Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an

  • rojane
  • 11:32 8 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Xizmên Windakiriyan ku bi mebesta pirsîna aqûbeta xizmên xwe têdikoşin, dê çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 700’an de jî li dar bixin. 
 
Polîtîkaya înkar, tunekirin, koçberkirin, girtin, îşkencekirin, pişaftin û windakirinê ya Komara Tirkiyeyê ya li dijî kurdan, ev sed sal in berdewam dike. Kevneşopiya dewletê ku li gel bi ser re dehan sal derbas bûne jî cihên gora Şêx Seîd, Seyîd Riza û pêşengên kurdan nîşan nade, piştî salên 1980’an jî bi rêbazên cînayetên kiryarnediyar û windakirina di bin çavan de domiya. Di salên 90’î de têkoşîna gelê kurd hîn mezintir bû û hejmara kesên di bin çavan de hatine windakirin jî gelek zêdetir bû. Amed, Şirnex û Êlih ji bajarên ku herî zêde kurd lê di bin çavan de hatine windakirin û cînayetên kiryarên wan nediyar lê hatine kirin in. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); 2 hezar û 324 cînayetên kiryarnediyar hatine kirin û hezar û 251 kes jî winda ne. Li gorî daneyên nefermî jî 17 hezar cînayetên kiryarnediyar hatine kirin. 
 
CÎNAYETÊN KIRYARDIYAR ÊN DI SERDEMA AKP’Ê DE
 
Li gorî rapora Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok ku di 17’ê gulana sala 2020’an de amade kiribû; ji sala 2002’yan ku AKP’ê bûbû desthilatdar heta sala 2017’an, 432 cînayetên kiryarnediyar hatin kirin. Ji 5’ê çileya 2020’an heta niha jî agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku nayên girtin, di 11’ê çileya 2020’an de Şîmunî Dîrîl û Hurmuz Dîrîl li Elkê ya Şirnexê hatin revandin û bi mehan piştre cenazeyê Şîmunî Dîrîl a 65 salî hate dîtin û ji wê rojê ve jî tu agahî ji Hurmuz Dîrîl nayên girtin. Di 30’ê hezîranê de jî sînemager Suphî Orhan li Îzmîrê ji hêla kesên ji xwe re digotin endamên îstîxbaratê ne, hate îşkencekirin û gef lê hatin xwarin. 15 saet piştre jî hate berdan. 
 
HEFTEYA 700’AN 
 
Bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di 31’ê Çileya 2009’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya Amedê bi dirûşma “Bila Windakirî Bên Dîtin û Kujerên Wan Bên Darizandin” çalakî hate destpêkirin. Çalakî, dikeve hefteya 700’an.  Çalakî heta 20’ê tebaxa 2016’an berdewam kir û piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê tîrmeha 2016’an jî bi sedema Rewşa Awarte (OHAL) ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe nêzî 100 hefteyan li avahiya ÎHD’a Amedê berdewam kirin û di 20’ê tîrmeha 2018’an de dîsa li Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Çalakî çendek hefteyan berdewam kir û di 1’ê îlona 2018’an de dîsa ji hêla walîtiyê ve bi hinceta “ewlehiyê” hate qedexekirin. Beriya hefteya 499’an û piştî wê, hem Parka Koşuyoluyê û hem jî Bîrdariya Mafê Jiyanê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û ketina wê derê hate qedexekirin. Rûniştina malbatan a li pêşiya komeleyê jî hate astengkirin û malbatan 54 hefteyan piştre karîn ji cihê girtî derkevin û li pêşiya komeleyê çalakî li dar xistin. Lê belê ji ber şewba Covîd-19’ê, êdî çalakiya xwe ji 13’ê adara 2020’an ve bi awayekî online domandin. Xizmên Windakiriyan 158 hefteyan piştre anku di 4’ê îlona 2021’an de dîsa çûn Parka Koşuyoluyê û çalakiya xwe ya hefteya 656’an li dar xistin. 
 
Her çend ku cih, dem û şêweyê wê biguhere jî, Xizmên Windakiriyan her tim xwestin ku windakirî bên dîtin, aqûbeta wan were pirsîn, kujerên wan bên darizandin, sûcê “windakirina bi darê zorê” bikeve ber sûcê li dijî mirovahiyê û nekeve ber demborînê û Peymana Windakirina Di Bin Çavan de ya Neteweyên Yekbûyî were îmzekirin. 
 
BERXWEDÊRÎ QÎRIYAN
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn û ji Xizmên Windakiriyan Aynûr Ayşîn têkildarî çalakiya 700’emîn axivîn. 
 
Abdullah Zeytîn, da zanîn ku dewletê ji salên 90’î heta niha hewl da pirsgirêka kurd bi darê zorê çareser bike û wiha domand: “Ji bo vê jî hêzên paramîlîter ava kirin û van kesan hevjîn, zarok û xizmên mirovan winda kirin. Ji wê rojê heta niha jî em lêgerîna xwe ya edaletê li ser bingeha polîtîk û hiqûqî dimeşînin. Tevî hemû zehmetiyan jî, bi saya piştevaniyeke mezin û têkoşîna malbatan, ev têkoşîn heta roja me hat. Tevî hemû serdemên dijwar jî malbatan têkoşîna xwe bi aştiyane domandin. Wekî hemû derdoran, di dema OHAL’ê de Xizmên Windakiriyan jî ji neçarî ji qadê dûr ketin. Lewma çalakiya xwe li Şaxa ÎHD’ê domandin. Li welat OHAL hatiye rakirin lê bi awayekî fiîlî didome.” 
 
DAXWAZA EDALETÊ YA MALBATAN
 
Bi domdarî Zeytûn anî ziman ku di pêvajoya ber bi hefteya 700’an de divê hem ji kujeran hesab were pirsîn û hem jî dewlet bi polîtîkaya xwe ya kiryarnediyar hevrû bibe. Di berdewamê de Zeytûn wiha got: “Divê pirsgirêka kurd di çarçoveya perspektîfa edaletê de çareser bike. Lewma jî Xizmên Windakirya têkoşîneke ku hem hiqûq û hem jî edaletê di nava xwe de dihewîne didin. Di serdema demokratîkbûnên qismî de Xizmên Windakiriyan hevdîtinên di asta serokwezîr û serokkomar de kirin. Di van hevdîtinan de ji bo diyarkirina aqûbeta windakiriyan, hesabpirsîna ji faîlan û hevrûbûnê soz hatin dayîn. Lê piştî polîtîkaya şer jî ev soz hatin jibîrkirin. Çalakiya Xizmên Windakiriyan, hafizeyeke kolektîf a 30 salî ava kir. Bi têkoşîna xwe, daxwaza edaletê zindî hiştin. Daxwaza me ew e ku di hefteya 700’an de hemû kes piştevaniyê bi vê têkoşînê re bike.” 
 
EV 700 HEFTE NE TEV LI ÇALAKIYÊ DIBE 
 
Ji Xizmên Windakiriyan Aynûr Ayşîn ku keça Mehmetcan Ayşînê hatiye windakirin e, ji 31’ê çileya 2009’an heta niha bênavber tev li çalakiyê bû. Ayşîn, ev 28 sal in aqûbeta bavê xwe dipirse. Bavê wê di 5’ê gulana 1994’an de li gundê Kiliç ê Lice ya Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Têkildarî mijarê Ayşîn wiha dibêje: “Ev 700 hefte ne ez tev li çalakiyê dibim. Di sibeha her şemiyê de em wêneyên xizmên xwe û pankartan li parkê rûdinin. Bavê min 28 sal berê hate windakirin. Ji me re nabêjin bê ka çi pê bû û bi ku de birin. Lewma ev 700 heftene em li Koşuyoluyê rûdinin û aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Heta ku em bijîn jî dê çalakiya xwe bidomînin. Heke em bimrin jî dê zarok û neviyên me li vir rûnin û aqûbeta windakiriyan bipirin.”
 
‘EM DIXWAZIN CIHÊN WINDAKIRIYÊN XWE BIZANIN’ 
 
Herî dawî jî Ayşîn ev tişt anî ziman: “Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Heke hewce bike em ê her roj li vir rûnin. Daxwaza me ew e ku di hefteya 700’an de hemû kes tev li têkoşîna me bibe û dengê xwe li dengê me zêde bikin. Divê hemû kes piştgiriyê bide me da ku em cihê windakiriyên xwe bizanin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

15/07/2022
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin