Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim

  • rojane
  • 09:05 30 Hezîran 2022
  • |
img
ÊLIH - Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP'ê ji Şaredarê Hezoyê Ayhan Eren ê ku bêyî îhale bê çêkirin û biryara meclisê hebe xurdeyên hêjayî 600 hezar TL'yî firotin pirsî. Eren jî got: "Min ew firotin. Lê ez ê tu tiştî ji were nebêjim." 
 
Ayhan Eren ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2019'an de ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû Şaredarê Hezo ya Êlihê, di 10'ê Kanûna 2019'an de ji HDP'ê îstifa kiribû û di 13'ê Tebaxa 2020'an de jî tevli AKP'ê bûbû. Eren niha li navçeyê bi kirinên xwe bûye cihê nîqaşê. 
 
Eren çawa derbasî AKP'ê bûbû tabelaya bi kurdî ya şaredariyê rakiribû. Lê niha jî derket holê ku xurdeyên hêjayî 600 hezar TL'yî bi awayekî nelirê firotine. Qamyonek, 2 traktor, romorkek traktorê, portatîfek, 3 dorseyên qamyonan, konteynereke stokkirina çopê û wesayîteke cenazeyan yên bûne xurde bêyî îhale bê çêkirin û bêyî endamên Meclisa Şaredariyê biryarê bide firotine. 
 
NELIRÊTÎ
 
Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci têkildarî mijarê axivî. Avci da zanîn ku têkildarî forotina xurdeyan tu kiryareke fermî nehatiye kirin û nizanin bê ka Ayhan Eren xurde firotine kê û bi çiqasî dane. Avci got: "Têkildarî fiiotinê tu tişt xuya nake, lê ji envantera xurdeyan hatiye kêmkirin. Yanî ji serî heta binî tiştekî dijî mewzûatê hatiye kirin. Lê ev dizî bi xwe ye." 
 
‘MIN FIROT LÊ EZ Ê TIŞTEKÎ NEBÊJIM'
 
Avci destnîşan kir ku endamên HDP'î yên Meclisa Şaredariya Hezoyê bertek nîşanî vê yekê dane û wiha got: "Me endamên meclîsê ev mijar daxilî rojeva meclîsê kir û doza agahiyan kir. Me pêşniyar kir ku têkildarî mijarê komîsyoneke lêkolînê bê avakirin. Haya endamên AKP'î jî ji vê meseleyê tune bûye, lê li gor daxwaza Ayhan Eren daxwazên me red kirin. Di meclîsê de Ayhan Eren jî bi devkî got, 'belê min ew firotine, hûn serî li ku didin bidin, lê ez ê têkildarî firotina xurdeyan tu tiştî ji were nebêjim.'"
 
Avci wiha axivî: "Ayhan Erenê ku bêbextî li gelê xwe û partiya xwe kiriye û gelê kurd û HDP'ê tune dihesibîne, vê bêqanûnîtiyê û bêpewatiyê tenê bi hêza xwe nake, hêzê ji partiya desthilatê digire ku ev partî nelirêtî, dizî û bêhiqûqîtiyê ji xwe re kirite pergalek û awayê jiyanê." 
 
GILÎ KIRIN 
 
Avci ragihand ku ji ber xurdeyên şaredariyê bi awayekî nelirê hatine firotin giliyê Serokşaredar Ayhan Eren kirine û got: "Ayhan Eren ku îdia kir ku ji bo xizmeta gelê Hezoyê bike derbasî AKP'ê bûye, bi firotina van xurdeyan armanca wî ya daxilbûna nava AKP'ê diyar bû. Ji tiştên li jorê hatine gotin jî kifş e ku peywira kontrolkirin û hesabpirsînê ya meclisê ji holê hatiye rakirin. Lê em ê di çarçoveya peywir û berpirsiyariya ku gelê me daye me hesab bipirsin û bişopînin. Em ê hemû nelirêtî, dizî û bêusûliyên tên kirin bişopînin." 
 
MA / Fethî Balaman 
 
 

Sernavên din

04/07/2022
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin