Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike

  • rojane
  • 11:43 7 Tîrmeh 2022
  • |

ENQERE - Rojnamegerên ku dê ji bo hevalên xwe yên girtî daxuyanî bidana û rastî êrişa polîsa hatin diyar kirin ku divê sazî û dezgehên çapemeniyê di zûtirin demê de bên ba hev û piştevaniya hev bikin. 

 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezpotamyayê (MKGP) pêr xwestin ji bo hempîşeyên xwe yên li Amedê hatine girtin li Qada Ulus a Enqereyê daxuyaniyê bidin. Lê belê rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar derb kirin û binçav kirin. Rojnamegerên rastî êrişê hatin û hatibûn binçavkirin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
 
Rojnameger Denîz Nazlim êrişa polîsan wiha vegot: “Polîsan got ku dê destûrê nedin daxuyaniyê. Me jî jê re got ku hevalên me hêj hikûmxwar nînin û heke ceza xwaribin jî ev yek ji hêla qanûnî ve nabe pirsgirêk. Lê polîsan gotin ‘bo me ferq nake bê ka hikûmxar e yan na.’ Destûr nedan. Bingeheke vê êrişê ya qanûnî nîne. Li Tirkiyeyê her tiştekî hiqûqî hatiye redkirin û li gorî fermana rayedarên jor tevdigerin. Di dema astengkirina polîsan de me biisrar qala mafên xwe yên di makeqanûnê de kirin. Lê polîsan ji me re gotin; ‘makeqanûn li vê derê nîne. We xelet xwendiye.’ Û li me xistin û binçavkirin. Êdî li Tirkiyeyê dewleta polîsan sazûman bûye. Yek ji taybetiya faşîzmê ew e ku tundiyê li heqîqetê dike. Tekane amûra wê jî ev tundî ye. Lewma hevalên me tên girtin, kamerayên me weke amûrên sûc tên dîtin. Ji ber ku nûçeyên me rast in lewma tundî tê kirin.” 
 
‘DI TEVAHIYA ROJÊ DE EV TUNDÎ DOMIYA’
 
Bi domdarî Nazlim da zanîn ku di tevahiya rojê de tundiya li ser wan domiya û wiha pê de çû: “Di êrişa Parka Kuguluyê de rojnameger Emel Vural, Bêrîvan Kutlu û Asli Alpar rastî tundiya polîsan hatin. Li emniyetê di navbera parêzerên me û polîsan de nîqaş derket. Polîsan got ku dê îfadeyên parêzeran di girtekê de nenivîsin. Parêzeran jî got ku dê şerhê deynin ser vê girtekê. Lê gotin dê ‘destûrê nedin şerhê jî.’ Polîsan giştînameya 10 roj berê ji hêla wezareta karên hundir ve hatiye şandin weke hincet nîşan dan. Em ji sihbetên li wir hîn bûn ku derheqê giştînameya wezareta karên hundirîn nîqaşek heye. Nêzî hefteyek berê parêzeran bi serdozgerên komarê re civînek kirine. Mijara wê jî ev giştîname ye. Dozgeran gotine ku teqez dê bi tu awayî vê giştînameyê qebûl nekin. Parêzeran ev civîn bi polîsan re parve kirin. Lê wan gotin ‘fermana teqez heye û dê li dijî wê tevnegerin.’ Em li wê korîdorê bûn şahidê şerê di navbera serdozger û wezaretê de. Ev rewşekî girîng e. Me ji wan re got ku haya me bi qasî parêzeran ji mewzûatê nîne û daxwaza û mafê me yê parastinê tê bisînorkirin. Polîsên ku girtek îmze kirin jî gotin; ‘em destûrê didin mafê parastinê yê li dijî sûc û bipêkirinê.’Lê belê polîsên berpirsyar destûr nedan parêzeran.” 
 
LI QEREQOLÊ AMADEKARIYA MOTÎVASYONÊ
 
Di berdewamê de jî Nazlim wiha got: “Em li korîdora emniyetê bûn şahid bê ka polîs ji bo tundiyê xwe çawa motîve dikin û diçin çalakiyan. Li wir çêrên pir xerab kirin û wisa çûn Parka Kuguluyê. Di esasê xwe de em bûn şahidê faşîzma mîkro kir ku di 5’ê tîrmehê de li Qada Ulusê dest pê kir û li emniyet û Parka Kuguluyê berdewam kir. Ne tenê li dijî çapemeniya azad lê li dijî piraniya çapemeniyê êriş heye. Êrişên di nava 10 salan de derketine lûtkeyê. Divê sazî û dezgehên çapemeniyê di zûtirin demê de werin ba hev û li dora rastiyê mil bidin milê hev. Divê xwedî li rojnamegerên girtî derkevin. Divê piştevaniya xwe bi israr bidomînin.”
 
‘LI CIHÊ ÇALAKIYA BIDESTÛR HATIN DERBKIRIN’ 
 
Rojnameger Sîbel Yukler jî da zanîn ku du hefte berê ji bo qanûna sansûrê li Qada Ulusê çalakî li dar xistin û tiştek bi wan nehatiye kirin. Yukler, wiha domand: “Lê dema em ji bo rojnamegerên girtî hatin wê derê, êriş kirin. Ew der weke qada qanûnî ya çalakiyan e. Lê em li wê derê hatin binçavkirin. Hêj em neketibûn qadê ku polîsan li hevalên me xistin û asteng kirin. Me jî hewl da hevalên xwe biparêzin. Bi darê zorê hevalên me ji derenceyan tîna xwarê. Digotin ku dê destûrê nedin. Di vê navberê de Yildiz Tar derb kirin. Min jî xwest biparêzim û got; ‘dest nedin wî, ew hevalê min ê rojnameger e.’ Vê carê jî li min xistin. Em li erdê kaş kirin û birin. Piştre li cihekî din em dirêjî erdê kirin û ji pişt ve kelemçe kirin. Di vê navberê de rojnameger Tar tacîz kirin. Me got em rojnameger in lê zendikên me pir şidandin û li me xistin. Heta demekî li me xistin û piştre bi zûka xistin wesayîta binçavkirinê. Denîz Nazlim jî dema hewl dida binçavkirina hevalên me asteng bike hate derbkirin. Me xwest li wir bibêjin ku pîşeya hevalên me yên hatine girtin sûc nîne û me rûmeta rojnamegeriyê parast.” 
 
’ROJNAMEGER HATIN ÎŞKENCEKIRIN’
 
Herî dawî jî Yukler ev tişt anî ziman: “Em ê bertekên xwe yên li dijî girtin û îşkenceyan bidomînin. Dema rojnamegerên kurd hatin binçavkirin me got; ‘dê darbeya li dijî çapemeniya kurd bibe darbeyeke li dijî her kesekî ye.’ Ji xwe wisa jî bû û qanûna sansûrê derket. Êrişeke mezin li ser me heye. Ev yek jî nîşanî me dide bê ka heta hilbijartinê dê rewşeke çawa biqewime.” 
 

Sernavên din

10/07/2022
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin