Parêzer Kuzu: Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de zîhniyeta 100 salî dubare kirin

  • rojane
  • 10:10 5 Tîrmeh 2022
  • |
MÊRDÎN - Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de şandeya dadgehê bi îdiaya “delîl tune ne” ji bo bersûcan biryara beraetê da. Parêzer Erdal Kuzu bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: “Tevahiya dosyayê ji delîlan pêk tê. Zîhniyeta darizandinê ya heyî û polîtîkaya sedsalî ya li dijî kurdan di vê dosyayê de jî hatiye berdewamkirin.” 
 
Di navbera 29’ê cotmeha sala 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl û çawişê pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derheqê bûyerê de li ser 18 bersûcan doz hatibû vekirin û 26’emîn danişîna dozê duh li 1’emîn Dagdeha Cezayên Giran a Semsûrê hate dîtin. Di dozê de Fermandarê Tabûra Komandayên Cendirmeyan a Mêrdîn Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendî yê Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn bi sedema “Kuştina bi zanebûn” dihatin darizandin.  Bi îdiaya “ewlekariyê” doz veguhestibûn Semsûrê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê derheqê 18 bersûcan de bi îdiaya “delîleke ku têkiliya bersûcan bi van bûyeran re nîşan bide tune ye” biryara beraetê da. 
 
 
Parêzerê dosyayê Erdal Kuzu derheqê mijarê de axivî û diyar kir ku bi vê biryarê re wijdana civakê hatiye êşandin. Bi domdarî Kuzu ev tişt anî ziman: “Di serdemeke wiha ya siyasî de rewşa ku pergala hiqûqê tê de ye, di hêla bêalîtî û serbixwebûnê de rê li ber gumanên mezin vedike. Biryara ku di vê rewşê de hatiye dayîn, biryareke ku xwe dîsa dubare kiriye. Mîna biryarên din ên di dosyayên cînayetên kiryarnediyar û înfazkirinên bêdaraz de hate dayîn. Nîşaneyeke din e ku dadgeh serbixwe û bêalî tevnegeriya, peywirdarên dewletê parast, wateya pîroziyê da wan, ji bo parastina kesên bi dewletê re dixebitin bûye mertalek û ketiye nava refleksa parastina sûcên dewletê. Mixabin ku ev refleks, encama zîhniyeta di pergala darazê ya tirk de serdest e.” 
 
‘KURD TUNE HESIBANDIN’ 
 
Bi domdarî Kuzu anî ziman ku dema di dosyayan de faîl karmendên dewletê bin, daraz heman refleksê nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji vê hêlê ve wijdana mirovan êşand. Kurd tune hatin hesibandin. Daxwaza edaletê ya mexdûran tune hat hesibandin. Tu bingeha vê biryarê bi hiqûqê re nîne. Berdewamiya siyaseta dewletê ya li dijî kurdan a di pergala darazê de ye.” 
 
Di berdewamê de Kuzu destnîşan kir ku heke dadgehê bixwesta, di çarçoveya pîvanên hiqûqa gerdûnî de dikariya gelek delîl bidîtina û wiha pê de çû: “Ji bo ku dadgeh derheqê faîlan de bi dilrehetî biryaran bide, gelek delîl hene. Delîla herî mezin ew e ku ev kes li pêş çavên her kesekî hatine revandin û hestiyên wan hatine dîtin. Ma çi delîl ji vê mezintir e? Ji sala 1995’an heta niha malbat hem bi daxwazname û hem jî daxuyaniyan aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Dema em li îfadeyên qeymeqamê wê demê dinihêrin, îfadeyên malbatên kesên ku wê demê hatibûn binçavkirin, îfadeyên mamosteyên wê demê li Kerboranê mamostetî dikirin, li îfadeyên cerdevan û leşkeran, li îfadeyên bersûcan ên vekirî yên di dozê de dinihêrin û van tevekan bi hev re dinirxînin, dibînin ku ev kes bi awayekî rêxistinî û li ser navê dewletê ev cînayet pêk anîne.” 
 
‘TEVAHIYA DOSYAYÊ DELÎL E’
 
Kuzu, daxuyand ku ji bo dîtina delîlên di dosyayê de hewcehî bi zîhniyeteke xwedî wijdan û pîvanên hiqûqê yên gerdûnî heye û wiha derbirî: “Lê belê darazeke ku dewletê diparêze û wê pîroz dibîne heye. Bersûc hatin xelatkirin. Tevahiya dosyayê delîl e. Hestiyên qurbaniyan li gundê ku di salên 90’î de bi sedema ‘ewlehiyê’ vala kiribûn hatin dîtin. Ev bi tena serê xwe delîlek e. Tenê ji bo ku cihê cenazeyan nîşan da ye, çawişê pispor ji holê rakirin. Ev bi tena serê xwe delîla herî mezin e. Ev 30 sal in derheqê peywirdarê dewletê yê windabûyî de lêpirsînek nehatiye vekirin. Ev bi tena serê xwe delîlek e. Têkoşîna hiqûqî ya mezin a malbatan delîla vê dosyayê ye. Malbatan hestiyên zarokên xwe yên hatine revandin bi cil û bergên wan nas kirin û ev delîl e. Tevahiya dosyayê ji delîlan pêk tê. Lê belê zîhniyeta darizandinê ya heyî, tam li gorî ruhê zîhniyeta sedsale tê meşandin tevgeriya û polîtîkaya necezakirinê di vê dosyayê de jî berdewam kir.” 
 
‘HIQÛQA CIHÊKARIYÊ’
 
Parêzer Kuzu got ku dosya di encama têkoşîna bibiryar a malbatan hate vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev şêweyê darizandinê, ne bi mebesta hevrûbûna bi rabûrdiyê re hatiye kirin. Hiqûqa hemwelatiya wekhev li dijî kurdan tune ye. Berevajî, hiqûqeke cihêkar li dijî kurdan di meriyetê de ye. Siyasetmedarên kurd niha ji ber delîlên sexte di girtîgehan de ne. Lê belê bersûcên ku bi cezayê muebbeta giran dihatin darizandin ev 8 sal in rûyê dadgehê nedîtin û hatin berdan. Dema mirov li vê dinihêre, dibîne ku bi mertaleke xurt tên parastin. Di demekî ku siyasetmedarên kurd bi cezayên giran ketin hefsê de ev kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine beraet dikin. Bêguman li welatekî wiha qala hiqûqa hemwelatiya wekhev nayê kirin.” 
 
‘DI WIJDANA CIVAKÊ DE HATIN CEZAKIRIN’
 
Kuzu ji sala 2004’an heta niha li dosyayên kesên bi awayekî bêdaraz hatine qetilkirin û di bin çavan de hatine windakirin dinihêre û li gel malbatan hestiyên windakiriyan ji bîran derxistin. Kuzu, axaftina xwe wiha qedand: “Me xwest ku tişta me dîtibû ji hêla dadgehê ve bê teşhîrkirin. Me xwest ku weke sûcekî li dijî mirovahiyê qebûl bike. Ji bo malbatan dîtina cenazeyan jî tiştekî girîng e. Lê belê biryara hatiye dayîn dê di wijdana civakê de bê nîqaşkirin. Hemû kes vê rabûrdiya qirêjî ya dewletê dizane. Her çend ku dadgehê ev kes beraet kiribin jî lê ev kes di wijdana civakê de hatine cezakirin.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

10/07/2022
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin