Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin

  • rojane
  • 14:20 27 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Danişîna doza qetilkirina parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Şandeya dadgehê daxwaza girtina kujerê Sancar, Cîhan Yildiz û hemû daxwazên din red kir.
 
Danişîna 8’emîn a doza qetilkirina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê îlona sala 1993'yan de li Êlihê di êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Ji malbata Sancar hevjîna wî Cîhan Sîncar û birayê wî Alî Sîncar, ji parêzerên wî jî Serhat Eren, Mehdî Ozdemîr, Şaneşîn Aydin û Serokê Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) a Amedê Abdullah Zeytûn di danişînê de amade bûn. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyad Ceylan û Gulistan Atasoy û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî danişîn temaşe kirin. Parêzerê Bersûc Cîhan Yildiz di danişînê de amade bû û ew bi xwe jî ji Êlihê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
Di danişînê de Serdozgerê Komarê xwest ku xwe li benda encama biryara navberê ya dosyaya Hîzbullahê ku derheqê Cîhan de jî agahî tê de hebûn û li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin bisekinin. 
 
‘DÎROKA TIRKIYEYÊ DÎROKA CÎNAYETÊN SIYASÎ YE’
 
Ji parêzerên malbata Sîncar, Serhat Eren di danişînê de axivî û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê, dîroka cînayetên siyasî û kuştinên kiryarnediyaran e. Ev çand bi kuştina bira ya serdema Osmaniyan dest pê kir. Li gelek deverên cîhanê ji ber şerê navxweyî cînayetên kiryarnediyar hene. Ev cînayet ji hêla hêzên di nava dewletê de hatine avakirin tên kirin. Ev pêvajo bi Osmaniyan dest pê kir û bi Îttîhat Terakî û Komara Tirkiyeyê re şêweyê xwe guherand. Ev kevneşopî di salên 90’î de li bajarên kurdan berdewam kir. Pêvajoyeke li dora Tansû Çîller û Mehmet Agar domiya. Di van salan de 13 rojnameger hatin kuştin. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan jî di nav de zêdetirî 20 hezar kes hatin qetilkirin û windakirin. Di ‘Rapora Susurlukê’ ya ji hêla Kutlu Savaş ve hatiye amadekirin de ev pêvajo baş hatiye vegotin. Di raporê de Koramîral Atîlla Kiyat dibêje ku ‘dewletê ev cînayet kirin û polîtîkaya dewletê bû.’ Li gel ku hate qebûlkirin ku ev polîtîkaya dewletê bû, gavek nehat avêtin. Ev cînayet ji hêla Hîzbullah, ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnav Yeşîl ve hatin kirin. Hevkariya dewlet û çeteya Hîzbullahê baş tê zanîn. Ev cînayet bi hev re kirin.” 
 
'CÎNAYETA NEHATIYE RONÎKIRIN HEYE’
 
Bi domdarî Eren da zanîn ku Mehmet Sîncar endamê Meclisê bû lê derheqê qetilkirina wî de tiştek nekiriye û wiha domand: “Bêguman Mehmet Sîncar kurd bû lewma tiştek nekirin. Cînayetên kiryarnediyar tune ne. Yên ku nehatine ronîkirin hene. Li erdnîgariya kurdan 20 hezar cînayetên kiryarnediyar hene. Lê belê derheqê van cînayetan de lêpirsîneke baş nehate kirin. Çendek dosya ji bo usûlê hatin kirin ku ew jî bi beraetê encam bûn. Divê ronîkirina van cînayetan bibe polîtîkaya dewletê. Dadgeha we dikare di vê mijarê de gaveke ewil biavêje. Ev mekanîzmaya li dijî kurdan hatiye avakirin dê rojekî li hemû kesî vegere.” 
 
XWESTIN KU JI BIRYARA XWE VEGERIN
 
Ji parêzerên malbatê Mehdî Ozdemîr jî got ku li bendêmayîna biryara navberê ya ji bo dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin ku derheqê bersûc jî îfade tê de hene, dê pêvajoya darizandinê dirêj bike û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku ji vê biryara xwe vegerin. Heke di navbera vê dosyayê û ya li Amedê tê dîtin de têkiliyek hebe, em dixwazin dosya bibin yek dosya.” 
 
Di danişînê de ji parêzerên malbatê Abdullah Zeytûn jî da zanîn ku daxwaza wan a guhdarîkirina Kutlu Savaş û şahidên demê hatiye redkirin û dîsa daxwaz kir ku ew kes bên gundarîkirin. Zeytûn, got ku divê êdî ev bêhiqûqiya 29 salan bi dawî bibe. 
 
'KUJERÊ MEHMET KÎ BE BILA WERE DARIZANDIN’ 
 
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî bi lêv kir ku ev demekî pir dirêje li benda edaletê ne û got ku êdî kujerên hevjînê wê kî bin bila werin darizandin. Birayê Sîncar, Alî Sînar jî xwest ku bersûc were girtin.
 
Bersûc Cîhan Yildiz jî di parastina xwe de îdia kir ku cînayet ji hêla îtîrafkaran ve hatiye kirin û beraeta xwe xwest. 
 
HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN
 
Dadgehê daxwaza girtina bersûc Cîhan Yildiz, guhdarîkirina Kutlu Savaş, yekkirina dosyayê ya bi dosyaya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin û li bendêmayîna encama heman dosyayê red kir û danişîn taloqî 12’ê kanûnê kir. 
 
Piştî danişînê, malbat û parêzerên Mehmet Sîncar li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan.  Ji ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got ku dosyayên cînayetên kiryarnediyar bi zanebûn tê derengxistin. Zeytûn, anî ziman ku ji bo ronîkirina rastiyan û polîtîkaya necezakirinê dê têbikoşin. 
 
‘DADGEH WEKÎ LÎSTÎKA ŞANOYÊ TEVDIGERIN’
 
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî anî ziman ku Meclisê heta niha jî ji bo ronîkirina cînayeta Sîncar tiştek nekiriye û wiha domand: “Dadgeh heta niha jî mîna lîstika şonayê tevgeriyan. Baweriya me êdî pê nema ye. Mehmet Sîncar xebatkarê gelê xwe bû û heta kurd hebin jî dê her parlamenterê gelê xwe be. Tenê ji ber ku kurd bûn lewma hatin qetilkiprin.Çi dibe bila bibe em ê ji bo Mehmet Sîncar û kesên li kolanan hatine qetilkirin têbikoşin û bi ser kevin.”
 
‘EM Ê DEV JI LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BERNEDIN’ 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku dadgehê ji bo lêpirsîneke baş tu gav neavêtine û wiha qedand: “Ji destpêkê heta niha tu daxwazên parêzeran nehatin qebûlkirin. Ev jî nîşan dide ku kujeran diparêzin û dixwazin rastî di tariyê de bimîne. Em ji AKP’ê re dibêjin, berpirsyarên van kuştinên nayên ronîkirin hûn in. Em ji rêhevalê xwe Mehmet Sîncar re soz didin ku dê dev ji lêgerîna heqîqetê bernedin û paş de gav neavêjin.” 
 

Sernavên din

01/07/2022
13:39 DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê daxuyanî da
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!