Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe

  • rojane
  • 09:02 8 Tîrmeh 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Mervan Ozdemîr diyar kir ku leşkerên ku di êrişên li Zap, Metîna û Avaşînê de bi awayekî bêxwedî li ser giran hatine bicihkirin xeber ji wan nayê girtin û got: "Tirkiye bi mehan jî hewl bide û hêzeke hîn xurttir jî bi cih bike dê negihê mexseda xwe." 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku di êrişan de nikare pêş ve biçe li herêmê gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Rojnamevan Mervan Ozdemîr ku êrişan dişopîne qewimînên li herêmê nirxandin. 
 
Rojnamevan Mervan Ozdemîr anî ziman ku bi destpêkirina êrişan re bertekeke rêxistinkirî li gelê herêmê rû daye û berteka tê nîşandan ne berteke hestiyarî bertekeke polîtîk e. Ozdemîr diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê serwextbûyîneke civakî rû dide û got: "Wekî êrişên berê bi awayekî rûtîn nêzî van êrişan nabin. Fêm kirine ku êrişên dewleta tirk tenê ne li hemberî PKK'ê ne. Yanî em bi rasteqîniyeke civakî ya gihaye vê hişmendiyê re rû bi rû ne. Mirov dikare vê wekî encameke girîng a ji ber van êrişan rû daye binirxîne." 
‘PDK NOQTEYÊN KONTROLÊ AVA KIRINE'
 
Ozdemîr anî ziman ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re bi delîl û belge ye û wiha berdewam kir: "Ji roja êriş dest pê kiriye heya niha PDK bi awayekî eşkere nehatiye hemberî HPG'ê. Lê di dîmenan de em dibînin ku PDK û hêzên girêdayî wê pêşengiya êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê dike. Bi taybetî jî di dîmenên hatine belavkirin de em dibînin ku hêzên PDK'ê mayinan paqij dikin. Her wiha gelek noqteyên ku wer difikirin noqteyên çûnhatina HPG'ê ne dixin bin kontrola xwe. Ev delîlên pir zelal û eşkere ne ku li hemberî PKK'ê li cem dewleta tirk tevdigere. PDK wekî dewleta tirk, bi argumanên li Tirkiyeyê tên serweîskirin lîteraturek çêkiriye û şerekî taybet dimeşîne. Nûçe çêkirin ku maske çûne ji gerîlayan re. Çendî vê yekê li ser asasê dijberiya li hemberî PKK'ê kiribe jî lê em dibînin ku ew argumanên li hemberî PKK'ê hatine çêkirin taliyê vediguherin amûrên di aleyha PDK'ê de." 
 
‘LI HEMBERÎ WAN VÎNEKE MEZIN HEYE'
 
Ozdemîr destnîşan kir ku Tirkiye tevî teknolojiya xw eya pêşketî jî nikare pêş ve biçe û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi balafirên şer êrişê dibe ser herêmê. Bi şev û bi roj bi ÎHA'yan kontrol dike û bi SÎHA'yan êriş dike. Helîkopterên êrişê tim herket dikin. Bi obus û hawanan bênavber êrişê dibin ser van qadan. Lê dike nake tiştekî bi dest naxe. Lewma gava em li tempoya şer mêze dikin em bi rihetî dikarin bibêjin ku; Tirkiye bi mehan jî hewl bide û hêzeke hîn xurttir jî bi cih bike dê negihê mexseda xwe."
 
‘ESKER BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN'
 
Ozdemîr bi lêv kir ku esker li herêmê bêxwedî û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Eskerên tirk bi awayekî bêxwedî li ser giran tên bicihkirin û careke din xebe rji wan nayê girtin. Em dibînin ku helîkopter careke din xwe nagihînin van eskeran. HPG û YJA Star li van tepeyên esker li ser tên bicihkirin didin û ev esker dimirin. Ji ber ku em wekî derî etîka şer nahesibînin di dest me de gelek dîmen hene. Ev dîmen, dîmenên bi dehan eskerên mirî ne. Her wiha tê gotin bi dehan cenazeyên eskeran jî di destê PKK'ê de ne. Hem agahiyên şêniyên herêmê radigihînin hene hem jî dîmen hene. Di vî warî de belkî mirov karibe bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bike. Li van çiyayan di nava şerekî ku dê tu carî nikaribin encamê bigirin heba dibin." 
 
‘HIŞMENDIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ'
 
Ozdemîr destnîşan kir ku bi destpêkirina êrişan re bangawaziyên ji bo yekîtiya neteweyî xurttir bûne û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku PDK jî di vî warî de teşhîr bûye. Paş ve diçe. Gelê Başûrê Kurdistanê bi tu awayî jê yeqîn nake. Ji bo berjewendiyên xwe û detshilata xwe hewl didin destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bikin qurban. Çendî PDK di warê yekîtiya neteweyî de xwedî pratîkeka xerakker be jî partiyên din di warê yekîtiya neteweyî de xwedî feraseteke mezin in. Lewma bang dikin." 
 
‘PDK SER SÛCÊ ŞER DIGIRE'
 
Ozdemîr destnîşan kir ku PDK lêkolînên têkildarî bikaranîn çekên kîmyewî asteng dike û wiha got: "Tirkiye di van êrişan de guh li tiştekî nake. Dîmen hene ku çekên di qada navneteweyî de hatine qedexekirin hatine bikaranîn. Tê payin ku ev dîmen li qada navneteweyî bên belavkirin. Lê ji ber ku NATO jî parçeyeke van êrişan e, encameke girîng bi dest nakeve. Şopên çekên kîmyewî hene. Hewldan hene ji bo ev dîmen bi Ewropayê re bên parvekirin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku li Başûrê Kurdistanê jî reflekeseke xurt a di vîw arî de çênebûye. Sedema vê jî desthilata PDK'ê saziyên sivîl hemûx istine bin banê xwe û nahêle ev sazî bereksê polîtîkayên wê tevbigerin. Bangawaziyên parlementeran û saziyan hene. Lê ev pratîk venaguherin xebatekê. Xebatên saziyên serbixwe, bi taybetî jî yên li Behdînanê tên astengkirin. Herî zêde jî şer li herêma Behdînanê ye. Xebatên saziyan ên li vê herêmê tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiey ser sûcê şer digire. Heya niha li Başûrê Kurdistanê îtiraza herî xurt a Koma Aştiyê ya Xirîstiyanan a navenda wê li DYA'yê (Christian Peacenaker Teams-CPT) ye. Vê komê daxuyand ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de daneyên girîng di dest wan de hene. Lê dê çi qasî jê bi qada navneteweyî re parve bikin ne diyar e." 

Sernavên din

15/07/2022
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin