Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî

  • rojane
  • 09:03 29 Tîrmeh 2022
  • |
RIHA - Hestiyên ku li gundê Arabûk ê wekî "Baregeha JÎTEM'ê" ya Eşîra Bûcakê tê naskirin hatin dîtin, ji bo malbatên xizmên wan hatine windakiriyan bû hêvî. Birayê mezin ê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê hat windakirin, anî ziman ku fikara wan ew e ku hestî hatibûn windakirin. 
 
Hestiyên ku li gundê Arabûkê yê navçeya Cirnê Reş a Rihayê hatin dîtin, bû hêvî ji bo 40 malbatên ku di salên 1990'î de xizmên wan hatine windakirin. 
 
Li gundê ku heya van salên dawî jî di destê Eşîra Bûcakê de bû û dihat îdiakirin ku di salên 1990'î de wekî baregeha Têkioşîna Bi Terorê ya Îstixbarata Cendirmeyan (JÎTEM) hatiye bikaranîn, di kolandina 22'yê tîrmehê de hestiyên mirovan hatin dîtin. Hat diyarkirin ku hestiyên ku hatine dîtin dîsa hatine nixumandin û pişt re di bin çavdêriya dozgeriyê de bi kolandinê hestî hatine derxistin. Hestiyên hatine wergirtin ji bo DNA û tespîtkirina demê şandine Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Ji bo Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevci, Adnan Bagca û Nazîm Babaoglû yên di navbera salên 1993-1994'an de hatine windakirin, bi rêya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) serî li Serdozgeriya Komarê ya Cirnê Reş hat danîn û doza tespîtkirina DNA'ya wan hat kirin. 
 
 
Ji 40 malbatên xizmên wan di nava sînorê Rihayê de hatine windakirin yek jê Cemal Babaoglû ye. Cemal Babaoglû, birayê mezin ê nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê wê demê Nazîm Babaoglû ku di 12'ê adara 1994'an de ji bo nûçeyekê çûbû Sêwregê û hew begeriyabû, fikara xwe ya ji bo windakirina hestiyan bilêv kir. Babaoglû bibîr xist ku hestî li herêma ku aydê mala Bûcakan hatine dîtin û got, di 5'ê Îlona 2013'an de li herêma Baxçeyê Eyvanatê di dema kolandinekê de hestiyên mirovan hatine dîtin. 
 
Babaoglû têkildarî hestiyên ku li baxçeyê Galojê yê aydê eşîra Bûcakan hatine dîtin Saziya Tiba Edlî ya Wezareta Dadê rapor amade kiriye û got, hatiye ragihand ku zarok û mezin jî di nav de herî kêm hestiyê 9 kesan hatine dîtin û ev hestî yên 50 sal berê an jî hîn wêdetir in. Babaoglû bilêv kir ku di raporê de sedema mirinê nehatiye tespîtkirin û piştî raporê dozgeriyê biryara "pêdivî bi lêpirsînê nîn e" daye.
 
Babaoglû got: "Nêzî 32 sal in em li windayên xwe digerin. Her cara ku em diçûn li ber derî ji me re digotin na, lê di kolandineke rastgele de hestî û gorên komî hatin dîtin. Hestî li her derî bang li rayedaran dikin, wekî biqîrin û bibêjin  'min bibînin.'"
 
'BÎRA AQILÊ DEWLETÊ'
 
Babaoglû gora komî ya li Baxçeyê Eyvanatê hat dîtin bibîr xist û diyar kir ku dozger bêyî lêpirsînekê bike gotiye “Ev der goristan e.” Babaoglû bi lêv kir ku ji Şaredariya Sêwregê belge hatiye xwestin ku bê ka ew der goristan e yan na û şaredariyê têkildarî lêkolîna kiriye ji dozgeriyê re nivîsandiye ku ew de rne goristan bûye. Babaoglû diyar kir ku hestî piştre şandine Tiba Edlî û wiha domand: “Tiba Edlî temenek li gorî sala 1960’î diyar kir, lê wê demê li Sêwregê bûyerek çênebûye. Bîra aqilê dewletê heye; Ger bibêjin 70 sal û zêdetir, wê qetlîama ermenan û suryanan bi belge bikin, eger bêjin 20 sal û zêdetir jî dê îdiayên me yên salên 1990’î derkevin holê. Bi vî rengî hat veşartin."
 
'RASTÎ SERHIŞK IN'
 
Babaoglû bal kişand ser hestiyên ku di 7'ê hezîranê de li gundê Arabûkê yê Cirnê Reş di kolandinê de hatine dîtin û wiha pê de çû: "Gundiyên ku cenaze dîtin ji me re gotin, lê ji ber ewlehiya xwe tu tiştî bi raya giştî re parve nakin. Piştî ku xwediyê zeviyê serî li dozgeriyê da derket holê. Ew qad di salên 1990'î de navenda lêpirsîna JÎTEM'ê bû. Wê demê cerdevanan dest danîn ser gundê ku ne yê wan bû. Ew der kirin baregeh û kesên ku ji Sêwreg, Wêranşar, Êlih û Mêrdînê revandibûn, anîn herêma Baxçeyê Eyvanatê yan jî Arabûkê. Li wir mirov qetil dikirin. Ji ber ku dewlet bûn, her tişt di destê wan de bû. Ji wan tirê ev bûyer heta di TRT’ê de neyê ragihandin, dê tu kes nikaribe îspat bike. Lê belê, ev nerînek ne rast bû, ji zanistê dûr bû. Wan nizanibû ku rastî serhişk in." 
 
Bi domdarî Babaoglû destnîşan kir ku ew malbatên windayan bi fikar in û wiha axivî: "Dewleta ku xizmên me winda bike dibe ku hestiyên wan jî winda bike." Babaoglû rapora derbarê hestiyên li herêma Baxçeyê Eyvanatê hatine dîtin de bibîr xist û wiha got: “Gundiyên ku li Arabûkê cenaze dîtin gotin ku cenaze di 3 kîsên cuda de bûn û serê wan jî hene. Niha dibe ku ev hikûmet van hestiyan jî winda bike yan jî tiba edlî agahiyên derew bide. Ger lêkolînek rast were kirin dê derkeve holê ku hestî yên kê ne. Dibe ku Nazim Babaoglû jî di nav wan cenazeyan de be. Ev ne tenê pirsgirêka malbatê ye, pirsgirêka hemû welat e. Di navbera her du malbatan de tu nelihevkirinek çênebû. Bêguman ev kuştinên siyasî ne. Ew birîneke civakî ye."
 
JI SÊWEREGÊ VENEGERIYAYE
 
Di berdewamê de Babaoglû diyar kir ku birayê wî Nazîm Babaoglû ji Sêwregê ku 28 sal berê ji bo nûçeyê çûbûyê qet venageriyaye û wiha dewam kir: “Li wir hat binçavkirin, lê rayedaran got 'me ew binçav nekiriye.' Piştre şahidên bûyerê gotin, 'Min Nazim dît, van kesan ew binçav kirin.' Gardiyan û efser Mehmet Kiraç di bin çavdêriya fermandar Ahmet Şenturk de hatin binçavkirin. Cerdevan wekî tetikkêş dihatin bikaranîn û bi agahiya hikûmetê dihatin kirin. Sûcê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin. Berdewamiya di dewletê de esas tê dîtin. AKP'ê got, 'Em ê van bûyerên tarî ronî bikin.' Me agahî û belgeyên di destê xwe de radestî dozgerên wezîfedarkirî kirin, lê wan tenê guhdarî kir. Dosya daxilî yên di refan de kirin."
 
Babaoglû ku “Hikûmeta bi Mehmet Agar re dê çawa vê tarîtiyê ronî bike?" wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî hestiyên li Arabûkê hatin dîtin, pêwîst e dozger wê herêmê bi awayekî berfireh bikole. Em piştrast in ku dê li wê herêmê termên din bên dîtin. Ger niyeta wan eşkerekirina rastiyê be, divê vê yekê bikin û lêpirsînek mezin bê destpêkirin. Hêviya me ew e ku ev yek pêk were û neyê veşartin. Ji bo ku li vî welatî careke din rewşên bi vî rengî neqewimin, pêkanîna qanûnên gerdûnî şert e."
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

02/08/2022
16:29 Li Amedê bi çekan êrişî navendeke kargehan hate kirin
16:18 Doza Kobanê: Çima navê ciwanê hatiye kuştin ji dosyayê hate derxistin?
15:55 Nobeda Edaletê: Bila Aysel Tûglûk bê berdan
15:37 Olûç: Gelo demans bo tirkan demans e lê ji bo kurdan ne demans e?
14:53 Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşana kurdî kir
14:40 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:28 Ji Êlihê banga tevlibûna mitîngê: Em ê pêşeroja azad ava bikin
14:19 Girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî rakirin nexweşxaneyê
13:33 Di Doza Kobanê de dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
13:11 Beştaş bertek nîşanî biryara du alî ya ATK’ê da: Cihêkariyê li dijî girtiyên kurd dikin
13:09 Bîlançoya mehekê ya li Efrînê: Sivîl hatin kuştin, revandin û dar hatin birîn
12:53 Di teqîna li Roboskiyê de cerdevanek hat kuştin
12:52 Malbata Şenyaşar: Bêalîtiya li hemberî zilmê, îxaneta li mirovahiyê ye
12:17 Malbatên girtiyan: Êdî bes e em vê zilmê qebûl nakin
12:09 Sarincê nadin rojnamevanên girtî
12:02 Cotkaran bi sedema bêaviyê li ber şaredariyê çalakî li dar xistin
12:00 Uca: Di sala 8’an a fermanê de êzidî bi hêza xwe li ber xwe didin
11:34 Ji DFG'ê rapora meha tîrmehê: Tundî li 13 rojnamevanan hat kirin
10:59 HDP heta 1’ê Îlonê dê li qadan be
10:12 Li Merîvanê 2 zarok hatin qetilkirin
10:04 ‘Pergalek ku girtiyên nexweş dişîne mirinê heye’
10:03 Mitînga ‘Çareserî em in’ dê bibe banga ‘Rêya Sêyemîn’
09:01 Ocalan beriya çend salan hişyarî dabû: Divê xwedî li êzidiyan bê derketin
09:01 Rewşa girtiyên nexweş: Qanûn nayên pêkanîn
09:01 Rojnameger Hezil: PDK'ê, êzidî pêşkeşî DAIŞ'ê kirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN
08:31 Li Şemzînanê operasyona leşkerî hat destpêkirin
01/08/2022
23:14 5 ciwanên HDP’î hatin girtin
22:49 SES’a Amedê bi bernameyekê salvegera xwe pîroz kir
22:17 Li Şemzînanê dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn pêk hat
19:39 ÎBB’ê lewheyên ku tê de cih nedabûn kurdî rakirin
19:14 Xebatên HDP’ê yên têkildarî mîtînga Stenbolê didomin
19:03 HDP’a ku ji bo mîtîngê seferberî îlan kir, serdanên xwe domandin
18:37 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin: Gund di dorpêçê de ne
17:32 Li 3 gundên Sûrê 3 meh in av nayê
16:34 ‘Şandeya dadgehê dixwaze em li gorî helwestên derhiqûqî tevbigerin’
16:19 Serokê AKP’a Dêrsimê vêcarê jî bi cerdevanan re civiya
16:05 Doza Kobanê: Dadgehê îşkence li Tûglûk kir
15:57 Li pêşiya girtîgehê ji bo girtiyan daxwaza azadiyê kirin
15:35 Emîne Şenyaşar gazî Erdogan kir: Hûn êdî li benda çi ne?
15:01 Li gorî Serokê Meclisê pirsa derheqê doza Apê Mûsa de ‘qebe’ ye!
14:38 Ji OHD û ÎHD’ê rapor: Girtiyên nexweş ku rewşa wan xedar e nayên tedawîkirin
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan