Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 10:15 8 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle bang li rayedarên Tirkiyeyê kir û wiha got: “Êdî divê dev ji gotina terorê berdin û em êdî qala aştiyê bikin. Divê Ocalan azad bibe.” 
 
Ji Rojhilata Navîn heta Ewropa û Efrîqaya Bakur gelek siyasetmedar û aktîvîst beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn. Ji beşdarên ewropayê Parlamentera Partiya Kesk a Norwecê Bente Knagenhjelm, Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle û Sekreterê Giştî yê Unite the Union Tony Burke bi ajansa me re axivîn. 
 
Parlamenter Bente Knagenhjelm got ku beşdariya wê ya kongreyê tecrûbeyeke pir girîng bû û wiha dom kir: “Coş û berxwedêriya girseya li eywanê ez mat kirim. Ez 4 sal berê jî hatibûm kongreyê. Ez wê demê jî gelek bibandor bûbûm. Ez têkoşîna kurdan bi heyraniyeke mezin dişopînim û dê ev heyranî heta dawiyê bidome. Hestên hevgirtin û piştevaniyê ya di kongreyê de tiştekî pir cuda bû. Ez ji bo Doza Kobanê û dirûşmên Demîrtaş gelek caran weke çavdêr hatim. Em negirtin eywanê û ev zext nayên qebûlkirin. Nêzikatiya hikûmeta tirk a li dijî Demîrtaş, Yuksekdag, Ocalan û gelek şervanên din ên azadiyê nayê qebûlkirin.” 
 
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’ 
 
Bi domdarî Knagenhjelm gotina Ocalan a di 7’ê tebaxa 2019’an de ku digot; “Werin em pirsgirêka kurd çareser bikin û di nava hefteyekî de rewşa şer ji holê rakin” bi bîr xist û wiha got: “Di çareserkirina pirsgirêka kurd de rola Ocalan sereke ye. Ocalan bi salan berê digot ku dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Lê destûr nedan û ev jî cihê xemgîniyê ye. Lewma jî ewqas êş û zext hene. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin. Divê DMME di vê mijarê de bi înîsiyatîftir be. Divê ev deng bê bihîstin. Di demên berê de min li Norwecê bi parêzerên Ocalan re hevdîtin kir. Min ji axaftinan wisa fêm kir ku rewşa Ocalan rewşa Nelson Mandela tîne bîra mirov. Divê em dengê xwe bêhtir derxînin. Çi ji destê me tê, em dikin lê divê bêhtir bikin. Hewldanên CPT têr nakin û divê em bi sazî û dezgehên rêxistinên civaka sivîl re hevkariyê bikin. Ji ber ku pir vekiriye ku ev tecrîd, îşkence ye.” 
 
‘TEKANE RÊ AZADIYA OCALAN E’ 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Unite The Union a Ingilistanê û yek ji berdevkên “Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re” Tony Burke jî anî ziman ku peyamên di kongreyê de pir girîng bûn. Burke, diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû: “Tiştên li dijî Ocalan tên kirin, êrişeke gemar a li dijî mafên mirovan e. Sendîkaya me û çendek sendîkayên din ji bo azadiya Ocalan kampanyayan didomînin. Em mitîngan li dar dixin, civînan dikin û di civînên giştî yên sendîkayan de vê mijarê tînin ziman. Da ku têxin rojeva sendîkayên hîn tev li înîsiyatîfê nebûne û Partiya Karkeran a Ingilistanê (LAbour Party). Divê ev xebat zêdetir bibin ji ber ku li welatekî mîna Tirkiyeyê azadiya Ocalan, tekane rêya çareseriyê ye.”
 
‘OCALAN, MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E’ 
 
Di berdewamê de Burke bal kişand ser gotinên Ocalan ên derheqê pirsgirêka kurd de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Giranî û tecrûbeya Ocalan heye. Gel bo wî rêz digire û jê bawer e. Ji xwe sedema tirsa wan a ji Ocalan û tecrîdê jî ev e. Ocalan bi rastî jî Mandelayê Rojhilata Navîn e. Me çawa ku ji bo Mandela kampanya li dar xistin, divê em bo Ocalan jî bikin. Ev kampanya niha li Ewropayê mezin dibin û hêvîdarim li DYA’yê jî berfireh bibin û Ocalan azad bibe. Mezintirîn sendîkayên Ingilistan, Îrlanda, Skoçya û Gallerê beşdarî kampanyaya me bûne. Bi saya YE’yê em ê kampanyayê berfirehtir bikin. Erdogan ji aqil û hêza Ocalan ditirse. Erdogan naxwaze civak bibe yek ji ber ku heke bibin yek dê pirsgirêk çareser bibe.”
 
'HDP’Ê GOTINA XWE KIR’ 
 
Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê Lloyd Russell Moyle jî di kongreyê de şahidiya nûjeniyekê kirine û ev nirxandin kir: “Hem ji bo kurdan ku guherîn û aştiyê dixwazin û hem jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girîng bû. Peyamên hevserokan gelek xurt bûn. Ji bo pêşerojeke baş a Tirkiyeyê xeteke sor xêz kirin. Ji bo vê jî divê girtiyên siyasî bên berdan, birêz Ocalan azad bibe û ji bo pêşerojeke baş a Tirkiyeya demokratîk bingeheke baş bê amadekirin. Her wiha ji bo karker, ciwan, civakên etnîkî û hwd. jî peyamên girîng hatin dayîn. Êdî niha dora partiyên din ên muxalefetê ne. Gelo dê bi HDP’ê re hevkariyê bikin an dê di paşdexistina Tirkiyeyê de israr bikin?” 
 
'EM Ê NEHÊLIN TECRÎD BIDOME’ 
 
Moyle, bi domdarî anî ziman ku dê li Ingilistanê di nava du salan de hilbijartin çêbibe û wiha pê de çû: “Partiya Karkeran xwedî îdiaya serkeftinê ye. Heke em bi ser kevin dê bi tu awayî nehêlin tecrîda li ser Ocalan bidome. Di vê mijarê de helwesteke me ya hevpar heye. Heke Tirkiye di nedemokratîkbûn û otorîterbûnê de israr bike, em ê peymanên xwe yên bi wê re li ber çavan derbas bikin. Em ê di vê mijarê de tawîzan nedin. Bi taybet jî dê ambargoyê deynin ser bazirganiya çekan. Ji ber ku em baş pê dizanin ku ev çek bi armancên xelet tên bikaranîn.” 
 
'DIVÊ EM QALA AŞTIYÊ BIKIN’ 
 
Herî dawî jî Moyle ev tişt anî ziman: “HDP ji gelek partiyên çep ên Ewropayê pêşdetir e. Me tenê piştgirî neda bernameya HDP’ê, her wiha em gelek tiştan ji wan hîn bûn. Hem Ingilistan û hem jî Ewropa gelek tiştan ji HDP’ê hîn dibe. Weke mînak; wekheviya zayendan, hevserokatî û hwd. Ev, li Ewropayê hêj rûneniştine. Lewma divê Partiya Karkeran, HDP û hemû partiyên çep ên Ewropayê bi hev re bixebitin û xwe bi hev re pêş bixin. Em pir micid nêzî pirsgirêka kurd dibin. Divê êdî di her serê saetê de qala terorê nekin û em êdî behsa aştiyê bikin. Di neçareserkirina vê pirsgirêkê de rola Ingilistanê pir mezin e. Me heman tişt li welatê xwe jiya. Weke mînak; li Îrlandayê teroreke mezin a dewletê hate kirin. Em li dijî vê têkoşiyan. Me karî bi muzakereyan dest bi pêvajoya aştiyê bikin. Niha li parlamentoyê partiyeke ku nûnertiya Îrlandayê dike heye. Bakurê Îrlandayê niha cihekî pir aram e. Anku heke mirov bixwaze dibe. Lewma em dikarin ji hev hîn bibin. HDP’ê pir bi aşkerayî nîşan da ku dikare pêşengtiya vê bike.” 
 

Sernavên din

15/07/2022
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin