Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!

  • rojane
  • 09:40 18 Tîrmeh 2022
  • |

STENBOL - Yasemîn Boyraz a di Qetlîama Pirsûsê de ku dayika wê jiyana xwe ji dest da got: “Ez 33 salî bûm, dayika min hat kkuştin. Lewma ez ê her tim 33 salî bim. Helbet wêr ojek edalet were.” 

 
Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 20’ê Tîrmeha 2015’an de komek ciwan xwestin ji navçeya Pirsûsê  ya Rihayê derbasî bajarê rojavayê Kurdistanê Kobanê ku bûbû remaza berxwedanê bibin û ji zarokên Kobanê re pêlîstokan bibin. Lê DAIŞ’ê li hewşa Navenda Çanda Amara li dijî van ciwanan êrişa xwekuş pêk anî û 33 kes jiyana xwe ji dest dan û ji 100 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Qurbanî wek “Rêwiyên Xeyalê” hatin pênasekirin û di dîrokê de cihên xwe girtin. 
 
 
BERNAMEYA BÎRANÎNÊ 
 
Malbatên qurbaniyan di bin banê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê 83 meh in li navçeya Kadikoya Stenbolê Nobeda Edaletê li dar dixin. Malbat dê di 20’ê Tîrmehê salvegera komkujiyê de li Kadikoyê bin û daxwaza edaletê bikin. Her wiha heman rojê dê rêxistinên ciwanan jî li Kadikoyê ji bo qurbaniyan çalaki li dar bixe. Malbat dê pişt re jî biçin ser gora zarokên xwe û wan bi bîr bînin. 
 
Yek ji van 33 qurbaniyan jî Nazêgul Bahar Boyraz bû. Keça Boyraz, Yasemîn Boyraz qala têkoşîna malbatên Pirsûsê kir û bi bîr xist ku 7 sal in birîna wan nekewiyaye. 
 
EW 33 SALÎ MAYE 
 
Boyraz anî ziman ku êşa wê wek ya roja ewil nû ye û got: “Dema mirin dikeve malekê her kes bi wî/wê kesî re dimire. Ez hê jî 33 salî bûm, dayika min hat qetilkirin. Ji ber vê yekê jî ez her tim xwe 33 salî dibinim.” 
 
Boyraz da zanîn ku wêne û dîmenên jinên êzidî yên ku ji destê DAIŞ’ê dihatin rizgarkirin tesîrek mezin li ser dayika wê kiriye û ji ber vê yekê ew jî çû Pirsûsê û got: “Rojek wêneyê wê jina ku hîzarê ji ser xwe diavêt ji min re şand û gotibû divê em li cem van jinan bin.” 
 
KARGOYA PIŞTÎ 6 SALAN 
 
Boyraz da zanîn ku piştî ku 6 sal di ser qetlîamê re derbas bûn kelûpelên dayika wê xwîn lê ketine bi kargoyê jê re hatine şandin û tişta ku li zora mirov diçe piştî 6 salan wan kelûpelan bi kargoya PTT’ê dişînin malê. Boyraz got ew di wê baweriyê de ku dê xeyalên dayika wê û hevalên wê biçe serî. 
 
QURBANÎ BI QISÛR HATINE DÎTIN 
 
Boyraz anî ziman ku ji bo kujer werin dîtin di 7 salan de ew tev li 22 danişînên dozê bûye û kuştin û qetlîam ne bes e vê carê jî radibin qurbanî û dayika min bi qisûr hatin dîtin. Boyraz diyar kir ku hem yên hatine kuştin ew in û hem jî yên bi qisûr hatine dîtin jî dîsa ew in.
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ 
 
Boyraz destnîşan kir ku tevî her tiştî jî ew ê baweriya xwe ya ji bo edaletê winda neke û ne 7 sal 77 sal jî di ser qetlîamê re derbas bibin dê daxwaza edaletê bikin. Boyraz da zanîn ku divê ku wezîrê karên navxweyî yê wê demê, serokwezîrê wê demê û serokkomar ji wê pêvajoyê berpirsiyar in. Boyraz destnîşan kir ku tevî hemû tiştên neyînî ku diqewimin jî gumana wan bicihanîna edaletê nîne û dê rojek edalet were vî welatî. 
 
MA / Dogan Kaynak
 

Sernavên din

22/07/2022
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin