Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye

  • rojane
  • 12:39 27 Hezîran 2022
  • |
img
EDENE - Kekê Eylem Ataş ku keçeke malbateke yoruk bû û tev li Şoreşa Rojava bûbû, Huseyîn Ataş di salvegera 7’emîn a mirina xwişka xwe de wiha got: “Tevî ku kurd nebû jî gelek li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê disekinî. Ji xeteke ku bê şert û merc xwedî lê derdiket dihat.”
 
Endama Hêzên Azadiya Yekgirtî (BOG) Eylem Ataş (Cemre Heval) ku dema li dijî DAÎŞ’ê şer dikir li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata wê û hevalên wê di salvegera 7’emîn a mirina wê de têkoşîna “Eylema Yoruk” a ji bo kurdan dayî vegotin. 
 
Ataş a weke keçikeke malbateke yoruk li navçeya Aladag a Edeneyê di sala 1992’yan de ji dayik bû, di temenê biçûk de têkoşînê nas dike. Bavê Ataş ê li malbateke polîtîk mezin bû ji ber di nava Tevgera Rizgariyê (Kurtuluş Hareketi) de cih digire gelek caran bi ser mala wan de tê girtin û bav tê girtin. Ataş, di demên xwe yên lîseyê de Lîseyiyên Şoreşger (Dev-Lîs) nas dike û ji vê rojê şunde bi awayekî çalak di nava têkoşînê de cih digire. Ataş, dema li Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Enqereyê de dixwîne, agahiya mirina hevalê xwe yê herî nêz Heval Yeşîlgoz ê tev li PKK’ê bûye û li Dersimê jiyana xwe ji dest dide digire. Tevî vê agahiyê Ataş di sala 2015’an de berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. 
 
Ataş dema 23 salî bû di 27’ê Hezîrana 2016’an de li dijî DAÎŞ’ê şer dike û jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Ataş 101 rojan li ser sînor hate sekinandin. Di encama têkoşîna malbatê û gelek beşên demokrat cenaze hat wergirtin û li ser wasiyeta wê li ser axa Çûkûrovayê ku jê dayik bûye li Goristana Kuçuk Obayê hate veşartin. 
 
NAMEYA EYLEMÊ
 
Ataş, berî ku biçe Rojava ji malbata xwe re nameyekê dihêle. Di nameya Ataş ku qala armanca çûyîna wê dike de ev gotin hatine nivîsîn: “Ev biryara ji bo jiyaneke adil ku em ê biguherînin min wergirtî ye ji we re parve dikim. Divê ewil ez vê destnîşan bikim ku li Rojhilata Navîn ji aliyê mirovên bindest ve dîrokeke nû tê nivîsîn. Ya ku dikeve berê me jî em li cem van mirovên dîrokê dinivîsin cih bigirin. An ku ji bo zarok zêdetir bikarin nan bixwin, mirov li ber çavên me neyên perçekirin, pirsgirêkên em dikişînin bila biraziyên min Mahîr Ûlaş û Eylul nekişînin diçim....”
 
‘XWEDÎ LI MALBATÊN ŞEHÎDAN DERKEVE’
 
Bav Mehmet Ataş ê piştî keça wî jiyana xwe ji dest dide nexweşiya wî Hûntîngton pêş ve diçe, bi lêv kir ku keça wî hêj biçûk têkoşîn nas kir. Ataş, bi lêv kir ku keça wî keçeke “serhildêr” bû û ew wiha vegot: “Aliyekî yê wê yê ku herkes dixist nava liv û tevgerê hebû. Yekane armanca wê weke navê xwe çalakî kirib bû. Ji alikariyê hez dikir, keseke ku pariyê xwe parve dikir bû.”
 
 Ataş, da zanîn ku Eylem piştî hevalê wî Heval Yeşîlyûrt jiyana xwe ji dest dide diçe Rojava û wiha berdewam kir: “Berî ku biçe tev li bibe hat bi min re axivî û got wê tev li bibe. Berî ku biçe ji min re got ‘Bav li xwe baş binêre. Li malbatên şehîdan xwedî derkeve’. Nameyek hişt û çû.”
 
‘JI BO ŞOREŞÊ ŞER KIR’
 
Kekê wê Huseyîn Ataş jî diyar kir ku ji ber ji malbateke kedkar û şoreşger tên bi xwişka re di temenên biçûk de têkoşîn nas kirine. Ataş, bi lêv kir ku dema xwişka wê jiyana xwe ji dest da di girtîgehê de bû, roja ku cenaze anîn Tirkiyeyê ji girtîgehê derket lê heta ku cenaze hate veşartin jî di girtîgehê de hate sekinandin û nehiştin tev li merasîma cenaze bibe. 
 
Kekê wê, tev li bûna Ataş a pêvajoya şoreşê wiha vegot: “Dema ewilî li Rojava têkoşîn dest pê kir, hişê Eylemê li wir bû. Bi wir radibû bi wir rûdinişt. Digot divê teqez li dijî zalimtiya DAÎŞ’ê were derketin. Di mijara pratîkê de gav avêt û gelek net bû. Di hevdîtina me ya dawî de qala zarokekî ku cenazeyê wî li peravê behrê hate dîtin û Komkujiya Garê ya Enqereyê kir. Ji bo têkoşîna şoreşê şer kir.”
 
‘NEXDIWEST KU KURD BIBIN MÊTÎNGER’
 
Kekê Eylem Ataş da zanîn ku tevî ku Eylem kurd nebû jî gelek li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê disekinî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em malbateke yoruk in lê nedixwest ku kurd bibin mêtînger. Dixwest ku kurd û tirk xwedî heman mafê welatîbûyînê bibin û bi kurdan re têkoşîna jiyaneke hevpar da. Geleke keyfxweş bû digot ‘ez cara duyemîn ji dayik bûme, cara ewil ez kurd bûme’. Bi awayekî cidî pirsgirêka kurd xistibû nava jiyana me. Têkoşîna azadiya kurd ji bo me xeteke têkoşînê ya girîng bû. Ji xeteke ku bê şert û merc xwedî lê derdiket dihat.”
 
‘CENAZEYAN NADIN MALBATAN’
 
Ataş, anî ziman ku di pêvajoya nedayîna cenaze de bi gelek zextan re rû bi rû man û bi lêv kir ku tevî bavê wî astengdar jî bû ji ber di çalakiya ji bo wergirtina cenaze de cih girt cezayê hefsê lê birîn. Ataş, da zanîn ku hêj bi hezaran cenaze hene ku nedane malbatên wan û got: “Dewlet ji bo van malbatan ceza bike û di têkoşînê de bê biryar bihêle, aliyê qirêj yê şer bikartîne. Li tu dera cîhanê li ser miriyan şer nayê kirin. Wê demê em bi desthilateke tune dihesiband re rû bi rû mabûn, ma li her derê çalakî kirin. Her der ji bo çalakiyê rabû li ser piyan. Bi dehan mirov hatin binçavkirin. Dewletê ev tişt kir û hêj jî didomîne.”
 
‘LI DIJÎ TARITIYÊ RONAHIYEK’
 
Ataş, bi bîr xist ku gelek caran gora xwişka wî hatiye texrîbkirin û bi lêv kir ku bi van êrişên tên kirin nagihin armanca xwe. Ataş, bi lêv kir ku Şoreşa Rojava ji îro pê ve li dijî tarîtiyê ronahiyeke û got: “Îro têkoşîna Eylemê li her qadê tê jiyîn. Di 8’ê Adarê de jinan wêneyê Eylemê hilgirti bû, ev tê wê wateyê ku têkoşîna wê tê domandin. Ji ber vê yekê Rojava şoreşa jinê bû. Eylem di ruhê têkoşîna jinê de bû sîmgeyek. Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan û Berîtanan girtî ye. Divê xwedî li Rojava ya li cihanê bû mînak bê derketin. Eylem û navên weke wê wê rêya me ronî bikin. 
 
‘BIRIK Û BERXWEDÊR BÛ’
 
Hevalê wê Salîh Ûlûtaş jî Ataş wiha vegot: “Min Eylem di demên lîseyê de serdemê xebatên hilbijartinê de nas kir. Di saetên serê sibê de tevî germa Edeneyê bi saetan bi me re dikarî bimeşe. Zû hînî şert û mercan dibû, bi birikbûn û berxwedêr bûna xwe moral dida me. Kengî min dîtibûya bi helbesta Ahmet Arîf ya “em ne bi tenê ne (yalnız değiliz)” em silav dikirin. Bandoreke zêde li min kir.”
 
MA / Mukadder Akyol
 

Sernavên din

01/07/2022
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin