civakê belav bûye. Ji bo aştî û çareserî pêk were divê êdî birêz Ocalan azad bibe.” 
 
‘PARADÎGMA BI BANDOR BÛ’ 
 
Aydogan diyar kir ku tecrîda girankirî ku li ser Ocalan tê kirin bi geşedanên Rojhilata Navîn ve girêdayî ye û bi taybetî hêzên empyeryalîst li dijî paradîgmaya Ocalan ku li Rojhilata Navîn rê li ber jiyanek nû vedike ye. Aydogan da zanîn ku ya ku gelên Rojhilata Navîn rizgar bike paradîgmaya Ocalan a di esareta Îmraliyê de li pêş xist û ev paradîgmaya wî bandorek mezin dike. Aydogan anî ziman ku azadiya Ocalan ji bo gelê kurd gelek girîng e û wiha got: “Di serî de ji bo gelê kurd û gelên wek suryan, ermen, tirk, keldanî, ereb û bîr û baweriyên din girîngiyê didin azadiya Ocalan. Çimkî azadiya birêz Ocalan wek azadiya xwe dibînin. Lewma azadiya birêz Ocalan dixwazin.” 
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’ 
Aydogan destnîşan kir ku gelê kurd ji Lozanê ve tê înkarkirin û îmhakirin û got: “Gelê kurd li dijî înkara hebûna xwe têdikoşe. Gelê kurd naxaze sed salek din jî bê statû bijî. Ji bo ev daxwaza statûya wan bê qebûlkirin divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Bi salane gelê kurd navnîşana çareseriyê Girava Îmraliyê nîşan dide. Lewma divê demildest tecrîd were rakirn û pêwîste ji bo birêz Ocalan muxatab bê girtin azadiya wî pêk were.” 
 
HETA AZADIYÊ… 
 
Aydogan da zanîn ku ji bo ku Konseya Ewropa û Komîteya Pêşîlêgirtian Îşkenceyê li ser rewşa Ocalan raweste û biçe şertên Girtîgeha Îmraliyê kontrol bike zext li wan ten kirin. Aydogan destnîşan kir ku çalakî, şahî û xebatên wan ên ji bo azadiya Ocalan bi hemû lez û beza xwe didomin û wiha axivî: “Ji bo çareseriyek mayînde çalakiyên li Ewropayê didomin. Niha çalakiyên me bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Ocalan e’ berdewam dikin. Ev ne kampanyayek e. Bi daxwaza ‘Êdî dema azadiya Ocalan hatiye’ çalakî tên kirin. Kurd û dostên xwe dibêjin heta em encam ji vê çalakiya xwe bigirin em ê li ber xwe bidin. Divê têkoşîn û berxwedana li dijî tecrîdê li her qadê berdewam bike. Lazim e qad vala neyên hiştin. Li dijî tecrîdê li seranserî Ewropayê çalakiyên azadiya Ocalan û statûya jibo Kurdistanê berdewam dikin. Em dibêjin wê her ev çalakî berdewam bikin. An azadî an azadî.” 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 
 

Sernavên din

02/08/2022
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan