Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe

  • rojane
  • 10:39 26 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo 'mafê hêviyê' yê Ocalan dabû Tirkiyeyê dê di meha îlonê de tije bibe. Tirkiyeyê heya niha tu gav neavêtine û berevajî vê 5 caran cezayê disiplînê daye Ocalan. Her wiha xebernegirtina ji Ocalan jî dibe cihê fikaran. 

 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV), ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku berpirsê kontrolkirina cîbicîkirina biryarên DMME'yê. Salek di ser serlêdana navborî re derbas bû.
 
Di serlêdana de ku di 26’ê tîrmeha 2021’an de hatibû kirin, hatibû xwestin ku biryara DMME’yê ya derbarê Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan de ku DMME'yê gotibû cezayê muebbeda girankirî li dijî xala 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), bikeve rojeva hemû civînên heftane û demkî yên komîteyê. Her wiha di serlêdanê de hatibû xwestin ku hejmara kesên ku li Tirkiyeyê cezayê muebbeda girnakirî li wan hatiye birîn jî bê tespîtkirin. 
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Di serlêdanê de hatibû diyarkirin ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê di hin rewşan de cezayê heta hetayê di tevahiya jiyana hikumxwar de berdewam dike û ji ber qedexeyên berdana bi şertî ya kategorîk mafê hêviyê nayê pêkanîn. Di serlêdanê de hatibû diyarkirin "Mafê Hêviyê" mekanîzmaya esasgirtina ji nû ve nirxandina ceza ferz dike. 
 
BIRYARA DMME'YÊ
 
Ji bo binpêkirina mafan ên li Îmraliyê di sala 2013'an de serî li DMME'yê hatibû dayîn. DMME'yê jî di 18'ê Adara 2014’an de biryar dabû ku ya li Îmraliyê tê kirin dijî xala 3'yan a PMME'yê ye ku muameleya xirab û îşkenceyê qedexe dike. Paşê DMME'yê vê biryarê ku wekî biryara "Ocalan 2" bi nav kiribû, ji bo girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî dabû. 
 
8 SAL IN NEHATIYE PÊKANÎN
 
Di ser biryarê re 8 sal derbas bûne lê belê Tirkiyeyê ji bo "Mafê Hêviyê" heya niha tu gav neavêtine. 
 
KOMÎTEYÊ EW DAXILÎ ROJEVA XWE KIR
 
OHD, TOHAV, ÎHD û TÎHV ji bo biryara DMME'yê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku komîte berpirsê kontrolkirina pêkanîna vê biryarê ye. Piştî serîlêdanê komîteyê di 3'yê kanûnê de biryara xwe eşkere kiribû. Komîteyê doza hejmara kesên di biryara “Ocalan-2” de cezayê muebbedê yê nayê kêmkirin ûvekolandin li wan hatiye birîn xwestibû. Komîteyê bang li Tirkiyeyê kiribû ku herî dereng heta dawiya îlona 2022'yan pêşketinên di vî warî de hatine kirin ragihîne. 
 
TIRKIYE: BINPÊKIRIN TUNE NE
 
Tirkiye li ser serlêdana rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ya di 7’ê îlona 2021’an de derpêş kiribû ku ji sala 2009’an û vir ve li Îmraliyê tu binpêkirinek pêk nehatiye. Ji aliyê din ve Tirkiyeyê ji bo tespît û pêşniyarên di serlêdanê de yên derbarê "mafê hêviyê" û "guhertina zagona cezayê girankirî yê heta hetayê" ku îxtîmala berdana Ocalan û girtiyên din di xwe de dihewîne, ji nedîtî ve hat. 
 
RÊXISTINÊN HIQÛQÊ: BINPÊKIRIN DIDOMIN
 
Di 12'ê cotmehê de rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê bersiva parastina Tirkiyeyê ku gotibû "binpêkirin tune ye" dabûn û destnîşan kiribûn ku tiştên tên îdiakirin xapînok in û tecrîd didome û hin pêşniyaz kiribûn. 
 
Dema ku ji bo Tirkiyeyê hatiye diyarkirin dê di meha îlonê de bi dawî bibe, lê belê Tirkiye heya niha ne derbarê hejmara kesên cezayê muebbed agirankirî li wan hatiye birîn ne jî der barê "mafê hêviyê" de tu gav neavêtine. 
 
Ji ber ku heya niha tu gav neavêtine, binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê jî her diçin zêde dibin û bi tu awayî xeber ji Ocalan nayê girtin. Tam sal û 4 meh in xeber ji Ocalan nayê girtin. 
 
Me geşedanên girîng ên di saleke dawî de berhev kirin: 
 
Ji Ocalan û girtiyên din ên ku Komîteya Wezîran ji bo wan agahî ji Tirkiyeyê xwestibû û ji bo vê muhlet dabûyê, ji 25'ê adara 2021'an û vir ve, yanî 16 meh in, tu xeber nayên girtin. Hem parêzer hem jî malbat ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re her hefte serlêdanê dikin. Lê serlêdanên wan nayên bersivandin. 
 
ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ
 
Hevdîtina bi Ocalan re bi hinceta cezayên disiplînê tê astengkirin. Parêzeran di 22’yê mijdara 2021’an de bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Dadgerê Înfazê yê Bursayê dabûn. Bi vê serlêdanê derketibû holê ku di 12’ê Cotmehê de 6 meh qedexeya hevdîtina bi parêzeran re û di 18'ê tebaxê de jî 3 meh jî qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye danîn. Hinceta van biryaran jî teblîxê parêzeran nehatibû kirin. Lê belê ji bo Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re neke cezayên disiplînê veguherîn cezayên berdewamî.  
Piştî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya di 12'ê cotmehê de di 22'yê nîsanê de tije bû, parêzer di 29'ê nîsanê de careke din ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ay Bursayê dabûn. Lê belê dadgeriyê çendî dema qedexeyê tije nebûbû jî diyar kiribû ku di 13'ê nîsanê de 6 meh cezayê hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn û ji ber vê serlêdan red kiribû. Hinceta qedexeyê jî nehatibû diyarkirin. 
 
Piştî redkirina serlêdanan parêzerên ocalan di 28'ê adara 2022'yan de careke din serî li dadgeriya înfazê dan û xwestin malbat hevdîtinê bi Ocalan re bike lê belê dadgehê piştî serlêdanê bi rojekê, di 3'yê sibatê de bersiv da. Dadgeriyê di bersiva xwe de derpêş kiribû ku di 21'ê sibatê de 3 meh cezayê disiplînê yê din jî hatiye birîn û ji ber vê serlêdan red kiribû. Piştî vê parêzer di 7'ê hezîranê de jî serlêdan kiribûn, lê dadgehê ev serlêdan jî red kiribû û gotibû "cezayên disiplînê hê jî didomin." Lê belê parêzeran îtiraz kiribû. Dadgehê di 23'yê hezîranê de bersiv dabû û gotibû di 31'ê gulanê de 3 meh cezayê disiplînê hatiye birîn û serlêdan red kiribû. 
 
SERÎ LI AYM'Ê DAN
 
Piştî vê parêzerên Ocalan ên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li AYM'ê dabûn ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Ocalan re bi cezayên disiplînê yên "bêhiqûqî" tê astengkirin û xwestibûn binpêkirina tê kirin bê tespîtkirin. 
 
775 PARÊZER SERLÊDAN KIRIN
 
Ji ber astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) tevî 775 parêzerên ji 29 baroyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn ku hevdîtinê bi Ocalan, Aktaş, Yildirim û Konar re bikin. Serlêdana parêzeran bi tu awayî nehat bersivandin. 
 
MA / Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

30/07/2022
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin