Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin

  • rojane
  • 10:08 24 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Endamê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Umît Yaşar Oztoprak da zanîn ku hejmara bûyerên Covîd-19’ê yên di pileya ewil de zêde dibin û wiha got: “Agahî bi awayekî zelal nayên parvekirin.” 

 
Wezareta Tenduristiyê ev demekî dirêje bûyerên Vîrûsa Koronayê (Covîd-19) heftane parve dike. Li Tirkiyeyê hemû tevdîrên ji bo Covîd-19’ê hatin rakirin. Di navbera 30’ê gulanê û 5’ê hezîranê de li Tirkiyeyê 7 hezar û 322 bûyerên çêbûn û di navbera 11-17’ê tîrmehê de li vê hejmarê 219 hezar û 21 bûyerên din zêde bûn û hejmar derket 226 hezar û 532 bûyeran. Hejmara wefatan a di 5’ê hezîranê de weke 19 hatibû destnîşankirin lê di 17’ê tîrmehê de derket 96’an. Wezîrê Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 19’ê tîrmehê de diyar kir ku hejmara bûyeran ji sedî 40 zêde bûne lê dê tevdîrên berê neyên girtin. 
 
Bi zêdebûna bûyerên Covîd-19’ê re xetereya belavbûna şewbê dîsa bi xwe re anî. Tenduristvan dibêjin ku hewceye tevdîr bên girtin û hişyariyan dikin ku varyantên nû yên şewbê belav bibin. 
 
Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Enqereyê Umît Yaşar Oztoprak têkildarî zêdebûna bûyerên Covîd-19’ê û rewşa nexweşxaneyan bi ajansa me re axivî. 
 
‘DI MIJARA ŞEWBÊ DE EM DÎSA VEGERIYAN ROJÊN DESTPÊKÊ’ 
 
Oztoprak, anî ziman ku di şewba koronayê de dîsa vegeriyane rojên destpêkê û wiha got: “Di rojên destpêkê yên şewbê de midûriyetên tenduristiyê yên bajaran ji bo pêla yekemîn ekîpmentên parastinê nedihatin dayîn û niha jî nadin. Ji meha çileyê ve tu alavên din jî nehatin dayîn. Wê demê komên fîlyasyonê nebûn û hejmara wan kêm bû. Di vê rewşê de jî kêm kesan li gelek nexweşan dinihêrt. Nexweşên me li me digerin û dibêjin; ‘Ev sê roj in kesek nayê serdana me û çima nayên?’ Ji ber ku hejmar zêde ye û xebatkar kêm in. Em dîsa vegeriyan rojên destpêkê yên şewbê.” 
 
‘BI RAKIRINA TEVDÎRAN RE HEJMAR ZÊDE BÛ’ 
 
Oztoprak ku xebatkarê di pileya yekemîn de ye da zanîn ku ew di nava pêla 6’emîn de cih digire û wiha pê de çû: “Ji ewilî xebatkarên tenduristiyê yên di pileya yekemîn de ferq kirin ku hejmara bûyeran zêde dibe. Ji ber ku di şopandina me de hejmara nexweşên me yên di meha tîrmehê de testa wan a PCR’ê pozîtîf derdiket sê kes bûn lê niha derketiye 30 kesan. Li her beşê jî ev zêdebûn heye. Sedema vê jî rakirina hemû tevdîran e. Li veguhestinên komelî de maske nayê bikaranîn, kesek li nexweşxaneyan maskeyê bi kar nayîne û ji bo zarokên di bin 12 saliyê de derzî nayê dayîn. Ev jî rê li ber zêdebûna bûyeran vedikin.” 
 
‘QELEBALIXIYA LI ASM’AN ZÊDE BÛ’ 
 
Bi domdarî Oztoprak destnîşan kir ku ji meha tîrmehê ve weke ku şewba koronayê bi dawî bibe, nexweşên kronîk jî ji bo wergirtina dermanên xwe êdî hatin Navendên Tenduristiyê yên Malbatê (ASM) û qelebalixiya li ASM’ê zêdetir bû. Oztoprak, got ku hem kesên gumana covîdê lê heye û hem jî nexweşên kronîk li heman qadê tên sekinandin û wiha derbirî: “Di pileya yekemîn de bi rastî jî hejmar pir zêde ye. Ji ber ku ev kes tên ba hev, li gorî me dê şewb jî bidome. Hewceye pêşî li ber vê were girtin. Hejmara bûyeran di carekê de daket hezar kesan û her tişt xelas bû. Wê demê me nezanî bê ka çawa xelas bû û niha jî nizanin. Agahiyên zelal nayên parvekirin. Jixwe ji destpêkê heta niha pêvajoya pandemiyê li gorî daneyên zanistî û li ser bingeha zelaliyê nehat birêvebirin. Em encamên vê jî niha dibînin. Divê şêweyê birêvebirina şewbê bi tevahî biguhere.” 
 
‘DERZÎ VEGUHERÎ METAYÊ’ 
 
Herî dawî jî Oztoprak ev tişt anî ziman: “Arizîbûna pergala tenduristiyê ya li Tirkiye û cîhanê, mezintirîn astengiya li pêşiya xelasbûna şewbê ye. Ji destpêka pandemiyê heta niha em encamên veguherîna di tenduristiyê de, veguhertina di tenduristiyê de ya kapîtalîzmê dijîn. Heke derzî hîn bêhtir bihatina belavkirin, ji neo-lîberalîzmê dûr bûya û mafê pantentê yê derzî û derzîkirin li hemû cîhanê hatibûya dayîn, niha pandemî qedîbûya. Lê belê kapîtalîzmê hem derzî û hem jî tenduristî veguherandiye metayê. Di pileya yekemîn de rojane niha li 110-120 nexweşan tê nihêrtin. Li beşa lezgîn jî rojane derdora 4-5 hezar kes tên dermankirin. Ev nayê wateya xizmeteke tenduristiyê ya baş. Berevajî vê ye. Ev jî weke tundiya di tenduristiyê de li me vedigere. Şewba Covîd-19’ê niha di rewşeke wisa de ye ku weke şewba rê li ber tundiyê vedike tê dîtin.” 
 

Sernavên din

28/07/2022
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin