Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in

  • rojane
  • 09:02 8 Tîrmeh 2022
  • |
STENBOL - Hevberdvekê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku îdiayên têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên nivîskarên di bin banê desthilatê de parçeyeke şerê taybet in û got: "Armanc wan ew e di atmosfereke xumam de hilbijartinê li dar bixin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di atmosfereke ku doza girtina partiyê tê lidarxistin, binçavkirin û girtin bênavber didomin de derbas dibe û di 3'yê Tîrmehê de bi beşdarbûna bi dehhezaran kesî Kongreya Mezin a 5'an li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek sînerjiya di kongreyê de rû da û peyamên berbiçav ên kongreyê nirxandin. 
HEQÎQETA CIVAKÎ
 
Çîçek diyar kir ku HDP bi kongreya xwe ya ku bi deh hezaran kes tev lê bûn careke din bersiva êrişên AKP û MHP'ê daye û di serî de gelê kurd û hemû derdorên bindest ên li hev kom bûne careke din heqîqeta civakî nîşan dane. Çîçek da zanîn kî gelên ji roja komar hatiye avakirina heya niha tune tên hesibandin û tên înkarkirin bi wêneyên di hêwana kongreyê de derketine holê jî peyama "Em rastiya herî heqîqî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê ne. Hûn ê nikaribin vê rastiyê înkar bikin, hûn ê têk biçin" dane. 
 
PEYAMA 'EM Ê NEHÊLIN PARTÎ BÊ GIRTIN'
 
Çîçek destnîşan kir ku dê ew HDK piştî kongreya HDP'ê peywira xwe û hêza xwe aktuel bikin û got: "Bi deh hezaran kes got, 'Em ê nehêlin ev partî bê girtin. Hûn nikarin vê partiyê bigirin, em ê vê lîstikê pûç bikin. Zû yan dereng em ê van êrişên faşîst berteref bikin.' Peyama vîna xwe da der bi temamî ev bû." 
 
RÊYA SÊYEM
 
Çîçek li ser peyamên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî sekinî û wiha axivî: "Peyamên wan pir girîng bûn û bi taybetî jî peyamên di warê çareserkirina meseleya kurdî de. Em tim dibêjin; li vî welatî helwesta ji bo meseleya kurdî, pîvanên û rêgezên demokratîk wekî kaxeza tûrnûsolê ne. Helwesta desthilatê û muxalefetê ya ji bo meseleya kurdî hişmendiya wê ya demokratîk dide der. Lewma peyama çareseriya demokratîk a ji bo çareserkirina meseleya kurdî di dirûşmeyên gel de dihat dîtin. Yanî hemû helwestên êrişkar û bêehlaqî yên provake careke din ev xwe da der: Fikra 'Rêya Sêyem' a HDK û HDP'ê. Paradîgmaya 'Rêya Sêyem' bû paradîgmayeke civakî. Ev fikir mutabaqateke civîkaî ya cidî çêkir." 
 
WÊNEYÊ TIRKIYEYÊ
 
Çîçek bi lêv kir ku di kongreyê de gel peyameke bi vî rengî daye detshilat û muxalefetê û got: "Em li derveyî cîhana we ya fermî hin xwendinên din jî dikin." Çîçek destnîşan kir ku ew zemîna kongreyê a rast wêneyê meclisa damezrîner û pirrengî ya beriya komarê bi xwe bû û wiha got: "Dîmena ku HDP'ê ew derxist holê jî ev bixwe bû. Wêneyê di kongreyê de derket holê wêneyê Tirkiyeyê bû."  
 
PÊWENDIYEKE CIVAKÎ BI OCALAN RE HAT DANÎN
 
Çîçek destnîşan kir ku li hêwana kongreyê bi hezaran kes xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketine û tecrîdê protesto kirine û wiha berdewam kir: "Helwesta ji bo Ocalan a bi hezaran kesan careke din nîşanî desthilatê, muxalefetê û derdorên dewletparêz da. Bi hezaran kes ev yek nîşan da: Ocalan heqîqetek e. Ocalan rêberê gelê kurd e, Ocalan rêberê rêxistinî yên demokrasîxwazin li welêt e. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike, li polîtîkaya tecrîdê, siyaseta desteserkirinê û siyaseta îşkenceyê mêze bike dê bibîne bê ka di navbera birêz Ocalan û gelan de pêwendiyeke çiqasî xurt, pêwendiyeke çi qasî bîrdozî hatiye danîn."
 
Çîçek diyar kir ku divê helwesta tecrîdê ya li ser Ocalan jî ji vê çerxa stewr derînin û got: "Ji aliyekî xwedî lê tê derketin, ji bo wî dirûşme tên berzkirin, lê li hemberî polîtîkaya tecrîdê bêdengiyek heye. Divê ji heq van helwestan bê derketin. Kongre nîşaneya hîn bêtir girêdana ji bo vê yekê ye." 
 
Çîçek destnîşan kir ku muxalefeta navxweyî ya wekî maseya "6 nig" tê binavkirin jî meseleya kurdî wekî amûrekê bi kar tîne û HDP'ê di kongreyê de ji bo vê jî peyama "Em ê nehêlin" daye. 
 
GUFTÛGO Û TÊKOŞÎN
 
Çîçek diyar kir ku HDP hem di warê muzakereya civakî hem jî di warê têkoşîna civakî de aqilekî çareseriyê ye û got: "7 partiyên siyasî yên di vê çarçoveyê de bi pêşengiya HDP'ê li hev kom bûne jî divê tenê wekî tifaqeke hilbijartinê neyê dîtin." 
 
ÎDIAYÊN DESTHILATÊ
 
Çîçek bal kişand ser îdiayên nivîskar û derdorên nêzî desthilatê yên têkildarî hevdîtina bi Ocalan re û wiha axivî: "Ev îdia parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e. Armanc ew e di atmosfereke xumam de lidarxistina hilbijartinê ye. Lewre ev yek berê jî hatiye ceribandin lê encam negirtiye. Divê kes berbayî lîstikên AKP'ê nekeve. AKP'ê vî welatî veguherandiye rejîma kûmpasê." 
 
‘LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANEKE ŞOREŞGER HEYE'
 
Çîçek li ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî sekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Desteser bike, bê pêwendî bihêle, ji ber çavan dûr bixe... Sedema ku Girava Îmraliyê veguherandine cihekî nezan û nediyar, çêkirina zemîna lîstikên 'şerê taybet' e. Lê helwdanên bi vî rengî bêhûde ne. Abdulkadîr Selvî jî û yên din jî yên di bin banê desthilatdarê de hemû hewl didin di çaçroveya polîtîkaya tecrîdê û îşkenceyê de feraseta gelê kurd, hêzên demokrasiyê parçe bikin û mêjiyê wan tevlihev bikin. Lewma em dibêjin; ê herî zêde li hemberî polîtîkayên AKP'ê, polîtîkayên faşîzan li ber xwe dide Girava Îmraliyê ye. Li Îmraliyê li dijî polîtîkayên faşîst ên AKP'ê berxwedaneke şorşegerî heye. Lewma divê mirov Îmraliyê wekî navendeke berxwedanê bibîne." 
 
CIVÎNA NATO'YÊ Û MESELEYA KURDÎ
 
Çîçek bilêv kir ku armanca AKP'ê ew e ku kurd di vê sedsalê de jî bêstatu bimînin û bal kişand ser civîna NATO'yê ya li Madrîdê. Çîçek destnîşan kir ku helwesta siyasî ya Tirkiyeyê ya li hemberî daxwazên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo NATO'yê li ser vî esasî ne. Çîçek anî ziman ku bi salan e NATO û hêzên global hewl didin ku meseleya kurdî neyê çareserkirin û got: "Tirkiye jî destûr ji NATO'yê girtiye û êrişê dibe ser Ocalan û hêzên kurdan." 
 
OCALAN LÎSTIKÊ XERA KIR
 
Çîçek destnîşan kir ku Ocalan li seranserê cîhanê lîstika hemû hêzên global xera kiriye û wiha got: "Sedema ku heyfê ji birêz Ocalan û tevgera azadiyê distînin û êrişên xwe zêde dikin, ji ber ku Ocalan û gelê kurd lîstika hêzên global xera kiriye. Wêneyê delegasyonên ji Ewropa û Rojhilata Navîn hatin kongreya HDP'ê vê yekê nîşan da." 
 
Çîçek bilêv kir ku têkoşîna gelê kurd sînor derbas kirine û wiha domand: "Têkoşîna kurdan a ji bo statuya xwe veguherî têkoşîna bindestan, jinan, hemû nasnameyênt ên çewisandin û têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê. Sedema ku kurd li NATO'yê dibin mijara bazariyê ev e. Têkoşîan kurdan veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Gotinên delegasyonan ên di kongreya HDP'ê de ku gotin 'têkoşîna we bi ser bikeve em ê jî bi ser bikevin, têk biçe em ê jî têk biçin' awayê berbiçav ê vê yekê ye." 
 
BERNAMEYA RÊXISTINBÛYÎNA CIVAKÎ
 
Çîçek destnîşan kir ku li hemberî desthilata AKP'ê herî zêde gelê kurd û derdorên bindest tên eciqandin û got, polîtîkaya Tifaqa Gel tenê bi kêrî desthilatê tê. Çîçek bilêv kir ku Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhûrê ji ber ku siyaseteke derî berjewendiyên partiyî nakin Tirkiye her tim di ber di ber demokrasiyê re diçe. 
 
Çîçek di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê em li ser esasên kongreyê hin armancan diyar bikin. HDP di heyama nû ya têkoşînê de divê formeke 'bernameya rêxistinbûyîna civakî' ya wekî deklerasyona ku belav kiribû çêbike. Muhafezekarên demokrat ku desthilata faşîst hîn jî wan dixapîne, elewiyên ku restorasyonkar hîn jî wekî hêza yêdek hewl dide wan di dest xwe de bihêle û hemû demokrat divê li ser esasên têkoşîna 'Rêya Sêyem' a HDP û HDK'ê bên birêxistinkirin. Yanî gava em tifaqeke ku qada wan teng dike birêxistin bikin hûn bê bibînin dê ev hêza her du pergalan deşîfre bibe." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

15/07/2022
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin