97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin

  • rojane
  • 09:21 28 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - 97 sal in cihê gora Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî nayê zanîn. Kasim Firat, neviyê Şêx Seîd, destnîşan kir ku dewlet gorên kesayetên kurd vedişêre û dîroka mirina wan jî li gor xwe diyar dike û wisa berpêşî civakê kiriye. 
 
Şêx Seîd û 46 hevrêyên xwe yên li dijî polîtîkayên qirkirin û bişaftinê yên piştî ragihandina komarê têkoşiyan, bi îdiaya serî li ber rêvebiriya komarê rakirine Dadgeha Îstiqlalê di 29'ê Hezîrana 1925'an de derbarê wan de biryara darvekirinê da û di heman rojê de li Qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Ji wê çaxê heya niha nehatiye eşkerekirin bê ka Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî li ku derê hatine veşartin. 
 
Baroya Amedê, Komeleya Perwerdehî, Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û wasiyê Şêx Sedî Kasim Firat ji bo aşkerekirina gora Şêx Seîd û 46 hevêryên wî di 15'ê sibatê de serî li Wezareta Karên Navxweyî dabûn. Piştî wezaretê bersiva serlêdana wan nedabû serlêdêr vê carê di 15'ê nîsanê de serî li Dadgeha Îdare ya 5'an a Enqereyê dabûn. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî di 5'ê hezîrana 2022'yan de biryara xwe eşkere kiribû ku muxatabê doza ji bo vekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne ew e û xwestibû daxwaza serlêdêrên bê redkirin. 
 
‘LI DIJÎ QIRKIRIN Û TUNEKIRINÊ LI BER XWE DAN'
 
Kasim Firat, nevî û wasiyê Şêx Seîd di salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevrêyên wî de ji ajansa me re axivî. Firat destnîşan kir ku Şêx Seîd û hevrêyên wî ji bo bîr û baweriyên xwe û têkoşîna neteweyî ya gelê kurd li ber xwe dane. 
 
‘TEVGERA GEL'
 
Firat diyar kir ku tevgera gel a Şêx Seîd û hevrêyên wî di dîroka kurd û Kurdistanê de tevgereke biqîmet e û got: "Şêx Seîd û hevrêyên wî nirxên me yên bivênevê ne. Wekî duh em ê îro û sibê jî xwedî li wan derkevin. Tevgera wan meseleya kurdî aniye zimên û eniya xwe li hember zilmê daniye. Lewma tevgereke gel e." 
 
‘NIRXÊN GELÊ KURD TÊN QIRKIRIN'
 
Firat destnîşan kir ku taybetmendiyeke pergala kemalîst û faşîzan zilm û îşkence ye û desthilata heyî jî di vê çarçoveyê de dixwaze nirxên gelê kurd tune bike. Firat wiha axivî "Dewlet ji bo ku kurd kesayetên xwe yên girîng di salvegera mirina wan de bibîr neynin nirxên kurdan qir dike. Taybetmendiyeke komarê ku li ser esasên qirkirin, înkarkirin û zilmê hatiye avakirin; tunekirina nirxên dîrokî ye. Dewlet gora Şêx Seîd Efendî û gorên hevrêyên wî vedişêre û desteser dike. Dîroka mirina wan bi xwe jî li gor xwe diyar dike û berpêşî civakê dike. Vê yekê jî bi dek û dolaban die. Lê em xwedî li berxwedana Şêx Seîd û hevrêyên wî derdikevin. Em ê her tim bidin dû rastiyê." 
 
Firat bilêv kir ku ji bo dîtina cenazean daxwazname ji Wezareta Karên Navxweyî re şandine û ji bo vê wiha got: "Wezareta Karên Navxweyî got, muxatab ne ez im. Lê dîsa jî me dest ji vê helwesta xwe ya bibiryardar berneda û me serî li Dadgeha Îdare ya Amedê da. Lê dadgehê wekî aliyê bihusûmet îşaret bi Wezareta Karên Navxweyî kir. Wezaretê biryara wê jî red kir. Daxwaza dadgeha Amedê jî red kir. ew çi qasî red bikin jî em di doza xwe de bibiryar in." 
 
‘MUXATAB WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ YE'
 
Firat biryara Wezareta Karên Navxweyî bibîr xist ku gotibû muxatabê doza vekirina gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî ne ew e. Firat di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Muxatab Wezareta Karên Navxweyî ye. Di têkoşîna me de berdewamî esas e, me îtiraza xwe kir. Dadgeha Îdare ya Enqereyê dozê dişopîne. Ger ew der jî red bike em ê serî li dadgehên îstinafê bidin. Ger di vê bêhiqûqîtiyê de israr bikin jî em dest jê bernadin. Ger bivê em ê daxwazên xwe li dadgehên navneteweyî, di platformên cuda de bînin ziman. Em ê heya dawiyê şopdarê vê bêhiqûqîtî û bêedaletiyê bin. Ev ne meseleya şexsekî ye, ev meseleya nirxeke dîrokî ye. Em dixwazin her kes xwedî li vê meseleyê derkeve." 
 

Sernavên din

01/07/2022
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin