Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an

  • rojane
  • 12:22 27 Hezîran 2022
  • |
img
EDENE - Polîsan di saetên serê sibehê de li Edeneyê bi ser Komeleya Çandê ya Binevşê û gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokên HDP’a Edeneyê Helîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de bi giştî 36 kes hatin binçavkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ya di çarçoveya lêpirsîna derheqê Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê vekirî de biryara binçavkirina 38 kesan da. Polîsan îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsînê de bi ser Navenda Çandê ya Binevşê û gelek malên li Edene, Mêrsîn, Amed û Mêrdînê de girt. Hat zanîn ku polîsan di dema serdegirtinan de deriyên avahiyan şikandin û welatî derb kirin. Li mal û saziyan lêgerîn hatin kirin. 
 
Di encama serdegirtina malan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Helîn Kaya û Mehmet Karakiş, endamên PM’ê yê HDP’ê Abdurrahman Oral û Ahmet Yildiz, Hevberdevkên DBP’ê yên Herêma Çukurovayê Şîlan Turga û Enver Guler, Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk û xebatkarên Navenda Çandê ya Binevşê Îlyas Arzu, Mûrat Gurbuz, Suat Ekîn û Jiyan Savci, Rêveberê HDP’a Edeneyê Ahmet Akdogan, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Mazlum Gok, aktîvîstên TJA’yê Emetûllah Akçaray û Sever Uzun, Hevseroka Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Suphiye Bayav û Jiyan Aslan, Mahsum Uzun, Zîlan Çîçek, Mehmet Sarûhan, Hayrettîn Oz, Mehmet Saît Dîkmen, Vakkas Durgut, Evîn Ozbay, Dîlan Yîğît, Gulbahar Akman, Yaşar Akman, Mehmet Solmaz, Bedrî Şengul, Zîlan Taş, Ayşe Solmaz, Mehmet Aykut, Ramazan Demîrhan, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav û kesekî navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 
 
LO ODEYA BUYRUK A LI ŞAREDARIYÊ LÊGERÎN KIRIN 
 
Lêgerînên li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê bi dawî bûn û li odeya Cîgira Serokê Şaredariya Seyhanê Fûnda Buyruk a li şaredariyê jî lêgerîn hate kirin. Kesên hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin. Yek ji kesên derheqê wan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn lê hêj nehatine binçavkirin jî aktîvîsta TJA’yê Zana Çoban e. Di heman demê de polîsan bi ser mala Çoban a li Mêrsînê de jî girt. 
 
DERB KIRIN Û ALAVÊN WAN ŞIKANDIN
 
Tevî ku Zana Çoban li malê nebû jî, polîsan di çarçoveya binçavkirinan de bi ser mala Nafiye Çoban de girt. Di dema serdegirtinê de çêr û heqaret li Çoban hatin kirin û hate derbkirin. Têkildarî serdegirtinê Çoban ev agahî dan: “Di dema serdegirtinê de min ji wan re got ku Zana li malê nîne. Lê belê bi darê zorê ketin hundir. Ji ewil du polîs ketin hundir. Piştî ku dîtin Zana li malê nîne, bangî polîsên TEM’ê kirin. Li her deverê geriyan û amûrên me şikandin. Dema eşya şikandin min êdî krîz derbas kir. Min xwest ku neşikînin. Kamereya polîsan derxistin û li gel ku min got nexweş im jî bi ser min de hatin. Polîsekî mistek li min da û bi ser hişê xwe de çûm. Çend deqe piştre min karî ser hişê xwe ve bêm. Ez ê derheqê wan de gilî bikim. Ez ê serî li ÎHD’ê jî bidim.”
 
Her wiha li gel ku navnîşana Zana Çoban li wir nebû û biryara lêgerînê nebû jî, polîsan li mala bapîrê wê ya sê qatî lêgerîn kir û her dever serûbin kir. Hat zanîn ku Zana Çoban hêj jî nehatiye binçavkirin. 
 

Sernavên din

01/07/2022
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin