‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'

  • rojane
  • 09:01 28 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Xizmên kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, diyar kirin ku mexdûr tên darizandin û gotin, lê dê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Di Doza Komkujiya Pirsûsê de dadgehê di 22'yê cotmeha 2021'ê de li bersûc Yakûp Şahînê girtî 34 caran cezayê muebeda giran birîbû û daxwazên malbatan û parêzerên wan jî red kiribû. Malbat û parêzer jî îtiraz kiribûn. Ji ber vê îtirazê dadgehê giliyê 10 kesan kiribû. Bi gilîkirinê re Serdozgeriya Komarê ya Rihayê jî derbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Çagla Seven û Koray Turkayê li Pirsûsê birîndar bûbûn û ji malbatên kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn Fetî Aydin, Sûltan Yildiz, Mehmet Ozkan, Ozgen Sadet, Yûsûf Yûrtgul û Yasemîn Boyraz û parêzer Sezîn Ûçar de bi îdiaya "gefxwarin û heqaretkirinê" lêpirsîn da destpêkirin. Malbatan û birîndarên Pirsûsê di çarçoveya lêprisînê de li bajarên xwe çûn qereqolê û îfade dan. 
 
Çagla Seven a di komkujiyê de birîndar bûye û Mehmet Ozkan, bavê Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, têkildarî lêpirsînê axivîn. 
 
 
Seven diyar kir ku bi vê komkujiyê re aştî, aramî û biratiya civakê hedef hatiye girtin û got, hê jî bandorên wê teqîna tirsnak didomin. Seven, bilêv kir ku tiliya dewletê di vê komkujiyê de heye û ji bo pêvajoya darazê got: "Lewma ji serî heta dawiyê edaletê rû neda." 
 
Seven destnîşan kir ku bersûcê komkujiyê ne kesek tenê ye û ew dixwazin kujer bên dîtin û edalet pêk bê. Seven bi lêv kir ku ne kesên ku komkujî pêk anîne, malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di komkujiyê de birîndar bûne tên darizandin û wiha axivî: "Ji dêvla kiryar û kujeran kesên diçin dadgehê tên krîmînalîzekirin. Jixwe ev yek hê di destpêkê de kifş bûbû. Doza vê komkujiya ku li hemberî civakê hat kirin ne bi cidiyet, wekî tiştekî li hemberî komek ciwanên çepgir hatibe kirin hat lansekirin. Lê dîsa jî baweriya me ya ji bo edaletê neşikiya, me xwest em pê bawer bin." 
 
Seven bi lêv kir ku bi vî awayî bidawîbûna dozê qebûl nakin û bal kişand ser lêpirsîna derheqê wan de. Seven anî ziman ku di danişîna dawî de heyeta dadgehê nehiştiye ne ew ne jî parêzer biaxivin û ji ber ku bertek nîşan dane derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
MEXDÛR TÊN DARIZANDIN
 
Seven diyar kir ku di dosyeyê de yên mexdûr ew in lê taliyê yên tên darizandin jî ew in û wiha got: "Wan sendeliyên bersûcan ên vikîvala bi mexdûran tije dikin. A rast ji ber ku me bertek nîşanî bêedaletiyê da em tên darizandin. Me bu tu awayî heyeta dadgehê hedef negirtiye. Ma em ê çawa gefê lê bixwin?" 
 
‘WELÊT KIRIN OTOBANA DAIŞÊ'
 
Seven di dawiya axaftina xwe de got: "Ger ev komkujî neyên zelalkirin em ê hemû bi talûkeye mezin re rû bi rû bimînin. Desthilat ji bo qoltixên xwe û bekaya xwe welêt veguherandin otobana DAIŞ'ê." 
 
Seven destnîşan kir ku dê nehêlin ser vê dozê bi vî awayî bê girtin. 
 
OZKAN: GAVEK JÎ NEAVÊTIN
 
Mehmet Ozkan ku kurê wî Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye, anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo dozê hatine redkirin. Ozkan bal kişand ser tiştên di danişîna biryardayînê de qewimîn û wiha got: "Herî dawî gava em çûn dadgehê, heyetê got 'Malbat, parêzer û temaşevanên di danişîna borî de axivîn bila neaxivin.' Armanca wan ser dozê bigirin. Me got, 'Hakim beg em 7 sal in tên. Piştî kurê min şehîd ket ez 7 caran emeliyat bûm. Nexweşîna dil, şekir û sinirê bi min re heye. Ev qas nexweşîn bi min re hene lê dîsa jî ez ji tu dadgehê nemame. Her cara diçim û têm pere deyn dikim. Ma em neaxivin dibe? Ez ji te dipirsim. Em ê biaxivin.' Gava min wisa got, dadger gazî eskeran kir ku me ji hêwana danişînê derxe. Bolûkek esker hat. Fîşek dan ber devê çekê. Ev dadgeha kîjan welatî ye, ev çi qanûn û edalet e. Ez vê ji wî dadgerî dipirsim. Li ku dera cîhanê tiştekî wiha heye? Em ev qasî mexdûr in, lê nahêlin em tevî pênûsekê jî têkevin hundir. Li ser me pênûs jî tune ye. Lê çi îşê ew qas esker li hêwana danişînê heye? 'Êdî kujer li van deran bi rihetî digerin. Dixwazin me jî bikujin.' Gava me wisa got, dadger wekî ku me jê re gotibe hereket kir." 
  
Ozkan destnîşan kir ku heke dilê dewletê û zelalkirina vê komkujiyê hebûna dê dîmenên komkujiyê winda nekirana û kesên komkujî pêk anîne ji xwe re digerin. 

Sernavên din

01/07/2022
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin