Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin

  • rojane
  • 16:39 23 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Derbarê Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku dest dirêjî zarokekê kiribû de ji 3 sûcan dozname hat amadekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.  
 
Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp, ji ber ku gazî zarokê 17 salî E.A. kiribû û li avahiya MHP'ê ya Amedê gelek caran dest dirêjî wî kiribû, beriya niha hatibû girtin. Bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" doz li Kayaalp hat vekirin û ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê jê re hat xwestin. Doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de hat diyarkirin ku li ser îxbara midurê dibistana ku zarok diçê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Rexmî destdirêjiya li zarok gelek caran li avahiya MHP'ê pêk hatiye jî di doznameyê de navê MHP'ê nehatiye gotin û li şûnê gotina "li partiyeke siyasî" hatiye gotin. 
 
ÎFADEYÊN ZAROKÊ MEXDÛR
 
Di doznameyê de cih ji îfadeyên zarokê mexdûr E.A. re jî hatiye veqetandin. Zarok, di îfadeyên xwe de dibêje ku di mehên sibat û adarê de bi hevalekê xwe re çûye avahiya MHP'ê ya Amedê û ji vê demê ve Kayaalp 10 caran dest dirêjî wî kiriye. Zarok, gotiye ku herî dawî di meha Remezanê de Kayaalp wî vexwendiye buroya xwe û dest dirêjî wî kiriye û ji vê şûn ve êdî neçûye buroya Kayaalp. Ji ber vê yekê xebatkarê MHP'ê Şeyhmûs Demîr gef li zarokê mexdûr xwariye. Li ser vê zarokê mexdûr bi Mûstafa Demîr ku ji bilî wî jî xwendekaran biriye MHP'ê re axiviye û Demîr jê re gotiye ku Kayaalp dest dirêjî wî jî dike û ji vê ne aciz e. Zarokê mexdûr, dibêje ku serboriya xwe bi dayika xwe re parve kiriye û dayika wî jî bi midurê dibistana wî re parve kiriye. 
 
KAYAALP BI AWAYEKÎ SOSRET XWE PARAST
 
Mûstafa Demîr ku zarokê mexdûr di îfadeyên xwe de qala wî dike jî îfade daye û li gorî îfadeyên di doznameyê de angaştên destdirêjiya Kayaalp a li dijî xwe re dike û dibêje ku Kayaalp wî masaj kiriye. Kayaalp jî sûcdariyên li dijî xwe red dike û angaşt dike ku ji ber emeliyateke derbas kiriye ji merantiyê ketiye lê rapora wî vê derbarê de tuneye. 
 
Di doznameyê de derket holê ku piştî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Yalçin a derbarê wî de Kayaalp di 16'ê hezîranê de telefona ku bi kar aniye guhertiye. 
 
Di doznameyê de hat diyarkirin ku Kayaalp beyî rêza wî bi hîle, gef û kotekî dest dirêjî zarok E.A kiriye û bi sûcdariyên "Li ser hev bi hîle, gef û kotekî ji azadiyê bêparhiştin a kes" , "Li ser destdirêjiya li zarok" û "Tacîza zayendî" jê re ji 10 sal û 6 mehan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
DANIŞÎN DI 10'Ê COTMEHÊ DE BÊ DÎTIN
 
Doznameya ku derbarê Kayaalp de hat amadekirin ji aliyê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û wê danişîna yekemîn di 10'ê cotmehê de bê dîtin. 
 
 
 
 

Sernavên din

28/07/2022
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin