Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn

img
AMED - Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MA’yê dê di 6’ê tîrmehê de ji bo zarokan konserek bê lidarxistin. Hêj ji niha ve bilêtên konserê xelas bûn. 
 
Konservatuara Aram Tîgran ku di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatibû avakirin, di 1’ê mijdara sala 2016’an de ji hêla qeyûm Cumalî Atîlla ve hate girtin. Piştî girtina konservatuarê, hunermendên ji kar hatine derxistin bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk” Akademiya Ma Muzîkê ava kirin. Akademiya MA Muzîkê ku bi dirûşma “Em zarokên vî welatî bê muzîk nahêlin” dest bi rêwîtiya xwe ya hunerê kir, di nava 5 salan de gelek xebatên serkeftî kirin. Akademiyê, di pêvajoya 5 salan de Jin MA, Koroya Zarokan, Orkestra MA, Orkestraya Ritmên Xwezayî, Zarok MA û Akademiya Dengbêjan ava kir. Di heman demê de perwerdeya muzîka kurdî dan 4 hezar û 59 zarokan. 
 
Zarok MA ku di bin sîwana Akademiya Ma Muzîkê de hate avakirin û perwerdeyê dide zarokên di navbera emrê 0-5 salî de, salek li pey xwe hişt. Zarok MA dê di 6’ê tîrmehê de bi wesîleya salvegera damezirandina xwe, li navenda xwe ya li Dîclekent a Peyas a Amedê konserekî li dar bixe. Eleqeyeke mezin ji bo konserê heye û hêj 10 roj bo konserê ma ne ku 400 bilêt tevek jî xelas bûn. Zarok MA dê mezûnên xwe yên ewil bide û di konserê de li gel Koma MA’yê, her wiha dê hunermendên ji Herêma Federal a Kurdistanê û ji Mahabat a rojhilatê Kurdistanê jî weke mêvan beşdarî konserê bibin. 
 
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar têkildarî pêvajoya 5 salan û armancên wan axivî. 
 
PERWERDEYA ÇALAK DAN 350 XWENDEKARAN
 
Şêrko Kanîwar da zanîn ku di bin sîwana Ma Muzîkê de perwerdeyê didin zarokên temenê wan di navbera 0-5 salî de û wiha got: “Ji ber şewba koronayê me navber da perwerdeyên xwe. Me biryara avakirina Zarok MA’yê da û me dest bi perwerdekirina zarokên di navbera 0-5 salî de kir. Niha 600 zarok hene û em bi awayekî çalak perwerdeyê didin 350 zarokan. Em hefteyê rojekê perwerdeyê didin. Di nava 350 zarokan de yên 5 saliya xwe tije kirin êdî ji Zarok MA’yê mezûn dibin û dê derbasî MA Muzîkê bibin. Li MA Muzîkê jî dê ew bi xwe enstrumanên xwe hilbijêrin û li akademiyên zarokan perwerdeya xwe bidomînin.” 
 
GIRÎNGIYA MUZÎKA KURDÎ
 
Bi domdarî Kanîwar destnîşan kir ku di serdemeke ku êriş li ser ziman û çanda kurdî heyî de hînkirina çanda kurdî karekî girîng e û wiha pê de çû: “Di nasnameya kurdan de muzîk, xwedî cihekî girîng e. Heke mirov muzîkê ji jiyana kurdan derxîne, dê civak winda bibe. Em xwedî muzîkên gelerî yên sedsalî ne. Dengbêj, çîrok, stran û govend heta roja me hatine û heke ew nebin, em jî tune ne. Heke ez tenê bi kurdî biaxivim lê muzîka min tune be, wê demê ev tê wê wateyê ku can û ruhê min tune ye. Ya ku can û ruh dide civakekê, muzîka wê civakê ye ku rihên xwe ji sedsalan digire. Hewl û xebata me ji bo wê ye ku her kesek di bin sîwana Zarok MA’yê de çanda xwe bijî û bi stranên xwe mezin bibe. Hêjta zarok di 4 saliya xwe de em dest bi perwerdekirina wan dikin. Ji ber ku guh ji hînbûn û guhdarîkirinê re vekirî ye. Dema rewş wiha dibe jî hînkirina huner û çanda me ya ku bingeha xwe ji dîroka me digire, li ser me dibe ferz. Divê zarokên me bi çanda xwe mezin bibin û ne pişêvin.” 
 
TEKANE CIHÊ KU PERWERDEYÊ DIDE ZAROKÊN 0-5 SALÎ
 
Di berdewamê de Kanîwar anî ziman ku ew xwedî mîsyoneke parastin û xwedîderketina li ziman in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku li Tirkiyeyê ji werzîşê heta govend, stran û gelek tiştên din tu bi kurdî hîn nabî. Li seranserî cîhanê tekane cihê ku perwerdeya muzîka kurdî dide zarokên di navbera 0-5 salî de, em in. Carnan gelek malbat tên û wiha dibêjin; heke li vir hînî muzîkê nebe jî dibe lê belê bila muzîkê bi çand û zimanê xwe hîn bibe. Pêhesandina nirx û girîngiya kurdî û hînkirin, karê me ye.” 
 
MERTALEKÎ LI DIJÎ BIŞAFTINÊ YE
 
Kanîwar, diyar kir ku helwestên li dijî ziman, muzîk û hunera kurdî tên xweyîkirin û mezin dibin li Tirkiyeyê gelek zêde ne û ev tişt anî ziman: “Her roj em nûçeyên êrişên ser mitîng, konser, dawet û hunermendan dibihîsin. Zarok MA pir hesas û xwedî cihekî girîng e. Tevî vê zext û êrişan jî nêzî 600 malbatan serî li saziya me dan. Dema em têkiliya wan malbatan ên bi xizmên wan re jî dihesibînin, wê demê dikarin bibêjin ku pêwendiya me bi hezar zarokan re çêbû. Tevlibûn û piştgiriya bi Zarok MA’yê re pir zêde ye. Zarokên di navbera 0-5 salî de ku em muzîka gelerî ya kurdî û çanda kurdî hînî wan dikin, li dijî bişaftinê jî dibin mertalek. Xebatên MA Muzîk û Zarok MA’yê ne tenê li ser milên min e, lê li ser milê hemû kurdên welatparêz e. Em ê roj bi roj mezintir bikin û xwedî li çand û nasnameya xwe derkevin.” 
 
SALVEGERAYA EWIL A ZAROK MA’YÊ
 
Kanîwar, bi domdarî bal kişand ser zextên li ser nasname, huner û çanda kurdî û wiha derbirî: “Em ê bi muzîk û çanda kurdî ji heqê van zext û êrişan derkevin. Ji hêlekî ve em rengê çanda kurdî nîşan didin û li hêla din jî em xebatên xwe dimeşînin. Niha jî em bi wesîleya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MA’yê, konserekî li dar dixin. Em amadekariyên çalakiyên cuda dikin. Dê ji bo xwendekarên Zarok MA’yê yên perwerdeya xwe temam kirine, merasîma mezuniyetê bê kirin û destûrnameyên wan bên dayîn. Dê di navbera 2-7’ê tîrmehê de li ser muzîka kurdî ji bo semîner û Keman Viyolayê atolye bên lidarxistin. Hevalên me yên ji Silêmaniyeyê û Mahabadê dê tevî Koma MA’yê beşdar bibin. Ji bo performansa 6’ê tîrmehê dikarim bibêjim em bi dirûşma ‘Di dîroka muzîka kurdî ya bakurê Kurdistanê de rûpeleke nû’ li dar dixin. Em ê konsereke bicoş ku hevalên me yên serkeftî, muzîkeke biqelîte û zarokên Zarok MA’yê tê de heyî li dar bixin.” 
 
BILÊTÊN KONSERÊ XELAS BÛN
 
Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftina xwe wiha qedand: “Banga min li malbatan ew e ku beşdarî konsera di navbera 2-7’ê tîrmehê de bibin. Bilêtên ji bo konsera 6’ê tîrmehê xelas bûn. Dê me tenê konserek li dar bixista lê belê ji ber ku bilêt pir zû qediyan me biryar da ku konserekî di 7’ê tîrmehê de jî li dar bixin. Amadekariyên ji bo vê konserê jî hêj berdewam in. Me got du konser lê belê em ê li studyoyê klîba 3 stranan çê bikin. Dê klîba klameke bi kurdî, klameke Dengbêj Şakiro û klîba klameke bi zaravayê soranî li wir bikişînin.” 
 

Sernavên din

01/07/2022
13:33 Du cerdevanên dihat gotin ku winda ne di şer de hatine kuştin
13:33 Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
13:11 3 welatiyên li dijî veguhestina saetên ceyranê derketin hatin binçavkirin
13:08 Îşkence li sînemager Orhan ê hate revandin kirine
12:38 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:30 Malbata Şenyaşar: Edalet civakan an ava dike an xera dike
12:15 Tundiya zilaman: Jinek hat qetilkirin, jinek jî hat birîndarkirin
11:52 Li Beyoglûyê mirineke biguman
11:09 Serlêdana ji bo ku Ozer ‘cezayê xwe li malê xelas bike’ hate redkirin
10:51 Şaredariya AKP’ê îhaleyê da fîrmaya ku teklîfa biha dabû
10:41 Şahidê Madimakê: Ew bêhna kizê her tê
10:40 Prz. Akîpa: Bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
10:38 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê ‘Mekan û Jin’ derket
10:01 Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
09:35 2 cerdevanên tev li operasyonê bûne winda ne
09:09 Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
09:07 Rojnamevan Eryilmaz: Bi qanûna sansurê civak hedef tê girtin
09:06 Ciwan dê tûrnûvaya fûtbolê li ser navê Kemal Kûrkût li dar bixin
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin