'Huner guh nade tu astengiyan'

  • rojane
  • 09:03 30 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Hevserokê Komeleya Çand û Hûnerê ya Dîcleyê Celal Ekîn bal kişand ser êrişên dawî yên li ser komeleyê û got huner guh nade tu astengiyan û dê paş de gav neavêjin. 
 
Di 27'ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan li Edene, Mêrsîn û Amedê avêtibûn ser gelek cihan. Polîsan li Edeneyê avêtibûn ser Navenda Çandê ya Binevşê û gelek malan, li Mêrsînê jî avêtibûn ser gelek malan û li Amedê jî avêtibûn ser Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê. 
 
Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 38 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û ji van kesan 36 kes hatibûn binçavkirin. Her 36 kes 4 roj in di binçavan de ne. 
 
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn têkildarî avêtina ser Komeleya Çand û Hunerê ay Dîcleyê û Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê axivî. 
 
Ekîn diyar kir ku polîsan saet di pêncê sibehê de avêtine ser komeleyê. Tekîn da zanîn ku polîs bêyî ku haya wan pê bixe avêtine ser komeleyê û wiha got: "Telefona me, navnîşana me diyar e. Gazî çilingar kirine û derî vekirine. Komeleyê belawela kiribûn. Di dawiyê de jî mifteya derî guherandine û mifte dane cînarê me û çûne." 
 
‘EM ÇI QAS DESTÛRÊ BIDIN HÛN EW QAS KURD IN’
 
Bi domdarî Ekîn destnîşan kir ku kesên ku bi awayekî demokratîk 
dixwazin tiştinan biafirînin û ava bikin rastî êrişan tên û wiha axivî: "Pergal dibêje, ‘Em çi qas destûrê bidin hûn ew qas kurd in.’ Qanûnan derdixin û li gor xwe şîrove dikin û bi rê ve dibin." Ekîn bilêv kir ku saziya wan saziyeke demokratîk û li gor fermiyetê hatiye vekirin. Ekîn anî ziman ku lê ji ber ku ev sazî li gor feraseta wan hereket nakin êrişê dibins er wan. 
 
Ekîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina ku dê bê çêkirin û wiha domand: "Salek din dê hilbijartin çêbibe. Desthilatê ji niha ve fêm kiriye ku dê biçe. Lewma êrişê dibin ser saziyên demokratîk, şanoyan, hunerê û dawetan qedexe û hunermendan binçav dikin û got: "Kîjan kurd ji bo azadiya civaka xwe tev bigere di cî de tên astengkirin." 
 
‘TU CARAN PAŞ DA GAV NAVÊJIN’
 
Ekîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha pêde çû: “Di salên 90’an de digotin 'ziman û çandê kurdan tune ye.' Yê ku ev tişt digotin, ne merivên ji rêzê bûn, 'rewşenbîr' bûn. Lê zimanê kurdî û çanda kurdî li hember van pênaseyan û nêzîkatiyan bi berxwedanê û bedêlên giran rêyek ji xwe re dît. Îro ji helbestan bigire, heta zanist û lêkolînê bi sedan pirtûk tên çapkirin. Ne pergalê, gel bi xwe ew çêkirin. Çi qas girtin û avêtin ser saziyan, liv û tevgera di vî warî de jî ew qas zêde bû. Hunermend û rewşenbîrên li dû heqîqetê ne dê tu carî paş de gav neavêjin."
 
'HUNER GUH NADE TU ASTENGIYAN'
 
Di berdewamê de Ekîn bi lêv kir ku komeleyên jinan, komeleyên çandî, rojnamevan û rewşenbîr ji bo vivakê diafirînin û dibin dengê civakê û ev tişt anî ziman: "Lê pergal jî dixwaze wan kes û saziyan bide sekinandin û wan bitepisîne. Ev êriş li hember afirîneriya civakê ne. Lê çi dikin bila bikin, huner guh nade tu astengiyan. Di zindanê de jî ronahiya xwe dide der û pêwendiyê bi gel re datîne." 
 
Ekîn diyar kir ku li komeleyê atolyeyên wan ên hunerî hene û her şemiyê dîwana dengbêjan datînin û di dawiya hefteyê de jî çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Ekîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Karê me ne ji bo aboriyê ye, hevalê ku vî karî dikin bi felsefeya loqmayek nên û îşligek dikin û li ber xwe didin. Em hêvi dikin ku gel xwedî li saziya xwe derkeve û tu carî wê bê xwedî nehêle."
 

Sernavên din

04/07/2022
14:04 Karkerekî di kana madenê de jiyana xwe ji dest da
13:40 Bûldan û Sancar spasiya beşdarên kongreyê kirin
13:26 Jimartina li ser piyan li girtiyan ferz dikin
13:10 DEDAŞ’ê xwest, TOMA hatin gund: 5 birîndar 6 binçavkirin
12:24 27 roj in avahiya produksiyonan di dorpêça polîsan de ye
12:20 Ciwanên HDP’yî: Em ê nehêlin ku partiya me were girtin
12:12 Nobeta Edaletê didome: Li pêşiya qesrê 483 roj
12:06 Rojnamevan Demîrhan beraet kir
11:54 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de hemû bersûcan beraet kir
11:53 Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe
11:48 Li Cizîrê cendirmeyan êrişî gundiyan kir: Birîndar hene
11:44 Di navbera enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 100 puan ferq heye
11:05 DFG: 35 rojnameger hatin binçavkirin û 16 jî hatin girtin
10:39 Serokê Anadolû-Der'ê Pekyen hate kuştin
09:54 Rêveberê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
09:37 Li 14 herêmên Bestayê birîna daran didome
09:05 Berdana Sevîlgen ê 30 sal in di hefsê de ye hat taloqkirin
09:02 Xelkê Amedê: Haya têran ji birçiyan nîne, ji rastiya civakê dûr in
09:01 Wî li girtîgehê dest bi rojnamevaniyê kir û îro jî li wî cihî ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:07 Walîtiya Wanê: Leşkeran gule berdaye tekerên dolmîşê
03/07/2022
22:10 Leşkeran dolmîşa penaberan gulebaran kir: Zarokek hat kuştin û 13 penaber jî birîndar bûn
21:08 Koma Zarok Ma'yê konserek bicoş li dar xist
20:27 Di atolyeya wêjeyê de 'zayendiya civakî' hat nirxandin
18:28 Bûldan û Sancar carek din bûn hevserokên HDP'ê
18:16 Derbarê kongreya HDP'ê de bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne
16:47 Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
16:23 Dema binçavkirinê ya 37 kesên binçavkirî 4 roj din hate dirêjkirin
16:18 Bi wêneyan kongreya HDP’ê
15:55 Li çoltera Bedlîsê operasyon hate destpêkirin
15:54 Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
15:43 Lijneya Şêwrê ya HDP’ê ya nû hate diyarkirin
15:32 Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
15:19 Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:18 Lîsteya Meclisa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
15:12 Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
14:41 Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
14:34 Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
14:05 Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
13:25 Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
13:09 Tekoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar di kongreya HDP'ê de ye
12:23 Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
11:01 Di AKP’ê de skandala bertîlê
10:14 Nameya rojnamevan Omer Çelîk ‘bixeter’ hate dîtin
09:56 Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
09:08 Doza JÎTEM a Kerboranê: Pêdivî bi helwesta dadgerekî wêrek heye
09:06 7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
09:05 Li Hezexê bi mehan ava welatiyan hatiye birîn
09:04 Nobeda Edaletê di roja 230'yî de ye: Partiyan sozê xwe bi cî neanî
09:01 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2022
08:41 Li Colemêrgê leşkerek mir
02/07/2022
23:09 Ên li Madimakê hatin qetilkirin li gelek bajaran hatin bibîranîn
22:25 Binkeya eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sîrê hat bombekirin
20:57 Şagirtên Zarok Ma'yê destûrnameyên xwe wergirtin
19:55 Dayika Şemiyê Sarê Demîr jiyana xwe ji dest da
19:20 Banga HDK'ê ji bo hevrûbûna bi Madimakê re
17:54 Sînemager Orhan ê hat revandin: Her kes di talûkeyê de ye
16:58 Li Edeneyê 37 kes 6 roj in di bin çavan de ne
16:30 Girtiyê ku rapora wî ya “nikare tena serê xwe bimîne” heye di hucreyê de tê ragirtin
16:02 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel
15:37 Qurbaniyên Komkujiya Madimakên hatin bibîranîn: Wê ronahiya Sêwazê qet venemire
15:23 ‘Bila girtiyên nexweşê giran Koyûncû demildest bê berdan’
15:09 Jinên ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bi jinên HDP'î û TJA'yî re hatin gelhev
14:54 Dayikên Şemiyê: Em dest ji Galatasarayê bernadin
14:12 Meclîs kete betlaneyê
13:59 Xizmên windayan li Êlihê Wedat Aydin bi bîr anîn
13:36 DTSO’yê komxebata kooperatîfa jinan li dar xist
13:19 Xizmên windayan aqubeta Huseyîn Ertaş pirsîn
12:30 Orhan ê hate revandin li goristanan gerandin û wêneyên wî yên tazî kişandin
12:29 Malbata Şenyaşar: Ji bo bidawîbûna êşê bila edalet bê
12:29 Li Şemrexê şerê bi çekan: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
11:50 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:44 Li Mêrsînê qezaya trafîqê: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
11:41 Li Osmaniyeyê êrişî penaberan kirin: Gelek birîndar hene
11:19 Li ber qamerayan îşkence li girtî Şehmûz Emen kirin
10:30 Li Îranê li du hev 3 caran erd hejiya: 3 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:39 Qeyûm guhertina sendîkayê li karkeran ferz dike
09:09 Barkêşên Deriyê Rihayê: Nêzî 2 hefte ye me sifteh nekiriye
09:07 Dadgeh ket etra pêşeroja zilamê dest dirêjî zarokê astengdar kir: Cezayê wî kêm kir
09:05 Li Şirnexê Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût dest pê dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2022
01/07/2022
21:25 ‘Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin'
19:25 Di Doza Kobanê de şahid ji dadgehê pirsî: Hûn dixwazin ez çi bibêjim?
16:37 HDP’iyên ji bo stant vekiribûn hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:31 Li Sêrtê û Êlihê du zarok ji şaneşînê ketin: Zarokek mir yek jî bi giranî birîndar bû
15:46 Li Zapê leşkerek hate kuştin
14:43 Danişîna êrişa li dijî malbata Dedeogullari hat lidarxistin
14:41 Di Doza Kobanê de gilîker li ser pirsa ‘tu gilîdarî’ wiha got: Bûyer nayê bîra min
14:00 Ciwanên ku bihakirina xwarinê protesto kirin ji wargehê hatin avêtin
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin